Diyarname
Der barê "Doza Kobanî" de îro biryar hatin dayîn. Di "Doza Kobanî" de 7 fîrarî, 18 kes girtî û 18 jî li derve, bi giştî 108 kes dihatin darizandin. Piranî bi îdîaya wekî "endamtiya rêxistinê", "xirakirina yekîtiya dewletê" ceza li siyasetmedarên kurd hatin birîn. Hin ji wan ceza li wan hat birîn, dema girtîmayînê hat hesapkirin û hatin berdan. Yek ji wan Gultan Kişanak e. Kêm ji wan der barê wan de biryara "Beraatê" hat dayîn. Li hevserokên berê yên HDP'ê Selahattin Demirtaş 42 sal, li Figen Yuksekdag 30 sal ceza birîn.
Va ne yek bi yek rewşa dawî;
- Ahmet Turk: 10 sal cezayê hepsê
- Ali Urkut: 16 sal sal cezayê hepsê. Ceza daxistin 13 sal. Nehat berdan.
- Alp Altinors: 18 sal cezayê hepsê
- Altan Tan: Beraat
- Ayhan Bilgen: Beraat
- Ayla Akat Ata: 9 sal û 6 meh ceza lê birîn û berdan
- Aynur Aşan: 9 sal cezayê hepsê
- Aysel Tuğluk: Beraat kirin
- Ayşe Yagci: 9 sal ceza lê birîn û berdan.
- Beyza Ustun: Beraat
- Bulent Parmaksiz: 16 sal cezayê hepsê
- Can Memiş: Beraat
- Dilek Yagli: 20 û 6 meh cezayê hepsê
- Emine Ayna: 10 cezayê hepsê
- Fiden Yuksekdag: 30 sal cezayê hepsê
- Gultan Kişanak: 8 sel ceza ceza lê birîn, ceza derxistin 12 salan û ew berdan.
- Gulfer Akkaya: Bi kontrola edlî hat berdan
- Gulser Yildirim: Beraat
- Gunay Kubilay: 16 sal cezayê hepsê
- Sebahat Tuncel: 12 sal ceza lê birîn û berdan
- Selahattin Demirtaş: 42 sal ceza lê birîn / Ji 47 dozan ev ceza dan hev û wisa lê birîn.
- İbrahim Binici: Beraat
- İsmail Şengul: 16 sal cezayê hepsê
- Meryem Adibelli: 9 sal cezayê hepsê lê birîn û berdan
- Mesut Bagcik: 9 sal cezayê hepsê û hat berdan.
- Nazmi Gür: 18 sal cezayê hepsê
- Pervin Oduncu: Cezaya muebetê lê birîn.