Amed
Hevserokê BDP'ê Selahettîn Demîrtaş di konferansê de diyar kir ku ev konferans ji bo Konferansa Neteweya Kurdistan û statuya gelên Kurdistanê dîrokî ye û wiha got: "Ev konferans Meclisa Bakurê Kurdistanê ya sembolîk e. Divê her kes li gorî vê misyonê tevbigere."
Vaye ji gotinên Demîrtaş çend not:
- Em ji bo hemû kesên keda wan ketiye vê konferansê spasiyên xwe tînin ziman. Girîngiya vê konferansê nayê nîqaşkirin. Ev konferans li dijî hêzên serdest ên li ser axa Kurdistanê dixwazin hikum bikin hêz û bersivek dîrokî ye. Ev hewldana li dijî van hêzan bi xêra Birêz Ocalan pêk hat. Bi xêra berxwedanên mezin ên bakurê Kurdistanê em gihiştin pêvajoyeke wiha.
- Ji bo mekanîzmayên muzakereyan xurt bibe. Ji bo amadekariya Konferansa Neteweyî nîqaşên vê konferansê pirr girîng e. Em ê di vê konferansê de bang li hikumet û dewletê bikin. Di vê pêvajoya ku hêzên gerîla vedikişin û çek bêdeng kirine de, em nikarin li hemberî vê helwesta hikumetê bêdeng bimînin. Mafê hemû gelên Tirkiyeyê piştî Darbeya 12'ê Rezberê ji destê wan hatiye girtin. Mafê siyasatê ji destê wan hatiye girtin. Ger em îro li parlamentoyê ne, ne ji ber ku demokrasî heye. Ji ber berxwedana gel em li meclisê ne. Di vê pêvajoyê de ji bo demokrasî pêş bikeve divê mafê hemû gelên Tirkiyeyê bê parastin.
- Ji bo Zagoneke Bingehîn a demokratîk ava bibe, mafê hemû kesan biparêze û her wiha ji bo nasname û statuyên hemû civakan bên qebûl kirin û bi destûra bîngehîn bê parastin berpirsiyarek mezin dikeve ser hevparên konferansê.
- Ger em hevparên konferansê nêrînek hevpar, stratejiyek hevpar û ramanek hevpar nîşan bidin em ê karibin di cîhanê de bibin hêz. Niha civîna vê konferansê bi xwe moralekî mezin e. Em îro hatine cem hev da ku çareseriyê nîqaş dikin. Ev ji bo me rûmetek herî mezin e. Divê her kes baş zanibe ku ev konferans a kurdistaniyan e. Gere di vê pêvajoyê de kurd û kurdistanî mudaxilê muzakereyê ne. Beşdarên vê konferansê jî divê nûnerê vê yekê bin. Li hemberî gelê me berpirsiyariyên me hene. Bi sedsalan e Kurdistan hatiye parçekirin û li ser gelê kurd siyaset tê meşandin.
***
Nivîsên eleqedar:
- Turk: Kurd li 4 parçeyan hêzên dînamîk in
- Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e
- Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e
- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir


