logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ‘Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya bakurê Kurdistanê peyamek şand. Ocalan balkişand s

  • Dîrok: 15/06/2013
  • Beş: Serbest

Amed
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ‘Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya bakurê Kurdistanê peyamek şand. Ocalan balkişand ser Yekîtiya Netewî û got: “Kes jî, sazî jî her tim li hemberî dîrokê demborîne. Di vê dema dîrokî de ya ji bo me girîng ev e ku jiyanek azad, bi rûmet, wekhev a gelê xwe bikin bin ewlehiyê. Di çarçoveya Yekîtiya Demokratîk a Netewî de têkoşîna em bi hev re dimeşînin, garantî û ewlehiya me ya herî mezin e.”

Vaye peyaman Ocalan:

“Dostên hêja, delegeyên rêzdar

Ez we her kesî cuda cuda ku piştigirî dane Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Kurdistana Bakur, silav dikim.

Di vê dema ku hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn veguhertine cihê agir, de ev konferansa ku pêk tê û dê her kes qedera xwe bi xwe tayîn bike, bê guman xebata herî girîng û rêzdar ya pêvajoyê ye.

Qedera welatê me Kurdistanê ku di sedsala borî de ji aliyê hêzên mêtînger ve hat parçekirin û layîqê statuya mêtingeriyê jî nehat dîtin, dîsa qedera Anatolyayê û Mezopotamayayê jî dê ji nûve bê zelalkirin.

Me dewlemendiyên dîrokî yên şaristaniyên Mezpotamayayê ku me dewr girtiye, wek referansekê ji bo pêşerojeke hevar bê avakirin, di têkoşîna xwe de da meşandin û niha gihiştiye asteke girînge.

Di encama têkoşîna li hemberî zext, zilm, tunekirin, koledarî, bêrumetî yên kul i ser welatê me bi me hat kirin de, hat dayîn em îro hatine vê astê.

Êdî tu hêz nekare hêza înkarkirina çand, ziman û nasnameya me di xwe de bibine. Dîroka me ya nêz bûye şahidê berxwedana bi heybet ya gelê kurd a bi hêza xwe rabûye ser piyan. Vê berxwedan, li pey xwe bi deh hezaran şehîd li pey xwe piştiye, bi mîlyonan kesê bedel daye hatiye vê astê. Bi vê wesîleyê, ez careke din hemû şehîdên me bi rêz bibîrtînim. Ez ji hemû gelê xwe yê bedel daye spasiyên xwe pêşkêş dikim.

Têkoşîna hebûn-tunebûnê ya ku heta îro me meşandiye, di encam hebûnê de ketiye dema xwe ya serkeftinê. Lê wek hun jî dizanin, di pêngavên ji vir û şûnde, ev hebûn dê çawa bê parasatin, meseleya xistina bin ewlehiyê  û pêşvebirinê jî herî kêm bi qasî hebûnê  meseleyeke girînge.

Tam di vê nokteyê de rola konferansa me ya dîrokî careke din dertê holê. Ev têkoşîna ku em wek derfeteke derketina ji kemîna ku kapîtalîzma modernîteyê û netew dewletan em xistinê dibîne, wek bilindkirina azadiyên rastîn dibînim. Her kes jî dizane li ser erdnîgariya me li hemberî pir zimanî, pir çandî, pir netewî, pir baweriyê fezkirina Formula yekane aştî û huzurê nayne. Bê guman her gelên erdnîgariya Mezopotamayê û Kurdistan û Anatolyayê, bi qasê ku di çarçoveya wekheviyê de bijî bi rumet û nirxe. Tu pergala ku gelan tune bihesibîne, ji derveyê pergalê bihêle, şansê wê yê serkeftinê tune. Her wiha di alî ahlaqî de jî aliyê wê yê parastinê tune. Li ser erdnîgariya me gelen wek Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî, Ereb, Fars, Tirkmen û her wiha baweriyên wek Musliman, Xiristiyan, Musevî, Yahudî, Elewî, Êzdî û gelên din dikarin di nava biratiya rastîn û di hiqûqa wekhev û biratiyê de bijîn.

Bi sedsalane  ji ber ferzkirina netewdewletên kapîtalîst û çanda ku afirandiye, erdnîgariya me vegeriyaye deryaya xwînê û niha pêvajoya ku em tê de derfetên avakirina îtîfaqeke gelan ya nû dide me.

Di rastiyê de rastiya ku Bihara Ereban derxitiye holê eve. Bihara Ereban tê wateya ku  wek tiştekî bi zorê hatine ferzkirin û niha jî em dixwazin vê ji xwe bikin e.

Dostên hêja û bi rumet;

Niha em bi peywireke ku divê ji paşe rojê ders bên derxisti û bi hêza xwe ya rewa, li gorî hiqûqek rast pêşerojeke nû ava bikin, re rû bi rûne. Ez ligel şert û mercên giran yên Îmraliyê, berpirsyariyên ku min dane ser milê xwe, bi hemû samimiyeta xwe tînim cih. Me pêngava xwe ya yekemîn ya çek ji dewreyê derxistinê ku bi ferzkirina burjuvaziyê me girtine,  hema hemam temam bûye. Ji vir şûn de jî, peywir û berpirsyarî ya kesên tevli konferansê bûne ye. Bê guman di vê pêvajoyê de peywir û berpirsyariyên girîng yên dewletê hene. Berpirsyariyên wekê kanalên hemû siyaseta demokratîk bê vekirin, hemû zextên li ser siyasetê bê rakirin, bi ewlehiyên makeqanûnî û qanûnî vê bigirin bin temînatê hene.  Ji bo ku pêvajo baş bi rêve biçe, riyek din tune.  Lê dîsa jî peywir û berpirsyarî ya gelê me ye. Tu hamleyên ku bi hêza me ya rewa pêk neyên,  bweriya mayîndebûnê jî namîne. Dîrok ev rastî bi hezaran carî ji me re ispat kiriye.

Ji ber şert û mercên Îmrali yên ez têde me bi tena xwe birêvebirina vê pêvajoyê hem ne gengaz e hem jî ne rast e. Ez li gorî mîsyona Rêbertiya li ser milê min hatiye danîn rêya pêvajoya muzakereyê vedikim, yên di vê rêyê de bimeşin û hundirê vê pêvajoyê dagirin hûn in. Heke dewlet jî ji bo çareseriya aştiyan ejidil û ciddî be mecbûr e pêwendiyên min ên bi we re, di derve re, bi hevalên min ên din û gel re çêbike.

Li ser vî esasî konferansa we ya bi tevlîbûneke mezin kom bûye, divê bibe mekanîzmaya siyasî ya herî bingehîn a pêvajoya muzakereyê. Di mijarên, gelên Kurdistanê ji niha û pê ve di nav kîjan huqûqî de wê bi hev re bijî, wê çawa ziman û çanda xwe biparêze, bi Komara Tirkiyeyê û dewletên din re di çarçoveya kîjan huqûqî de wê hebûna xwe biparêze ez bawer im wê ji wezîfeyên bingehîn ên konferansa we bin. Biryarên hûn bigirin û encamên hûn bigihêjinê wê rê nîşanî pêvajoya muzakereyan a em dimeşînin bike. Li ser navê gelekî bi tena serê biryar girtina min bi qasî ku ne demokratîk e û ne rast be jî. Ji ber vê sedemê, biryarên hevpar ên di encama xebatên xwe de hûn bigirin, wê perspektîfa pêşeroj û dahatûyê be ya em ê piştevaniyê jêre bikin.   

Dîsa ez bawer im ku wê konferansa wê rewşa gelê me ya bi salan e di bin zextên dijwar de kirine rewşeke perîşaniyê de di aliyê aborî, civakî û  çandî de ji bo pêş bikeve wê hessayiyeta pêwîst nîşan bide tedbîran bigire. Di xusûsên perwerde, tenduristî, çand, parastin, aborî, dîplomasî û hwd. de di diyarkirina huqûqa di navbera gel û dewletê de û ya gel di nav xwe de wê konferansa we diyarker be. Di vê çarçoveyê de di encama biryarên ku hûn ê bi nîqaşan bigirin de, ez di vê baweriyê de me ku heke konferansa we heta dawiya vê pêvajoyê xebatên xwe berdewam bike wê bi fêde be.      

Hevalên rêzdar;

Kes jî, sazî jî li hemberî dîrokê her tim demborîne. Di pêvajoya vê dîrokê de ya pêwîst ev e ku em ruhê hevpar ê jiyana gelên xwe ya azad, birûmet wekhev û pêkve bixin garantiyê. Di çarçoveya yekîtiya demokratîk a neteweyî de têkoşîna em bi hev re bi rê ve bibin, ewlehî û garantiya me ya herî mezin e. Derdorên ku tevkarî ji vê yekîtiyê re kirine jidil pîroz dikim û derdorên ku tercih kirine li derveyî ruhê yekîtiyê bimînin dawetî têkoşîna hevpar dikim.

Mîna her pêvajoyê  gumana min nîn e di vê pêvajoya têkoşîna me ya siyasî de jî wê ciwan fedakariya herî mmezin bikin. Gumana min nîn e ku hevalên min ên ciwan ji her alî ve wê xwe amade bikin û li hemberî tevayî êrîşan amade bin.

Her wiha di mijara azadiya jinê de ku di şoreşa demokratîk a Kurdistanê de desteketiya herî mezin e ez bawer im divê konferansa we helwesta girîng diyar bike. Tevgerên ku cihê jinê yê di nav civakê de û mîsyona wê li ser esasekî rast pênase neke mirov nikare bêje di rastiyê de azadiyê diparêze. Li gorî egera qîmetê bilind ê ku ez ji vê rola jina Kurdistanê re didim û bi sadiqmayîna soza min daye jinan ez careke din dibêjim ku heta jin azad nebe civak qety azad nabe.

Bi van hestan ez careke din we silav dikim, û bi baweriya wê konferansa we bi serketî be cuda cuda ji her yekî ji we re rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmraliyê”         

 

***

Nivîsa eleqedar:

- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rêxistina Efûyê xwest Şerîfe Mihemedî bê berdan

ad

Li Dêrsimê şaredarek AKP'yî îstîfa kir

ad

Fermo klîba "Gulê"

ad

Ji Hunergeha Welat klîbek nip û nû: 'Li Qamişlo Li Ber Derî'

ad

Bandora Tornadoyê

ad

GOG’a 3'yan derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname