Fêrgîn Melîk Aykoç
Di vê mijarê de li gor dîtîna min tiştê herî girîng ev e: Em di bin serenavê “wêjeyê” de çi têdigihîjin? Tenê roman, çîrok û hin gotarên vegotinan, yan diyardeyeke hê berfirehtir? Lewre ev serdema me dema teknolojiyê û di pêvajoya dîmenziyoneke bi lez û bezbûna xwerû de ye. Ji wê, têkiliyên bi wêjeyê re jî reng diguherin. Di vê dema me de berhemên Audiovizyonel gelek bi pêş ketiye. Wekî mînak romana Ken Folet ya bi navê “Stûnên Erdê” wekî romana nivîsandî (bi almanî) li ser hezar û du sed rûpelî re ye. Fîlmê vê romanê heye, şeş saet dikudîne (di TV’yan de hat lîstin) Dîsa wekî sêlik (bi almanî-îngilîzi) jî heye. Dema mirov derket rêya dirêj, dikane di CD’ya erebê de xwendina vê romanê guhdarî bike. Li gel wê li ser înternetê romanên dîjîtal hene. Xwendinên berheman ên li ser înternetê hene û hwd.
Li Almanyayê bi hezaran televîzyon hene. Hema bigire di her televîzyonê de bernameyên danasîna berhem û nivîskaran, li gel wan bernameyên rengê rexnegiriyê hene. Di hinan de hefteyê carê di hinan de jî pazdeh rojan carê ye. Wekî mînak di TV’ya WDR de du bernameyên wêjeyê hene 1 – West.art, 2 – Was list du. Dîsa di SWR Lîteratur îm Feuer. 3 SAT Bookmarkt. Bi kurtî di hefteyê de bi kêmasî deh bernameyên li ser lîteraturê hene. Studyoyên wan jî tim tijî ne.
Li gel wan jî li her bajarî rojên xwendinê bi hêla saziyên cuda ve tên organîzekirin. Wekî mînak praniya pirtûkxaneyên bajaran, gernindeyên çand û wêjeyê, hin weşanxane rojên xwendinê organîze dikin. Heta hin saziyên bi perwerdê re têkildar jî rojên xwendinê organîze dikin. Wekî mînak ez ê di destpêka meha nehan de li Berlînê çîrokên xwe yên ji bo zarokan hem bi almanî û hem jî bi kurdî bixwînim. Bêguman, tevlêbûn li gor dem û rewşa rûdanên rojevî û hêza organîzatoran diguherin.
Li Almanyayê salê li dora sedhezarî pirtûk tên çapkirin. Wekî mînak li gor statîstîkan di sala 2008’an de li Almanyayê 97 000 berhem hatine çapkirin. Ji van çend pirtûk roman, şano û çîrok in, nayê zanîn.
Lingê min li kîjan bajarî dikeve, ku gava dema min çêbe, ez li dikanên pirtûkfroşan digerim. Carnan jî rûdinim, çav li berhemên nû digerînim. Mirov kîjan saetê dikeve wan dikinên pirtrûkfroşxaneyan têkeviyê, lê rastê muşteriyan tê. Dîsa dema mirov diçe pirtûkxaneyên bajaran, dibîne ku bê xwendekarên zanîngehan gelek mirovên ji cuda cuda temenî rûniştine, berhemekê dixwîne. Li gel wê bi kaseyan tijî lîsteyên kesên ji pirtûkxaneyan berheman deyn dikin û dixwînin hene. Dîsa mirov di rêwîtiya trênan de jî, hema bigire, di destê her rêwiyekê de berhemeke xwendinê dibîne, tenê kurd û mirovên Rojhilata Navîn di riyan de pirtûkan naxwînin. Li hin îstasyonên trênan du yan jî sê pirtûkfiroşxane hene. Giş jî tijî ne. Wekî mînak li îstasyona trênê ya Frankfurtê.
Dema ez salên heştêyî û yê niha didim ber hev ku min di salê heştêyî de li bajarê Almanya Hanauê di organîzekirina rojên şanoya amatoran de di bin perê gernîndeya çandê de kar dikir. Têkiliya min bi gelek der û dorên bi wêjeyê re têkildar re çêdibû. Niha jî li devera ez dimînim, dîsa têkiliyê min û wêjeyê heye. Ez tenê cudahiyekê di navbera wan salan de dibînim. Xwendin û teknolojiya dîjîtal rengê roj û têkiliya bi wêjeyê re guherandiye. Derfetên bi wêjeyê re têkildarbûnê berfirehtir bûye. Di têkiliya berê de têkiliyên teknolojiyê kêm bûn, ji wê jî rengê xwendin û pêşkêşkirina wêjeyê jî cuda bû.
Esas rastî were pirsîn ev têkiliya wêjeyê di nava me kurdan de, melûl e. Li aliyekê rewşa me ya bindestiyê û rewşa zimanê me tê de, li aliyê din parçebûna me. Komikên me! Wekî mînak derdora Husên Dûzen min û ez jî derdora Husên Duzen nanasim. Dema wî bername çêdikir jî hîç têkiliya me çênebû, lê hin kesên di bernameyên wî de bejnên xwe nîşan dan jî, ez matmayî hiştim (ji ber ku min ew dinasîn). Heta li ser înternetê. Weşanxane û hwd jî ev rengê komik û der û dorên bi hev re têkildar hene. Di TV’yên kurdan de jî hema bigire bernameyên wiha nemane.
Ji bo têkiliya di navbera nivîskar (ez ji peyva tewan dî “nivîs-kêr” heznakim, bila nivîs ne “kêr” be!) û xwenewanan de divê hin gavên nû û taybet were avêtin. Da ku em bikanin pireyekê di navbera xwendevan û nivîskaran de deynin. Di vî warî de hin azmûnên min hene. Min di salên nodî de di çend komalgehan de ji berhema xwe ya bi navê “Mamosteyên Zinaran” xwendibû. Par jî Min û Helîm Yûsiv me li Hannover û Cellê ji berhemên xwe xwendin (min dabû organîzekirin). Di navbera me û gel de têkiliyeke gelek germ avabû. Bi taybetî li Cellê ji ber ku cara yekem tiştekî wiha pêkhatibû, bandoreke gelek xwerû li guhdaran kiribû. Ango divê mirov dest bi projeyên wekî meşa wêjeyî bike. Da ku bikane girîngiya wêjeyê bi gelê xwe bide zanîn. Ev dikane di gelek waran de bimeşe.
***
Nivîsên di vî warî de hatine weşandin:
- Husên Duzen: Nivîskariya Li Sirgûnê
- Cemil Oguz: Li Bakur rewşa wêjeyê
- Bawer Rûken: Wêje stargeha giyanên bindest e
- Helîm Yûsiv: Gelo dema wêjeyê derbas bûye?