logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

20'ê mehê cihên Newroz lê hate pîrozkirin

Li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê, li Çarçira, Qamişlo, Almanyayê Newroz hate pîrozkirin. 20'ê mehê wisa derbas bû:

  • Dîrok: 21/03/2008
  • Beş: Nûçe

 

Ji bajarên kurdan ên Tirkiyeyê heta Çarçira û heta Qamişloyê, li Almanyayê, di 20'ê mehê de cihên ku Newroz lê hate pîrozkirin û hin peyam:


Li Agirî 15 hezar kes gihîştin hev

Li Agiriyê mebûsê DTP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî têde gel li ber avahiya Agiriyê hat cem hev û ber bi Garaja Kevn a Tiran ku cihê pîrozbahiya Newrozê bû ve meşiya. Li qadê 15 hezar kes gihîştin hev û Newroz pîroz kirin,
Sakik got ku ji ziman, çand û navên kurdî ditirsin û wiha dom kir: "Hûn çima ditirsin? Duh li Çanakkaleyê me bi hev re şer nekir? Em bi hev re nemirin? Me bi hev re Komar ava kir dûre we ev zilm kir. Hûn vegerina we nehişt em navê 'Heval' li zarokên xwe bikin. We zarok hîn kirin ku Ali Gogê ji Mehmet re bavêje. Li vê erdnîgariyê Jiyan jî, Agop jî, Laz Temel jî dijîn. Divê Alî gogê ji Baranî re, Baran ji Agop re, Agop ji Temel re bavêje ku demokrasî pêk bê."
Her wiha Sakik diyar kir ku kurd tenê demokrasiyê dixwazin û wiha domand: "We 5 mebûs dan AKP'ê çi di jiyana we de guherî. Em bi ser agiriyan de hêrsnebûyîne lê dilşikestîne. Lê di hilbijartina pêşiya me de emê heyfê helînin. Agirî keleheke bû em vê kelehê bi paş ve dixwazin."
Dûre zarokek 9 salî Serhad, Hozan Memo û herî dawî jî Diyar derket ser dikê û coşa gel bilind kir.


Li Mazgîrtê bi hezaran kes hebû

Li Mazgîrta Mûşê bi hezaran kes li ber avahiya DTP'ê hatin cem hev, agir pêxistin û govend gerandin. Gel dûre ber bi qada Otogarê, cihê Newrozê ve meşiya. Di heman demê de hinan kevin avetin avahiya Ak Partiyê.
Li qadê mebûsên Mûşê yên DTP'ê Nuri Yaman û Sirri Sakik, rêveberên Navenda Giştî ya DTP'ê Orhan Altunç, Musa Çiftçi, Şaredarê Bûlanixê Nasir Aras, Şaredarê Mazgîrtê Tahir Kahramaner, nûnerên navçeya DTP'a Mazgîrtê jî têde 15 hezar kes gihîştin hev

Mebûsê DTP'ê yê Mûşê M. Nuri Yaman axivî got ku bi operasyon û paketan ev pirsgirêk çareser nabe, êdî li vî welatî pirsgirêk bi demokrasiyê dikare çareser bibe. Wekî heta niha me têkoşîn daye, ji niha û pêde jî bi biryarî emê têkoşîna xwe bidomînin.


Li Misircê 10 hezar kes

Li Misirca Sêrtê jî 10 hezar kes hatin cem hev û Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de  Koma Misircê û Koma Zaqeydê stranên xwe pêşkêş kirin. Di pîrozbahiyê de mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk, endamên Meclisa Partiyê ya DTP'ê Selim Ozalp û Sirri Dogan, endamên Komîsyona Rêveberiyên Herêmî Huseyin Yılmaz û Senanik Oner, rêveberên navçeyên Batman-Sêrtê yên DTP'ê amade bûn. Her wiha peyama Şaredarê Misircê yê berê Murat Ceylan jî hate xwendin.
Mebûsê DTP'ê Ozçelik axaftineke kir û got; "Di meclisê de em bi şeref we temsîl dikin. Em 21 kes ketin meclisê û serê me bilind e. Lê Tayyip efendî bi 75 mebûsên kurd li meclisê serê wî li ber dikeve meclisê. Tayyip efendî êdî tu nikarî derkevî kuçeyan. Di hilbijartinê de te got emê dawî li operasyonên dersînor bînin, nizanim emê paketên çawa vekin lê te derew li vî gelî kir. Yan tuyê pirsgirêka kurd çareser bikî, yan jî tuyê jî wekî yên din biçî."
Ozçelîk got ku Erdogan dibêje 'ezê Amed, Dêrsim û Culemêrgê bigirim' em jî dibêjin di hilbijartina pêşiya me de emê Sêrt û Agiriyê jî bi paş ve bigirin û emê hejmara rêveberiyên xwe yên herêmî derxin du qatî.
Piştî axaftinan Koma Çiya û Kemalê Amedê bi stranên xwe gel coşandin.

Li Tekmana Erzeromê, li Bismila Amedê, li Wêranşara Rihayê, li Navdiyana girêdayî Gevera Culemêrgê jî bi coş Newroz hat pîrozkirin.

Li Mêrsînê jî li taxên wekî Demirtaş, Çilek, Kurdali, Guneş, Hal û Şevket Sumerê agirê Newrozê hat pêxistin. Polîsan mudexele kir.
Li gelek taxên Ceyhana Edeneyê jî agirê Newrozê hate dadan.

Li hin navçeyên Îzmîrê gel agir pêxist lê polîsan mudexele kir. Li gor agahiyan 5 kes di vê xirecirê de birîndar bûn.

Li Stenbolê jî li gelek taxan agirê Newrozê hate dadan û govend hate gerandin. Lê li Beyogluyê polîsan êrîş kir û pevçûn derket.

Li Qamişloyê 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Qamişloyê leşkeran gule bera kesên dixwestin Newrozê pîroz bikin dan û di encamê de sê kes hatin kuştin.
Hate gotin ku xwendekarek bi navê Mehmet Mehmut Husên û Mehmed Zerik Evdilremezan û kesek hê navê wî diyar nebûye hat kuştin. Di encama gulebaranê de  Kerem El Yusuf Birahim ji serê xwe, Riyad Bavê Rêdûr jî ji zendê xwe birindar, Mihyedîn Fatimî û Mehemet Xêr Fatimî jî birîndar bûn.

Hate gotin ku li Qamişloyê dê 21'ê mehê gel dîsa derkeve meydanê û Newrozê pîroz bike.

Li Berlînê pîrozbahiya Newrozê

Duh li cihê parlamena eyaleta Brabdenburg-Berlîne jî di saet 18.30'an de Newroz hat pîrozkirin.
Berpirsiyarê hemî beyaniyan û gelek parlamenter di pîrozbahiya Newrozê de amede bûn û axifîn.
Şev ji aliyê Civata Kurd li Berlînê û Komela Malbetên Kurd (Yekmal) ve hate organîzekirin. Di şevê de parlamenterên jurd Evrîm Baba û Giyasedîn Sayan jî di şevê de amade bûn û axaftineke kirin. Şev bi xwarin û vexwarin, govend û muzîkê bi coşek dostaniya alman û kurdan bi pîrozkirina  Newrozê bi dawî bû. 

 

Li Çarçirayê Newroz hate pîrozkirin

Li qada dîrokî Çarçirayê ji bo Newrozê bi sedan kes hatin cem hev û agir pêxistin û govend gerandin lê polîsan mudexele kir û dawî li çalakiyê anî.
Li bajarê Seqizê, li qada Helo jî gel xwest Newrozê pîroz bikin hêzên ewlehiyê yên Îranê êrîşê gel kir. (Agahiyên ji Îranê: GORAN KIRMAŞANİ-ANF)


Peyamên Newrozê

Meclisa Aştiyê: Newroz bila bibe sedema aştiyeke birûmet

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê li ser Newrozê daxuyaniyeke weşand û xwest ku Newroz bibe sedema aştiyeke birûmet.
Meclisê gotinên wekî "Bila Newroz bibe sedema çareserkirina pirsgirêka kurd bi demokratîk û aştiyane, bila bibe sedema pêşketin û berfirehbûna demokrasî û azadiyan. Bi vê hestê em Newrozê gelên li Rojhilata Navîn pîroz bikin. Bijî Newroz, Bijî Aştî!"
 
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di peyama xwe ya Newrozê de bang li gelê kurd kir ku li hemberî înkar û îmhayê bibin yek.

DTP'ê jî duh daxuyaniyeke weşand, ragihand ku li Batman, Wan û Geverê rayedaran ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr nedaye. DTP'ê li hemberî vê qedexeyê reaksiyon nîşan da û got ku bûyerên ku derkevin berpirsê wê AKP ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çerkezê Reş xatirê xwe xwest

ad

El Hicrî: Durziyên Sûriyeyê serxwebûnê dixwazin

ad

Newroz pîroz bo/be

ad

1- MIROV Û MEKAN

ad

Kîtabeyek hate çandin!

ad

Festîvala Muzîkê tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname