logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Demirtaş: Bila muzakere dest pê bikin

  • Dîrok: 31/07/2016
  • Beş: Nûçe

AMED (DÎHA)
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di mîtînga Amedê de diyar kir ku ew li hemberî hemû derbeyan in û wiha got: "Em dixwazin dîsa muzakere dest pê bikin. Girtîgeha Îmraliyê ji holê bê rakirin. Îro asta ku em gihîştine gelê kurd ji her demê bêhtir bi hêz e û ji her demê bêhtir bi bawerî û bi biryar e. 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di mitînga Amedê de derket pêşberî deh hezaran û diyar kir ku ew pir kêfxweş e ku îro li qada 5'ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) li hemberî deh hezaran gelê ku dilê wan ji bo azadiyê diavêje ye. Demîrtaş, anî ziman ku par di 5'ê Hezîrana 2015'an de dema axaftin dikir komkujî pêk hatibû û wiha got: "Ez berî her tiştî kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dan bi bîr tînim. Di şexsê Lîsa ku 2 piyên xwe winda kirin de hezkirina xwe bi hemû kesan re parve dikim. Em îro bi vîn, biryar û baweriyek hîn xurtir li qadan in. 3 roj berê li Qamişlo DAIŞ'ê hovîtiyek mezin pêk anî. Li ser navê îslamê şer dikin lê komkujiyan pêk tînin. Têkoşîna me ya li dijî wan dê heta dawî bidome." 
‘Azadiya gelê ku pêşiya xwe zane nêzîk e'
Demîrtaş got ku ew bi silogana “Ji derbeyan re na, em niha demokrasiyê dixwazin" li qadan in û wiha axivî: "Gelê kurd dizane ku bi ku ve diçe. Ji ber vê yekê azadiya wî nêzîk e. Gelê Amedê pêşeroja xwe û rêça xwe zane. Heta niha li Tirkiye gelek derbe çêbûn. Herî dawî di 15'ê Tîrmehê de hewldana derbeyê pêk hat. Em li dijî derbeyan tevan derdikevin lê ev nayê wateyê ku em hevkar û alîgirên AKP'ê û Erdogan in. Dijberiya derbeyan demokrasî ye. Em her dem li dijî derbeyan derketin û em dê her dem li dijî derbeyan derkevin. Em hem li dijî derbeyan û hem jî li dijî diktatoriyê ne. HDP ji bo aştî û demokrasiya rast bi deh hezaran derdikeve kolanan, lê medyaya serdest saniyekê cih nade mîtîngên me. Bi hezaran derdikevin kolanan û aştî û demokrasiyê dixwazin. Lê ev girse ji bo wan ne bi qîmetê nûçeyan e. Lê yên wan 100 kes li hev kom dibin bi saetan weşanên zindî didin. Ji ber ku wekî leglegê serê xwe xistine bin baskê xwe. Kor û ker bûye. Me gotibû dinya bi dor e."
'Aqilekî har û hov Enqere bi rêve dibe'
Demîrtaş, destnîşan kir ku di nava 81 bajaran de waliyekî elewî tune û wiha got: "Qeymeqam, walî û rektorekî ku xwe kurd zanibe û hîs bike tune ye. Li Enqereyê aqilekî hov û har heye. Divê li meclisê Komîsyona Komara Demokratîk têkeve nava tevgerê. Werin em bi hev re aştî û demokrasiyê ava bikin. Edalet ji bo her kesî lazim e. Yên ku duh îşkence dikirin û mirov dikuştin îro tên darizandin. Lê em naxwazin îşkence li wan bê kirin. Em nikarin bi kîn nêzî hev bibin." 
‘Bila pergala Îmraliyê rabe'
Demîrtaş, destnîşan kir ku îro dîsa li cihê komkujî lê pêk hat mîtîngê pêk tîne wiha berdewam kir: "Îro em ji her demê bêhtir bi hêz û bi biryar in. Ligel ew qas zilma dijwar dîsa em li ser piyan in. Em dîsa dibêjin riya çareseriyê diyalog, mase û muzakere ne. Ji ber vê yekê em dibêjin bila pergala Îmraliyê bi dawî bibe. Bi dîlgirtina Birêz Ocalan re ev pirsgirêk çareser nabe. Rêberê gelekî ku biryara herî rast daye û sekna herî xurt nîşan daye heye. Li dijî rêberê gelekî tecrîd tê meşandin. Hûn bi vê tecrîdê nikarin çareseriyê bikin. Em ji bo aştiyê bang li her kesî dikin. Daxwaza me ya ewil berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Bila pergala Îmraliyê rabe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê derbe berdewam bikin. Berpirsiyarê earbeyan hûn bi xwe ne. Zarokên hemû welatî ji bo me bi qîmet in. Em naxwazin tu kes bên kuştin. Ger ku bên kuştin jî bila em siyasetmedar bên kuştin. Bila zarokê vî gelî neyên kuştin. Her kes dayik, bav xwişk û birayê wan heye. Bila li şûna wan em siyasetmedar bimirin." 
Demîrtaş bertekên li dijî xendekan jî rexne kir û destnîşan kir ku di xwezaya hemû zindî de parastin heye û her kes li dijî êrîş û tundiyê xwe diparêze û wiha berdewam kir: "Dema me digot tang û topan rawestîne hûn li dijî me derdiketin. Dema me got em şer xilas bikin we em wekî xayîn bi nav dikir. Lê îro bi şev û roj gel derdikeve kolanan. Yên ku duh operasyon bi rê ve dibir we ew wekî qehraman îlan kir lê piştî li dijî we derbe pêk anî we ew girtin. Divê desthilatdariya AKP'ê derkeve û lêborîna xwe bixwaze. Maşînên şaredariyê dane pêş maşîneyên leşkerî. Li pêş leşkeriyê li ber tangan xendek kolane. Ka we digot xendek îxanet e. Îro hûn xendekan dikolin. Xendek ji bo we rewa ye, lê ji bo yên din ne rewa ye. Divê êdî hûn fam bikin û parastina rewa çi ye. Bi salan in em di nava OHAL'ê (Rewşa Awarte) de mezin bûn. Em dibêjin xwedê OHAL û darbeyê neyne serê dijmin. Hê gel li kolanan aştiyê dixwaze. Îro kolan heqîqetê nîşan didin. Wêneyên kolanan heqîqetê û rastiyê derdixin pêşberî me. Kolan rastî heqîqet û cewher e. Ji ber vê yekê ji bo azadiya Ocalan em derkevin kolanan. Em dê sibê li Wanê bin. Dema Şêx Seîd hat darvekirin got dê neviyê min hesabê vê yekê bipirsin." 

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

ad

Li Wanê flamingo

ad

Jiyaneke mutevazî jiya, di 90 saliya xwe de mir

ad

Di Kûpayê de reqîbê Amed Sporê diyar bû

ad

Vaye rêveberiya nû ya Amed Sporê

ad

Belgefîlmsaz Koray Kesik di bin çavan de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname