Gelek hunermend beþdarî Konsera 30 saliya NÇM'ê dibin
Diyarname
Navenda Çanda Mezepotamyayê (NÇM) ji sala 1991'ê li ser çanda kurdî xebata xwe dike. Heta niha di gelek warên çand û hunerê de, di warê ziman de xebat kirine û hê jî vê xebata xwe didomîne. NÇM niha ji bo pîrozkirina 30 saliya xwe konsereke li dar dixe. Di konserê de gelek hunermend dê amade bin.
Konsera ku bi navê "Berbang" hatiye organîzekirin 16'ê vê mehê saet 18'an de li Bostanci Kultur Merkezi ya li Bostanciya Stenbolê li dar bikeve.
Di konserê de Xêro Abbas, Gulseven Medar, Mikail Aslan, Koma Jinên Sûrê, Ferit Elalmiþ, Engin Cengiz, Deniz Esmer, Genim, Weysi Ermiþ, Nuray Baliktir, Ugur Can, Nurcan Degirmenci, Rûken Yilmaz, Umit Uçar, Mervan Tan, Nurhak Kilagoz û Talat Yeþil bi muzîk û stranên xwe wê li ser dikê bin. Her wiha Koma Folklorê ya Jinan Sulf, endamên MA Muzîk jî wê hunera xwe pêþkêþ bikin. Ji bilî van Koma Hinek Henek jî dê hin starên xwe reng bidin þevê.