Diyarname
We digot qey keşe tenê di navbera qul û Xwedê de navbeynkar in? Ger hûn wisa difikirin, hûn şaş difikirin, ji ber ku niha keşeyan biryar daye ku ji bo zewacê di navbera keç û kuran de navbeynkarî bikin.
Ger hûn bêjin ev ji ku derket? Em bêjin:
Li ser vê yekê BBC nûçeyek çêkiriye. Nûçegîhanê BBC çûye çiyayê ku keşeyên Budîst lê û dest bi karê navbeynkariyê kirine.
Li gor nûçeyê ji ber ku li welat asta zarokanînê daketiye, derfetên ku keç û xort hev bibînin û bi hev re bizewicin kêm bûye, wan dest bi 'alîkarî'yeke wisa kiriye. Ev "alîkarî" jî ew ku keç û kurikan bi hev bide nasîn, ew bi hev re bizewicin û zarokan bînin.
LI PERESTGEHA PALGONGSAN'Ê
Keşeyên Budîst li perestgeha Palgongsanê ne ku ev der ji sedsala 8'an ve heye. Keşeyan niha xebatek/çalakiyek daye dest pê kirine. Li go nûçeyê "çalakî" 30 saetan didome.
Keç û xort diçin ser vê çiyê, li vê perestgehê hev dibînin.
Keçeke 28 salî Kim Ah-kyung (navê wê yê Budistî Sunhyeji ye) piştî ji Seulê veqetiyaye û çûye li başûrêrojhilatê welat dest bi kar kiriye, nikariye yekî ji xwe re bibîne û beziwice. Ew dibêje, "Firsenda ku ez û kurik em hev bibînin tune ye. Di navbera mal û cihê kar de ez diçim û têm. Tu hobiyeke min tune ye. Min xwest hobiyeke saz bikim lê hemû aktîvîte wekî hev bûn."
Her wiha ew dibêje hemû mêrên li ofîsa ew lê dixebite temen mezin in.
Nûçe radigihÎne ku dema jin tên peresgerê kurik pêşwazî li wan dikin û çenteyên wan hil didin dibin odeyên wan.
KURIK GULEK PLASTÎKÎ DIDIN KEÇIKÊ
Di dema navrojê (firavîn) kurik keça ku bixwazin ligel wê hevdîtinê bikin gulek plastîkî didin wê. Bi vî awayî sohbeteke ku her du alî jî jê razî ne dest pê dike.
Di dawiya çalakiya her du aliyan de keşîş bo wan axaftina dawî dike û peywira wan a "zarokanînê" bibîr dixe.
SEDEMA KÊM ZAROKANÎNÊ
Li Koreya Başûr hejmara zarokanînê gelek kêm bûye. Hinek wekî sedem zêdebûna maliyeta xanî û tiştên din nîşan didin û rewşa debarê vê nîşan didin. Li gor hinan jî li Koreya Başûr wekî berê "flort" bi paş ketiye loma.
'WELAT LI BENDA 'PEYWIR'A WE YE'
Ev "çalakiya" hatiye destpêkirin bi piştgiriya perestgeh û dewletê bi xwe hatiye dest pê kirin.
Keşîş wisa difikirin, "Di dema ku welatê me ketiye nava zehmetiyê her keşe ketine nava tevgerê. Kêmzarokanîn qeyraneke neteweyî ye. Divê em tiştek bikin."
Û keşîş di axaftina ku ji bo kur û keçan dikin de wisa dibêjin,
"Welatê me di nav zehmetiyê de ye, 'peywir'a xwe bînin cih û welat rizgar bikin. Ev peywir jî 'zewicandin' e."

Vîdeoya nûçeyê ev e:


