Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya bakurê Kurdistanê li Amedê li Otela Liluz li dar ket. Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksi, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Giştî yê DDKD'ê İmam Taşçier, birê Ocalan Mehmet Ocalan, Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Civaknas İsmail Beşikçi, Şaredarên BDP'ê, nûnerên elewî, êzîdî, suryanî, ermenî, malbatên ji Roboskî, enramên saziyên sivîl û li dor 250 delege di konferansê de amade bûn.
Nivîskarê navdar Yaşar Kemal jî ji bo konferansê peyam şand û got: “Ev banga min ji bo gelan e. Gotina min ji bo we ye. Rizgarkirina çand, nan, rûmet û dewlemendiya welatê me di destê me de ye. Werin em ji bo pergaleke demokratîk dest bidin hev û ji dil bixebitin."
Yaşar Kemal di peyama xwe de da zanîn ku demokrasî hewcedariyek e û got: “Tunekirina çandekî tunekirina parçeyeke ji mirovahiyê ye. Zimanek jî tenê bi axaftinê nayê jiyîn. Ji bo ew ziman bijî, divê perwerdehiya wê hebe. Divê esntîtu, akademî û saziyên ziman hebin.”
Peyama Yaşar Kemal wiha ye;
Delegeyên hêja yên konferansa Demokrasî û Aştiyê
Ez îro ne ligel we me. Di konferansa berî vê de jî heta min derfet dît, min nêrînên xwe parve kir. Hêviya min ev e ku dê êdî rojên ku pêwîstî bi van gotinan tune be bê.
Min her tim digot, dibêjim, cîhan baxçeyekê hezar kulîlk tê de ye. Her kulîlek bêhna wê cuda ye. Cîhana me dewlemend e. Çand her tim ji hev xwedî bûne. Danûstandin ji hev kirine. Li cîhanên tunekirina kulîlkekê, tunekirina bêhnekê ye. Tunekirina çandekî tunekirina parçeke ji mirovahiyê ye.
Civakek bi qasî xweşbiniya xwe bi hêz, saxlem û mafdar e. Bi qasî zilma xwe qels e jî. Nijadperest jî nexweşiyek bi xof e. Di bin nefreta hilweşîna mirovahiyê de novên nefretê de nîjadperestî heye. Ev jî Tirkiyeyê ber bi neyartiya fikr û ramanê dibe.
Ya ji bo me pêwîst ew e ku ji lîstika demokrasîbûnê neyê lîstin. Divê pergaleke demokratîk ya ku zextan li ser gelan nake bê avakirin.
Demokasî tê wateya bi rûmeta xwe jiyîn, bi çand û zimanê xwe jiyîn. Ev mafekî sere ye. Zimanekî bi axaftinê najî. Ji bo zimanekî bijî, divê di wî zimanî de perwerde hebe, enstîtu, akademî hebin.
Tiştê ev 20 sal in der barê mijara kurdan de nivîsim min di pirtûka xwe ya ‘Ev bangeke’ de anîn cem hev. Di gotina pêşîn ya pirtûkê de titşên min gotibû dubare dikim.
Me gelek şaşî kirin, lê pêwîst nake em bê hêvî bimînin. Ger mirovên welatekî kêfxweşî, xweşikahiyê tercîh bikin ev jî di azadiya fikr û ramandê derbas dibe.
Gelê kurd, gelê tirk gelê xwedî çandeke dewlemend ya li ser vê axê ne. Gotina min ji bo we hemûyan e. Kewandina van birînan di destê me de ye. Werin em bi hev re ji bo avakirina pergaleke demokratîk dest bidin hev.
Ev bangek e. Gotina min ji bo we ye.
Yaşar Kemal


