Diyarname
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) îro bi merasimek ku li Çiyayê Şengalê li dar ket bi awayekî fermî ket bin Artêşa Iraqê.
Li gor agahiyên YBŞ'ê 4 hezar û 165 endamên wan beşdarî Dezgeha Ewlehiya Federal a Iraqê bûne.
Fermandariya YBŞ'ê got ku divê divê mafê Şervanên wan were parastin, ewlehiya Şengalê û taybetmendiya gel bê misogerkirin, vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê were misogerkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê komkujî pêk anî, lê Çiyayê Şengalê bi leheng û zarokên xwe li ser piyan ma û wiha got, "Ji bo parastina gelê ku rastî komkujiyê hatibû, YBŞ û YJŞ ji nav êşê û îradeya jiyanê derketin. Şervanên me ji bo parastina gelê me û axa me, 530 şehîd û bi sedan birîndar dan."
Di axuyaniyê de hatiye gotin ku Şengal beşek ji Iraqê ye û wisa hat gotin, "Hêza dewletê bi şiyana hembêzkirina welatiyên xwe û dabînkirina mafên wan tê pîvan. Serkeftina peymanê pêwîstî bi bicihkirina cidî ya xalên wê, çareserkirina şopên jenosîdê, eşkerekirina çarenûsa windayan û avedankirina Şingalê heye."
Di merasima entegrekirina hêzên YBŞ'ê de Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê, Parêzgarê Nînowayê û rayedarên Artêşa Îraqê jî amade bûn.


