Diyarname
29'ê rezberê Roja Dil a Dinyayê ye. Di vê rojê de ji bo parastina dil divê mirova çi bike?
Yekemîn car sala 2000'î de ev roj hatiye pîrozkirin. Ji wê rojê de her sal balê dikişînin ser dil, nexweşiyên dil û parastina wê.
Va ne agahiyên li ser vê:
- Nexweşiyên dil û rehan wekî sedemên mirinê li dinyayê rêza yekemîn de ne.
- Di sala 2013'yan de ji her 5 kesan kese ji ber nexweşiyên dil-reh dimiriyan. Û ev rêje her ku diçe zêdetir dibe.
- Li Tirkiyeyê her sal 300 hezar kes qeyrana dil derbas dikin. Ji van 125 hezar dibin sedema mirinan.
- Li gor îstatîstîkan di sala 2023'yî de salane 22,2 mîlyon kes dê ji ber van nexweşiyan bimirin.
- Bi taybetî şiklê jiyanê dibin sedema van neweşiyan û helbet mirinê.
- Di asta sedî 80'ê de ev tişt dibin sedema nexweşiya dil-rehê û mirinê: Cixare, hîpertansiyon, bezên xwînê ên ast bilind, genetîkbûna nexweşiya dil a li nav malbatê, qelewî, bêtevgermayîn, nexweşiya şekir
- Tiştên ji bo dil bêne kirin
*Ji bo her demê divê tevgera fizîkî hebe. Xwe ji bêtevgferî, her rûniştinê dûr bigirin, hereket bikin.
*Roja nîv saet- saetek bi asteke normal bimeşin.
*Tiştên bi tendurist bixwin. Sebze û mêwe bixwin.
*XWe ji titûn û tiştên titûnê dûr bigirin.
*Zêde xwê bikar neynin.
*Bizanin ku talûkeya we ya kardîyovaskuler di çi astî de ye.
*Rewşa xwe bipîvin, kîloyên we bila li gor we bin, qelew nebin.
*Asta lêdanaxwînê, xwîna şekir, beza li nav xwînê hîn bibin û daxin asta normal.
*Û li gor şîretên doktoran tevbigerin.