Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de maçên çarîk fînalê dest pê kirin. Duh êvarê Fransayê Fas têk bir û çû nîv fînalê. Îro maça Spanya û Belçîkayê heye.
FRANSA BI 2 GOLAN ÇÛ
Fransa û Fas li Stada Bostanê hatin hemberî hev. Di deqîqeya 25'an de Mbappe ku ket nava sehayê, ji aliyê Mazraoui ve hat daxistin û hakem xala penaltiyê nîşan da. Lîstikvanên Fasê gelek îtîraz kirin, lê biryara hakêm neguherî. Mbappe gog li ser xala spî çikand û lê da, lê qeleparê Bounou destêr neda golê.
Mbappeyê nekarî penaltiyê veguherine golê lê di deqîqeya 60'an de golek xweş avêt û encam anî 1-0'ê. Di deqîqeya 66'an de vê carê lîstikvanê jîr ê fransiz Dembele wekî bêje ez jî li vir im, encam diyar kir: 2-0.
MAÇA ÎRO: SPANYA - BELÇÎKA
Di maça îro de Spanya û Belçika tên hemberî hev. Ji van kîjan bi ser bikeve di nîv fînalê de wê bibe reqîbê Fransayê. Maça îro saet 22.00'an de dest pê dike.
***
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin
**
- Gelo di futbolê de edalet heye?
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan


