logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • Dîrok: 20/07/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026

 

___ Yaqob Tilermenî___

Ew destên Lionel Messiyê ciwan ên di teşta Unescoyê de av li Lamine Yamalê pitik dikir, jê re bûye şîfa û ew ber bi qadên hêşîn ên gogên lingan ve dehf daye û di 19’ê tîrmeha 2026’an de ew anîne hemberî hev. Di serencamê de tîma futbolîstê mezin Lionel Messi derket hemberî tîma futbolîstê dahatûyê Lamine Yamal, û Yamal bi tîma xwe re bûn şampîyonê Kûpaya Cîhanê ya 2026’an.

TEVGERÊN DERVEYÎ CENTÎLMENIYÊ
Di du dewreyan de futbolîstên Sspanyayê %90 serdestên maçê bûn. Arjantîn bi zixtan xwestin bi ser bikevin, lê herî dawî ji ber tevgerên çors qerta sor a futbolîstê arjantînî Fernandez tîm wekî 10 kes hişt. Bi vê sedemê hêz û qudreta tîma Spanyayê hîna bêtir derket pêş. Leondro Paredesê arjantînî û hin futbolîstan ji zorê xwestin spanyolan hêrs bikin û tevgerên derveyî centilmenîyê nîşan dan; lê sekna futbolîstên spanyolî rê neda pevçûnên mezin, û bi tevgerên xwe jî serkeftî ji maçê derketin. Jixwe di dawiya maçê de jî Paredes rik û nefreta xwe bi ser spanyolîyan ve rijand.

DU PERGALÊN LÎSTINÊ, DU EKOL
Di rastiyê de her du tîmên derketin fînalê, ne bi rêya futbolîstan tenê her wiha bi rêya metodolojiya lîstik û ekola xwe mane heta dawiyê. Bi vî awayî du pergalên lîstinê û du ekolên futbolê hatin hemberî hev û 120 deqeyên bi futbolê têr û tijî pêşkêşiyek ji du mîlyar mirovên temaşekar re hiştin. Yanî li paş reqabeta futbolîstan “geşedanên hişmendî”yê hene. Ev geşedan, xwedî zanist, tecrube, metodolojî, pîvan, teknîk û taktîk û her wiha xwedî stratejiyeke dêrîn e. Bi van sedeman Arjantîn û Sspanya derketin fînalê û 22 futbolîstên xwedî şiyanên serkeftî danîn hemberî hev. Her çiqas Spanya ji serî heta dawiya maçê bi lîstika xwe li pêş bû, Arjantîn jî bi parastin û teknîka xwe destûr nedan ku raqîbê wan encamekê wergire, di vî warî de tîma Arjantînê jî serkeftî tê hesêb. Ji ber ku her du tîmên xwedî lîstikvanên xwedîşiyan, bi hafize, bi pergala pêşketî, bi ekol û metodolojiya xwe wekî febrîqeyên afirîneriya futbolîstên xwedîstêrk diafirînin.

HER DU TÎMÊN SPANYOLÎAVÊV
Her du tîmên spanyolîaxêv, ji mêj ve ye xwedî dîrokeke hevpar in û reqabeta wan hinekî li ser binyateke qedîm rûniştiye. Di sala 1516’an de deryavanê spanyolî Juan Diaz herêma Arjantînê keşif kiriye û bi vî awayî li wan axan hikumraniya spanyolan dest pê kiriye. Bi sedsalan re Sspanya ji bo pergala herêmê xurt bike, ji erdên Arjantîn, Uruguay, Paraguay û Bolîvyayê Walîtiya Giştî ya Rio de la Plata ava kiriye û Buenos Aires wekî paytext diyar kiriye. Ev serdema dagirkeriyê berî bi 210 salan, di 9’ê tîrmeha 1816’an de bi dawî bûye û Arjantînê serxwebûna xwe bi dest xistiye. 

SEKANBÛNA SPANYA
Dibe ku ew hêrs, agresîfî, çorsî û hêza zêde ya futbolîstên Arjantînî pêwendîdarê wê dagirkeriyê be. Ji lew re tîma Arjantînê wekî ekîb futbola wan req e, ji temaşekaran dixwazin ku her tim dengên xwe bilind bikin û piştevaniyê li wan bikin, li hember raqîbên xwe û hakêman ji gotina xwe danakevin û hêrsa xwe her tim zindî dihêlin. Lê sekanbûna raqîbê wan ê bi navê Sspanya, li hemberî hemû kiryarên wan heta dawiya maçê lîstikek organîzeyî lîstin û bi ser ketin. 
Li maçê serokê DYA’yê Donald Trump jî temaşekar bû û di dawiya maçê de kûpaya zêrîn û madalyayên futbolîstan ligel Serokê FIFA’yê dan futbolîstên her du tîman. Hin futbolîstan bi helwestên sar di ber Trump re derbas bûn û ev helwestên wan dû re derbasî manşetan bû. Helwesta Trump a dema pîrozbahîya futbolîstên Spanyayê jî bû sedema nûçeyên dîtir. Qada futbolê li Eyaleta New-York Cityê bû ku di 1’ê rêbendanê/çileyê de şaredarê wê yê nû Zohran Mamdani yê li Ugandayê çêbûyî û hîndûyekî misilman e. Ji ber ku Mamdanî mixalifê Trump bû, me ew li cem hev nedîtin, lê Mamdanî li trîbunan di protokole de rûniştîbû. Mamdani roja yekşemê berî fînala dêwasa ji bo çapemeniyê bi zimanekî polîtîk axivîbû û gotibû ku hemû tîmên ku piştevaniya wan dikir, ji tûrnûvayê veqetiyabûn. Bi vî awayî xwe li hemberî her du fînalîstan wekî bêalî nîşan dabû.    

ENERJIYA HEMÛ SPANYOLAN BÛ GOL
Bi destpêkirina dewreya duyemîn a dirêjbûyî Ferran Torres di deqeya 106'em de bi pasa Williams JR. re bi gola xwe Spanya kir 1-0. Di rastiya futbola roja me de mirov dikare bibêje ku ew gol bi tenê ne ya lîstikvan Torresî bû, enerjiya potansiyelî ya civiyayî ya hemû futbolîstên spanyolî bû ku teqiya û veguherî enerjiyeke dîtir a serkeftinê: Ev rêgez zanista fîzîkê ye ku tu enerjî tu caran tune nabin û vediguherin enerjiyeke din.   
Her çi qas her du tîm jî mîna febrîqeya futbolîstên stêrkî dixebitin jî, stêrkên futbola roja me li gora şêwaza lîstinê dikarin karîn û şiyana xwe nîşan bidin. Ji ber ku lîstik di navbera êrîş û parastinê de diçe û tê, stêrkên wekî Messi digel hemû hêz û zanîna xwe nikarin bi serê xwe her maçê bi ser bixînin. Maça dawî ev encam nîşanî futbolhezan da ku futbolîstên wekî Inaki Williams û Rodri bi karîn û cehda xwe ya li qadê bûn benê herî qewîn ên navbera êrîş û parastinê, û fersend nedan futbolîstên arjantînî ku karibin Messi di tevgerê xin. Ji ber wê jî, hêrs û qehra hevrêyên Messi rê li serkeftinê venekir û herî dawî bûn duyemînê kûpayê.

JIYANA TRAJÎK A WILLIAMS’Î
Mirov keda futbolîstên wekî Williams bi bîr bixe û heqê wî jî teslîm bike, nirxandin dê bigihîje cihê xwe, çinku Torres bi pasa wî kilîta serkeftinê vekir. Williams jî fena Yamal bi xeyalên jiyana Ewropayê ya dê û bavên xwe jîyanên trajik jîyane û gihîştine Ewropayê. Dê û bavê Williams dema ew di zikê dêya xwe de bû, di ser Çola Sahrayê re bi meşê û bi rêya qaçaxçiyan di ser Fasê re gihîştine herêma serbixwe Melilla ya di bin hikumraniya Spanyayê de. Malbatê destpêkê li Spanyayê mafê penaberiyê wernegirtine û li ser pêşniyaza parêzerekî, wan xwe wekî hemwelatiyên Liberya ya di nava şer de rê dane û encax bi van hincetan penaberiya wan hatiye pejirandin, û li Bilbaoyê Williams hatiye dinê. Ev Williams di her ketina maçê de kedeke mezin daye û di serkeftinan de bûye xwedî pareke girîng. Ew jî wekî Yamal bi pest û cehdeke mezin di maçan de maye. Li dû maçê dema ji Yamal sedema pesta wî ya li maçê hat pirsîn, wî bi bersiveke polîtîkî hemû dîrokçeya xwe û yên mîna xwe wiha rave kir: “Dêya min di 16 saliya xwe de ez anîme jiyanê, û pesta esil ew e. Bavê min ji bo karibe xwarinê ji kuçeyê bîne, li kolanan li alavan digeriya, ew e pest. Ê min tek tiştê ku divê bikim, lîstina futbolê ye.”   

KURDÊN PIŞTA ARJANTÎNÊ, KURDÊN PIŞTA SPANYAYÊ DIGIRTIN
Ji berî ya maçê heta xuleka destpêkirina wê, kurdên li ser tora civakî bi hişmendîyên cuda bûn piştevanên her du tîman. Kurdên ku hêla wan a çepgirî li pêş, meseleya kolonyalîzma Spanyayê ji xwe re kirin hincet û bûn alîgirê tîma Arjantînê. Di vî warî de gotinên qelew ên der barê kolonyalîzmê berze kirin. Kurdên ku hêla wan a îslamîst li pêş, piştgirîya Dewleta Spanya ya bi Filistînê re ji xwe re kirin hincet û bûn alîgirê tîma Spanyayê, her wiha Arjantîn bi biratiya Netenyahû re tawanbar jî kirin. Lê dema mirov li jiyana trajik a hin lîstikvanan dikole, ew çîrokên kolonyalîzmê û piştevaniya Filistînê bêwate dimîne. Ger mirov dê di taqa futbolê re temaşe bike û alîgiriya xwe destnîşan bike, divê li mafê heqkirina bidestxistina pêşbaziyê jî binihêre. Lê wekî me di nivîsên destpêkê de nivîsandî, futbol bi tenê ne futbol e û polîtîk e jî. Ji serî heta dawî tîma Spanyayê qezenckirin heq kiribû û vê carê derziya edaleta futbolê li ser nîka wan rawestiya. Spanya bû şampiyonê Kûpaya Cîhanê ya 2026’an…
Wekî serencam, me bi Deniz Undavê kurd dest bi nivîsên xwe yên Kûpaya Cîhanê kir û em dîsa bi wî biqedînin. Deniz Undav di 19’ê tîrmeha 1996’an de hatiye jîyanê û roja pêşbaziya fînalê bûye 30 salî. Em jê re saxî û serkeftinan dixwazin û hêvî dikin hejmara Denizên nû li futbola kurd û Kurdistanê zêde bibe. Rêya vekirî a li ber Denizan jî, niha Amedspor e.
20.07.2026 / Swîsre
 

***

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

***

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

 

 

 

Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsên Yaqob Tilermenî yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

 - Messi, tu çi şexs î ?

- Şerma Gijonê

- Gelo di futbolê de edalet heye?

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

***

 

DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN: 

- Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

- Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

- Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

 - Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!

- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
 Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin

**

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

FIFA'yê 11'ên Herî Serketî yên 2026'an eşkere kirin

news
  • 20 07 2026

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

news
  • 19 07 2026

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

news
  • 19 07 2026

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

news
  • 19 07 2026

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

news
  • 19 07 2026

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kobanî ji çeteyan hate paqijkirin

ad

Teberê Tirkiya de vengdayiş dest pa kerd

ad

Klîba Hefteyê: Xewna Giran

ad

Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?

ad

Li Agirî û Norşînê dengdana di bin zexta polîsan

ad

Li Îranê ketina înternetê zehmet e!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname