logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
  2. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  3. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  4. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  5. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
news-details

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • Dîrok: 15/07/2026
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2026


___Cemil Oguz___

Maça nîv fînalê ya dawî di navbera Îngilistan û Arjantînê jî temam bû: Arjantin bi 2-1'ê bi ser ket û çû fînalê. Arjantînê di sala 2022'yan de jî ev kûpa girtibû dixwaze dûbleyê çêbike..

Maça ku ji bo fînalê dê reqîbê Spanyayê diyar bike li Stada Atlanta dest pê kir. Li aliyek Arjantînê ku 2022'yan de li Qetarê ev kûpa girtibû dixwest duble bike; li aliyê din Îngilistanê ku ev 60 sal bûn ev kûpa carek din negirtibû dixwest here fînalê.

Her du tîman serketin dixwest, her duyan fînal dixwest. Her duyan û nav û navnîşan, nas û pênase dixwest. Di rewşeke wisa de maçê reqabeteke gelek mezin dest pê kir. 15 deqeyên pêşî her dijwar bû; bi faûalan derbas bû. Her du aliyan jî her lîstikvanên hev li erdê dixistin; bi vî awayî nedihiştin bilîzin. Di nîveka pêşî de tenê ev yek derket pêş. Kêm şût, kêm pozîsyon lê maçeke ku hêvî dihêle ji bo 45 deqeyên din.

45 DEQEYÊN XWEŞ LI PÊŞ ME BÛN
Di 45 deqeyên duyem de maçeke xweştir li pêşberî temaşevanan bûn. Her tişt hebû; pozîsyon hebûn, şût hebûn, pas hebûn, reqabet hebû û daxwaza serketinê hebû; ev hemû di lûtkeya herî bilind de bûn. Di rewşeke wisa de deqe 55; Morgen Rogers gog şand ber keleha Arjantînê, ji bo Anthony Gordon tenê lêdan mabû: 1-0.
Îngiliz bi coş bûn, îngilîzan stand dihejand. Îngîlistan derketibû pêş lê Arjantînê ku dest ji maçê berde tune bû li holê. Messiyê ku carek din ev kûpa dixwest hebû. Bi taybetî piştî 75'an hê zêdetir Arjantîn bi bandor bû. Pozîsyon hebûn, şût hebûn û helbet di encamê de dê gol jî hebana.
Îngilistan piştî golê vekişiya bû paş, parastineke xurt dikir, bi 10 kesan parastin dikir, golavêj Kane jî li parastinê bû. Belkî dixwestin wisa bi ser bikevin, lê hesabê Arjantînê nekiribûn, loma jî karîn 85 deqe ber xwe bidin.
Deqe 85; Fernandez deqeyek berê şûtek mikemel avêtibû lê encam tune bû; vê carê encam diyar kir: 1-1.
Arjantînê ku ji serê maçê ve heta niha bi Messi her korner bi pasdayînê bikar anî bû, dîsa wisa kir. Ji ser xala kornerê re Messi gog da hevalê xwe, dîsa gog bi paş ve girt û ji bo Enzo Fernandez şand: Fernandez bi qasî ku Pickford vê carê nikare xwe bigihîne gogê lê da. Pickfordê gelek gog ji kelehê derxistibû vê carê bi bê hêvî li erdê dirêj bû. Wekhevî çêbûbû û serdestiya moralê ketibû destê Arjantînê.

90 deqe temam bûn, hakêm 9 deqe li maçê zêde kirin. Maç li holê bû, wekhevî hebû, lê Arjantîn hê zêde bi mora bû. Tîma ji paş hatibû û wekhevî bi dest xistibû, wekî maçên berî vê dîsa dixwest dinyayê bo xwe bizivrîne, dinyayê li dor xwe bizivirîne. Wisa kir jî: Deqe 90+2; Messi carek din li meydanê bû; Vê carê gog ji bo Lautaro Martinez şand. Ew gog çawa şand, ew gog çawa bilind kir, ew gog çawa çû pêş kelehê kesî nedît û Martinezî encam diyar kir: 2-1.

Bi vê serketinê Arjantîn çû fînalê û bû reqîbê Spanyayê. Îngilistana îro û Fransaya ku duh têk çûbû, dê maça sêyemînî bilîzin.

KÎ ÇEND CARAN KÛPA GIRTIYE?
Heta niha ev dibe 23 caran ev tûrnûva li dar dikeve; serdestî di destê Brezîlyayê de ye. Herî zêde Brezîlyayê bi 5 caran ev kûpa girtiye. Dûre Almanya û Îtalya bi 4 caran tên. Dûre bi rêzê Arjantîn 3, Fransa û Uruguay 2 û Îngilistan û Spanyayê jî her yekê carek ev kûpa girtiye.

ÇEND GOTIN BO MESSI
Messi di hemû maçên Arjantînê yên îsal de sembola hêviyê bû, her carê hewl da û gelek caran tîma xwe ji têkçûnê rizgar kir; îro jî heman tiştek kir. Ew lehengekî taybet bû. Ew sembola serketinê bû. Ew kesê dest ji berxwedanê bernade bû di vê maçê de jî dest ji berxwedanê ber neda. Encam? Encam "Berxwedan jiyane" bû bo Messi; encam "Berxwedan Jiyane" bû bo Arjantînê. Di maça ku tîma wî bi 1-0 bi paş ve ketibû de du caran asîst kir û encam hat serketinê.
Messi di vê tûrnûvayê 10 asîst kirin û rekora Maradona jê girt. Di Kûpayên Cîhanê de Maradona 8 caran asîst kiribû û rekor di destê wî de bû; Messi îro bi 2 asîstan hejmara asîstên xwe derxist 10'an û rekor bi dest xist. 
Li aliyê din Messi bi golên ku avêtine (21 gol) bûye lîstikvanê ku di Kûpayên Cîhanê de herî zêde gol avêtine. Dûre Mbappe bi 20 golan tê. Miroslav Klose bi 16 golan tê ku berî vê tûrnûvayê ev rekor di destê wî de bû.
Her wiha Messi li vê tûrnûvayê ligel Mbappe lîstikvanê herî zêde gol avêtiye ye. Yê her du yan jî 8 gol hene ji bo vê tûrnûvayê. Di vê tûrnûvayê de ji Norwecê Haaland 7 gol, ji Îngilistanê Kane û Bellingham jî her yek bi 6 golan tên.
Û Messi ji golavêjekî û ji golavêtinê wêdetir e; Messi hêvî ye bo hevalên xwe, Messi mişkê qulikan e ku ji qula herî biçûk re dikeve hundir, ji qula herî biçûk re gogê dişîne, pasê dişîne. Messi ne saniye, ji çirkeyê wêdetir e ku dikare di çirkeyek de plana defansa reqîb ser û bino bide û têk bibe. Û wisa kir jî. Messi hezkirinê, Messi pîrozbahiyê, Messi text û taca herî jor heq dike.

 

***

Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026

***

Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)

***

 


DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:

 - Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!

- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!

- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!

- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî

- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
 Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin

- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin

**

- Şerma Gijonê

- Gelo di futbolê de edalet heye?

- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê

- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din

- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn

- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de

- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan

 

 

 

 

 

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:

LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

 

 

***

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

Pirtûkên kurdî diçin Tetwanê#shortsvideo #shortsviral #shortsdiyarname# #podcast

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news
Kûpaya Cîhanê 2026 - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

FIFA'yê 11'ên Herî Serketî yên 2026'an eşkere kirin

news
  • 20 07 2026

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

news
  • 19 07 2026

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

news
  • 19 07 2026

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

news
  • 19 07 2026

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

news
  • 19 07 2026

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Ji bo bîranîna Kadîr Înanir otobus xemilandin

ad

Piştî Licê kîjan şaredariyan reqor şikand?

ad

Di sedsala 21'ê de lêkolînek balkêş: Ji 10 malbatan 9 jê goşt nabînin!

ad

7 rocî de 2 tenî sûran ra gunay erd ro

ad

Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand

ad

Xwedê temenekî dirêj bide wan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

  • 06 08 2026
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname