Diyarname
HuseHuseyîn Aygun piştî hat berdan qala girtina xwe û tiştên hatin serê wî kir. Vane gotinên Aygun:
- Ji serî de tirseke min nîn bû. Min texmîn dikir ku ev çalakiyeke propagandayê ye.
- Di destê PKK'ê de di serî de qeymeqamê me, gelek leşker û sivîl hene. Ez hêvî dikim ev bûyera xirab bibe sedema ku pirsgirêka wan bikeve nav raya giştî. Li gor gotina wan ev yek mazûvaniyek bû. Ev bûyer bila bibe sedem ku kesên hatine desteserkirin meseleya wan bikeve rojevê.
- Li wir hurmet nîşanî min dan.
- Hevalên ciwan ez revandime, herhal hêzên herêmî bi însiyatîfa xwe ev yek kirine.
- Bahoz Erdal pirsî, got me bûyereke wisa bihîstiye, rast e yan na? Wan piştî got erê. Wî got: Ewlehiyê derxin asta herî bilind. Bila zerar negihîje neynûk3e wî jî.
- Ez bi çiyayên Dêrsimê dizanim, ev der axa min e. Ji ber bûyereke wisa be jî, ez hinek derketim çiyê.
- Ji min xwest ez bi serê xwe siyasetê bikim. Min got ev biryar aîdê min bi xwe ye.
- Piştî min berdan, ez hembêz kirim û min şandin. Gotin hevalên vê derê ji bîr neke. Min jî got; Ji bo aştiyê ezê zêdetir bixebitim.
***
Nûçeya eleqedar:
- Deqeya dawî: Huseyin Aygun serbest berdan
- 'Aygun dê serbest bê berdan'
- Mebûsê CHP'ê Aygun hat revandin


