logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

'Doxîn 18+' li benda we ye!

Dema reqema 18+ derkeve pêşberî we çi tê bîra we? Lê ger navê pirtûkek be? Vaye pirtûka "Doxîn 18+" derket.

  • Dîrok: 29/11/2013
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Dema reqema 18+ derkeve pêşberî we çi tê bîra we? Lê ger navê pirtûkek be? Vaye pirtûka "Doxîn 18+" derket.

"Doxîn 18+" pirtûka Mehmet Devîren e ku ji Weşanên J&J derketiye. Pirtûk li ser çîrokên (çîrçîrokên) 18+ yên gelêrî yên kurdan e.

Di nav kurdan de gelek çîrok û çîrçîrokên li ser doxînê, seksê, pevşabûnê hene. Li nav civatê vegotina wan ne eyb e. Gelek caran jî ji bo dersê, ji bo şîretê têne bikaranîn. Li hin herêman çîrokên bi vî rengî zêdetir in, lê pir-hindik, li her herêmê hene. Heta niha ew di nav pirtûkan de yek bi yek be jî derketine pêşberî xwendevanan lê niha xebateke taybet li ber destê me ye; pirtûka "Doxîn 18+" ku ji van çîrokan hatiye amadekirin û weşandin.

Nivîskar Devîren di pêşgotina pirtûkê de gotiye "Beriya her tiştî ez lêborîna xwe ji hemû kurdan dixwazim. Di vê berhemê de pêkenokên kurdan ên berê yên ku di civatan de nayên gotin lê ji civatan belav dibin hene. Ji bo parastina van pêkenokan ev berhem hatiye amadekirin." Belê divê ev pêkenok bêne parastin, divê bibin pirtûk û mirov bixwînin jî lê çima lêborîn? Ji ber çîrokên li ser têkiliya pevşabûnê ne? Ji ber ku li ser doxînê ne? Bi ya min ne hewceyê lêborînê ye. Tiştê ku li nav civatê hebe, em çima wan berhev nekin û belav nekin? Her wiha nivîskar pêkenok dibêje lê belkî mirov nikaribe navê "pêkenokan" jî lê bike. Ji ber ku di pirtûkê de hin çîrok hene mirov pê nakene lê difikire. Jixwe di her destpêka çîrokê de rêzek hatiye bi cih kirin ku ji ser wê rêzê re bingeha çîrokê hatiye sazkirin.

Bi ya min ev çîrok jî wekî çîrokên din ên gelêrî gelek hêja ne û bi weşandina berhemeke wisa re xebateke hêja hatiye kirin. Devîren gotiye ku "her çiqas gelek pêkenokên bi vî rengî yên din jî li ber destê min hebin jî ev çendên sereke ne ku min ji nav wan neqandiye." Diyar e ku hê gelekên din ên wisa li ber destê Devîren hene û bi ya min xwendevan bi xwendina van re dê meraqa wan ên din jî bikin.

Tiştekî girîng ku li vir hatiye kirin jî ji bilî çend çîrokan (divê ew di vê pirtûkê de tune bana, ji ber ku lê nehatine, mînak çîroka "Selîmo" R.44, "Dest helal kirin" R.47, "Te ediland" R.55, û hinên din) hemû çîrok bi ser têkiliya pevşabûnê û mijarên wisa hatine hilbijartin û bi vî awayî pirtûkek taybet derketiye holê. Navlêkirina "Doxîn" jî hilbijartineke baş e ku di cih de fikra mirov ber bi wir de dibe. Belê "Doxîn 18+" bi çîrokên xwe yên balkêş li benda xwendevanan e.

Her wiha li gel vê pirtûkê romaneke Mehmet Devîren bi navê "Kortika Filehan" jî îsal ji Weşanên J&J derket.


Doxîn 18+ / Mehmet Devîren / Çîrçîrokên Gelêrî / Weşanên J&J / 64 rûpel


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Komeleya Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

ad

Fîlmê windayî yê Chaplin hat dîtin

ad

'Daf' li Nazim Hîkmetê tê lîstin

ad

Baroya Wanê wê dersa kurdî bide parêzeran

ad

Di Documentaristê de belgefîlmên bi kurdî

ad

Amanpour: Kulîlkên ku Ocalan şandin min dîtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname