AMED
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku ev konferans ji bo yekîtî u tifaqa gelê kurd konferansek dîrokî ye û wiha got: "Ji bo yekîtî û tifaqa gelê kurd Birêz Ocalan derfetek dîrokî daye gelê Kurdistanê û divê gelê Kurdistanê vê derfetê baş bibînin û pêş bixin."
Vaye ji axaftina Turk çend not:
- Dê pêşiya siyaseta gelê kurd ronî bike. Birêz Ocalan ji bo yekîtiya gelê kurd û siyaseta gelê kurd firsendek dîrokî ava kir. Gelê kurd bi têkoşîna xwe gelek tişt bi dest xist. Lê hê gelek tiştên bên bidestxistin hene. Pêvajo nû dest pê dike. Bi destxistina maf û azadiyê bi yekîtî û tifaqê pêkan e. Em dizanin ku pergala Tirkiyeyê bi sedsalan e didome û nehahitye guhertin. Hê hişmendiya înkarê didome. Ji bo vê yekê em dibînin ku berpirsiyariyek mezin li ser pişta me ye. Bihara Ereban ji aliyê serdestan ve hat xitimandin. Bihara Sûriyeyê dîsa hat astengkirin."
- Gelê kurd di Rojhilata navîn de ji bo demokrasî û azadiyê xetek gelek watedar dimeşîne. Gelê kurd di 4 aliyê Kurdistanê bûye hêzek dînamîk û hêzek mezin daye siyasetê. Heta gelê kurd azad nebe, dewleta Tirk nikare pergalek demhokratîk ava bike û nikare aştî pêş bixe. Ger ku dewlet bixwaze çareseriyê bike divê daxwazên gelê kurd li ber çavan bike. Em ancax bi xeta civakî bigîjin armanca xwe. Em dikarin bi parastina nirxên gelê xwe pêvajoyê pêş bixin."
- Armanca vê konferansê divê em hev lawaz nekin. Dijberî vê yekê divê em hêzê bidin hev û hev xurt bikin. Ji ber vê yekê ev derfet û şensa ku Birêz Ocalan daye me em baş bikar bînin û bi hêz bikin. Birêz Ocalan jî gotibû ku divê êdî pirsgirêk bi riya siyasetê pêş bikeve û bar da ser milê siyasetmedaran. Ev konferans ji bo mafê gelê kurd û gelên din ên Kurdistanê divê karekî hevpar bê meşandin.
- Divê komîsyon bê hilbijartin û komîsyon xebata domdar bimeşîne. Divê komîsyon xebata dîplomatîk û navneteweyî bimeşîne. Divê karibe bi Îmralî, Qendîl û Tirkiyeyê re hevdîtin pêk bîne. Divê komîsyon karibe diyaloga navbera civakan pêş bixe û karibe bibe berdevkê civakan.
***
Nivîsên eleqedar:
- Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e
- Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e
- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir


