Diyarname
Di bin Pêşengiya Komeleya Pêşî Zarok de û bi hevkariya saziyên sivîl ên li başêr li Sûra Amedê bi navê "Mîhrîcana Zarokan a Sûrê" li dar dikeve. Festîval ji 7'ê mehê heta 11'yê mehê dê li dar be.
Diruşma festîvalê wekî "Werin em di nav kenên zarokan de bên ba hev" diyar kirine. Li kuçeyan lîstikên şanoyê, atolyeya rîtîm û derbiqeyê, atolyeya stranbêjî, atolyeya bikaranîna herî, rengandina keviran, atolyeya wêne, fotograf, dîlan, lîstina pandomîm, xêzefîlm û gelek çalakiyên din dê li benda zarokan bin. Her wiha di vê çarçoveyê de nîşandayîna anîmasyonan, meşa li nav xwezayê, konsera zarokan, xwendina pirtûkan, firandina bafirokan jî dê li nav çalakiyan de bin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ku ji bo festîvalê mazûvanî dikin bang li her kesî kir ku beşdarî festîvalê bibin.