___ Yaqob Tilermenî___
Havîna dijwar a germ bi maçên Kûpaya Cîhanê ya 2026’an hinekî din germtir bû û herareta futbolhezan di her maçê de de hinekî dîtir bilindtir kir. Ji ber ku tîmên ji girav û welatên rêjehindik bi lîstikên xwe mirov şaşwaz kirin û çêjeke nedîtî bi mirov re çekirin. Misir, Kolombiya, Kongo, Cape Verde, Cezayîr û tîmên din bi hêvî û serkeftinên xwe serdestiya welatên Ewropayê hinekî şikenandin û ji bo tûrnûvayên dahatûyê hêviyên mezin dan temaşekaran.
BETLANEYA HAVÎNÊ BI COŞ DERBAS BÛ
Tîmên Ewropayê yên wekî Almanya, Swîsre, Norveç, Xirvatistan, Belçîka bi hêviyeke mezin derketin maçên xwe. Lê wekî me berê jî di nivîsên xwe de rave kiribû, carnan helwestên hakeman, carna edaleta futbolê destûr neda ku ew welat heta dawiyê di tûrnûvayê de bimînin.
Di her du pêşbaziyên çarîk-fînalê de mirov ji her çar tîmên wekî Spanya, Fransa, Îngilistan û Arjantînê bi kelecan û metelmayîn li hemberî wêneşanên televîzyonê rawestî man û betlaneya havînî bi coş û xiroş derbas kirin.
PASÊN MÎLÎMETRÎK ÊN MESSI
Spanya, Fransa û Îngilistan ji nava 64 welatên cîhanê wekî sê tîmên welatên Ewropayê yên tîmên ji çarnikarê cîhanê li ser dika goga lingan rawestî man û xurtbûna xwe ya li hemberî welatên parzemîna Afrîka, Amerîka, Asya û yên dîtir îsbat kirin. Ji parzemîna Amerîka jî digel ku tîmên hêja û serkeftî hebûn, wekî temsîlkarê wan bi tenê tîma Arjantînê bû berdevk û nûnerê Amerîkaya Başûr, li ser dikê cihê xwe bi serbilindî girt. Digel ku tîma Swîsreyê ji ber qerta sor a futbolîstê xwe Embolo gilî û gazin ji hakeme maça Swîsre-Arjantînê dikirin jî, kaptan Messi û rêhevalên wî bi maça xwe ya li hemberî Îngilistanê eşkere nîşanî her kesî dan ku ew bi hêza xwe ya lîstinê pêdivî bi biryarên hakêman tune ye. Messi bi pas û asîstên xwe bi awayekî mîlîmetrîk gog ji rêhevalên xwe re şand û keremî wan kir ku wan asîstan veguherînin golan. Bi rastî jî di maça xwe ya dawîn de îsbat kir ku ew futbolîstê herî zîrek û golavêj û asîstavêjê herî xurt e. Mirov li hemberî asîstên wî xwe bi xwe dibêje, “Messi, tu çi şexs î?” û bawer dike ku ew mirovekî ne ji vê gerdûnê ye. Ji xwe bi heşt golên xwe nîşan daye ku ew golavêjekî serkeftî û li pêş e. Bi lîstika xwe yan pasên golan dide hevalên xwe yan jî ew bi xwe gogê dişîne tora kelehvanan.
Di maça Arjantîn-Îngilistanê de tîma Îngilistanê heta deqeya 85’emîn jî 1-0 li pêş bû, bi asîsta Messiyî di deqeya 85’emîn de bi gola Fernandez skor bû wekî hev. Gola ku Arjantîn derbasî fînalê kir, dîsa bi asîsta Messiyî di deqeya 90+2’yan de ji Martinez hat. Di deqeyên mayîn de Îngilistan tu gol bi dest nexistin û xeyala xwe ya Kûpaya Cîhanê ya ji sala 1966’an û vir ve pêk neanî.
PAS Û DENGE ‘OLÊÊ’
Maça din a heraretbilind,, pêşbazîya navbera Fransa û Spanyayê bû. Digel ku otorîteyên futbolê şansê tîma Fransayê wekî %60 nîşan didan, tîma Spanyayê bi lîstika xwe nîşanî her kesî dan ku ew bi awayê teknîk û organîzeyî dikarin nehêlin lîstikvanên Fransayê li ber xwe bidin. Dilê min bi ser tîma Spanyayê ve bû û du golên Oyarzabal (deqeya 22’yem, bi penaltiyê) û Pedro Porro encama maçê diyar kirin û Spanya derxistin fînalê. Bi vî awayî futbolîstên spanyol gog di nava lingên xwe re birin û anîn û bi her pasê re jî terefgirên Spanyayê dirûşmeya OLÊÊ berze kirin. Dikarim bibêjim, Spanya bi lîstika xwe ya organîzeyê rê tîma Fransayê dan ku wan ev çarîk-fînal heq nekiribûn. Ji lewre Mbappe, Dembele, Olisê û futbolîstên din tu hewldaneke hêja dernexistin pêş.
Hêza tîma Arjantînê û teknîka Spanyayê derî ji pêşbaziyeke tijî surprîz li ber futbolhezan vekirî hişt û kelecaneke nûtir li Kûpaya Cîhanê zêde kir. Ji Messi hez dikim, dilê min bi ser Spanyayê ve ye, ji ber hindê min texmîna maçê ji keça xwe Yezda pirsî.
-Di maça Spanya-Arjantîn de kî dê bi ser keve?
-Spanya.
-Çima?
-Spanya xweş dilîze.
-Lê di tîma Arjantînê de Messi heye.
-Aa, erê. Lê dixwazim Spanya qezenc bike.
16.07.2026 / Swîsre
***
Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de nivîsên Yaqob Tilermenî yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Gelo di futbolê de edalet heye?
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
***
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin
**


