Diyarname
Ev ne fotoyeke ji rêzê ye, ev foto bi ser me kurdan de bi 8 mîlyon dolarî bûye mal.
Pêşî foto: Kurê Kralê Urdunê Prens Huseyîn ligel jineke ji erebistanê Racva Al Seyf zewicîn. Daweta wan serê vê mehê li dar ket. Ji gelek welatan mêvan hebûn. Pirs ev e: Çi eleqeya me jê heye?
Eleqe ev e: Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê yê berê Berhem Salih beşdarî dawetê bûbûn, lê mesele ne ev e, mesele diyariya ku bi xwe re birine ye. Li gor gotina rojnameger Şaswar Mame rêberên kurdên Başûr 8 mîlyon dolar diyarî ligel xwe birine.
Berî Şaswar Mame çapemeniya Başûr û çapemeniya Iraqê cih daye meseleya. Li aliyê din, berî hemûyan Heyder Musewî Serokê Dezgeha Qîme ya Îraqê ev agahî belav kiriye. Îdîa bi vî rengî ye "Li gor hin çavkaniyên Iraqê, Serokomarê Iraqê yê berê Berhem Salih, Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ji bo vê dawetê bi qasî 8 mîlyon dolarî diyarî bi xwe re birine." Yanê ev foto bi ser me de bi 8 mîlyon dolarî bûye mal.
Ji bo eleqedaran:
Dawet li Qesra Zahran a li Ammanê li dar ket. Ji gelek welatan rayedar beşdarî dawetê bûn. Prens Huseyînê niha zewicî 29 salî ye û kurê herî mezin ê Kral Abdullah e. Piştî wî Prens Îman (27), Prenses Selma (23) û Prens Haşim (18) tên.


