AMED
TZPKurdî, di Konferansa Yekîtî û Çareseriya bakurê Kurdistanê de belavokên ku daxwazên wan têde hatiye nivîsandin li beşdarên konferansê belav kir.
"Konferansa Çareserî û Yekîtiya bakurê Kurdistanê" di roja duyemîn be bi panel û nîqaşan berdewam kir. Di konferansê de TZPKurdî, belavokên ku cih dide daxwazên wan li beşdarên konferansê belav kir. TZPKurdî di belavokê de wiha got: "Em niha dikevin qonaxeke nû ku êdî siyaset derdikeve pêş. Têkoşîna siyasî jî bêyî têkoşîna çandê nabe û ew ji ziman ne cuda ye. Ji lewre hîmê çandê dê ziman be û her wiha bingeha hemû hunerên gotinkî jî dîsa ziman e. Eger em ji rihekî neteweyî behs bikin, divê ku em mijara ziman pişt guh nekin."
Di berdewama belavokê de hat diyarkirin ku eger kurd bixwazin rê li ber asîmîlasyonê bigirin, divê di zûtirîn deme de vê emaneta ku wan ji pêşiyên xwe, ji dê û bavên xwe girtiye bi riya perwerdeyê teslîmê zarokên xwe bikin û siyaseta asîmîlasyonê bêtesîr bikin.
Belavoka TZPKurdî wisa dom kir: "Di sedsala 21'ê de bêyî perwerdehiya bi zimanê zikmakî em nikarin çanda xwe berdewam bikin, em nikarin zarokên xwe ji sîstema asîmîlasyonê rizgar bikin. Dema me nîn e ku em li hêviya bidestxistina statuyeke kurdan bimînin. Ji niha ve divê ku em hem saziyên xwe yên zimanî û çandî xurttir bikin û saziyên nû yên pêwîst jî vekin. Wekî pêşdibistan, zarokxane, dibistanan... Her wisa, ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî jî materyalan amade bikin. Ji bo pêkanîna van kar û xebatan jî pêwîstî bi alakariya darayî heye. Ji aliyê din ve, heta ku statuya zimanê kurdî ya fermî pêk bê, divê ku bi awayên fiîlî li dijî pergela zimanê hilbijartî, pergalên alternatîf bên peydakirin û pêkanîn. Bi çalakiyên rewa pergala perwerdehiyê ya dewletê têk bibin. Ezmûnên tevgera siyasî bi me daye zanîn ku bi çalakî û pêkanînan guhertina qanûnên qedexeker pêkan e. Ji bo xebatên vê qada ziman hewceyî bi piştevaniya TZPKurdî heye ku ev bi salan e di vî warî de xebatên bêhempa dike û têkoşîna xwe berdewam dike."
Divê teqez mafê perwerdehiya zimanê kurdî biparêze
TZPKurdî daxwazên xwe yên ji bo konferansê wiha anî ziman: "Divê di biryarên kongreyê de teqez mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ya ji destpêkê heta dawiyê hebe. Her wiha zimanê statuya kurdan jî bi fermî bê qebûlkirin ku ew jî kurdî ye. Li bakura Kurdistanê du zaravayên kurdî hene ku ew kurmancî û kirmanckî ne. Loma divê bê diyar kirin ku kurd qedrê hemû zaravayên xwe wekî hev digirin û wekî kurmancî kirmanckî ango zazakî xwedî hemû mafan e. Lazim e ku kongre bal bikîşîne ser siyaseta qirêj ya dewletê ku kirmanckî ji kurdî diqetîne û bidin diyarkirin ku ev yek ji bo kurdan xeteke sor e. Wekî dawî em ji kongreyê daxwaz dikin ku komîsyoneke ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê bê avakirin ku ew siyaseta ziman û perwerdehiyê çêke û ji bo pêkanîna daxwazan têbikoşe û piştgirî li saziyên çandî, zimanî û perwerdehiyê bikin."
***
Nivîsên eleqedar:
- Demîrtaş: Ev konferans Meclisa Bakur a sembolîk e
- Turk: Kurd li 4 parçeyan hêzên dînamîk in
- Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e
- Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e
- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir


