logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e

Li ser navê Kongreya Civaka Demokratîkê (KCD) Hevserok Aysel Tugluk axivî û wisa got: "Girîngiya dîrokî ya vê konferansê

  • Dîrok: 15/06/2013
  • Beş: Serbest

Amed
Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya bakurê Kurdistanê ku li Amedê îro dest pê kir dê sibê bi dawî bibe. Li ser navê Kongreya Civaka Demokratîkê (KCD) Hevserok Aysel Tugluk axivî û wisa got: "Girîngiya dîrokî ya vê konferansê ne tenê ji pirrengiya civatê, tê. Di serdema kaotîk a Rojhilata Navîn de, ji bo pêşeroj û azadiya gelê xwe, em li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, li ser navê xwe çareseriyan biafirînin û biryarên xwe bi xwe bidin, em civiyane. Girîngiya mezin a civînê, ji rojev û ji îradeya civînê tê.”

Vane ji gotinên Tugluk çend not:

- Bi rihê biratiyê, bi îradeyeke yekîtiya neteweyî û bi hişmendiyeke kûr; nûnerên hêja yên gelê kurd, kesayetên pêşengên civakê, jin, ciwan, kal û pîr û ji her beş û birên civakê, ji bo nivîsîna dîrokeke nû em hatine gel hev.
- Em vê civînê gelekî girîng û hêja dibînin. Di vê platforma yekîtiya neteweyî de; her nijad, bawerî û raman bi awayekî azad temsîl dibe. Divê qet şik û guman tune be ku di Kurdistana azad de, wê kurd, ermen, asûrî, ereb, tirk-tirkmen; misliman, xiristiyan, Êzdî; sunnî, elewî û hwd. her beşên civakê bi azadiyeke rastî bijîn.”

- Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di Newroza îsal de, bi daxuyanî û banga xwe ya dîrokî, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Pêvajoya nû ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû sedema moral û bi hêvîbûna yekîtî û çareseriyê. Ev pêvajoya nû, ya ku wekî “Pêvajoya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk” tê binavkirin, helwesteke stratejîk e. Bi vê pêvajoyê re, şer hatiye rawestandin, gerîlla vekişiyaye başûrê Kurdistanê û bi vî awayî xwîn hatiye sekinandin. Hêviya çareseriya demokratîk, ji xewn û xeyalan, wergeriyaye rastiyê.”

- Li Rojhilata Navîn şer hatine pêşxistin. Li hember pêşveçûnên ku li Rojhilata Navîn diqewimin peywira me ew e ku em bi rihê tifaq û yekîtiyê derkevin holê û em bi vî awayî tevbigerin. Em bawer dikin ku, aştiya mezin jî, hêza çareseriyê jî, dê bi vê yekîtiyê derkeve holê.

- Balafirên şer ên Dewleta Tirk, li Roboskiyê 34 gundiyên kurd qetil kirin. Serokwezîr Tayyîp Erdoğan, piştî tevkujiyê, li pêş çavên dinyayê, eşkere Serfermandarê Artêşê pîroz kir û spasiyên xwe pêşkêşî wî kir. Careke din bi zelalî diyar bû ku Tayyîp Erdoğan û partiya wî AKP, dev ji neyartiya kurdan bernedaye. Kurdên berxwedêr û AKP di her qadê de li hember hev bûn. Saleke dijwar a berxwedanê li pêşiya kurdan bû. AKP’ê bi baweriya ku wê karibe îradeya gelê kurd bişkîne, hêza xwe ya polîs û leşkerî heta dawiyê bi kar anî. Belê berxwedanên mezin ên li çiyayan, li zîndanan û li qadên gund û bajaran mohra xwe li salê xist.”

- Tifaqa gelê me ya Rojava, hêza xwe ya berxwedan û sekneke demokratîk afirandiye û bandora xwe li her parçeyên Kurdistanê kiriye. Tevî her zor û zehmetiyan, gelê me yê Rojava berxwedana xwe didomîne. Em careke din gelê xwe yê Rojava, berxwedan û şoreşa gelê xwe yê şanaz, bi coşeke mezin silav dikin û em bi tevahiya hebûna xwe, piştgiriya xwe îlan dikin. Hêvî û daxwaza me ew e ku tevayî rêxistin û hêzên me yên siyasî li her parçeyên Kurdistanê, di vî warî de berpirsiyariyên xwe xurtir bînin cih û destekê bidin gelê me yê Rojava.”

- Konferansa me xwediyê îrade û îddiayeke girîng e. Konferansa me, dê bi encamên konferansên din ên ji bo çareserî û yekîtiyê pêk hatine û wê pêk werin hevdu temam bikin.

- Em ê li ser erdnîgariya xwe ya ku di dîrokê de bûye dergûşa şaristaniyê, mafê xwe yê avakirina rêvebiriya xwe bi xwe bi dest bixin. Em ê mafê xwe yên demokratîk, ekolojîk, aborî û jiyana azad, bi dest bixin û em ê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Em ê di nav malbata mirovahiyê de, cihê xwe yê bi rûmet bigirin.

- Werin em bi îradeyeke xurt, êş û elemên ku bi gelê me dane kişandin bi dawî bînin. Em jiyaneke azad û rizgariya demokratîk diyarî gelê xwe bikin.

 

***

Nivîsên eleqedar:

- Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e

- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Başûr dê hikumetek çawa çêbibe?

ad

Bila sala nû bi dilê we be

ad

Li Aachenê pêşangeha pirtûkên kurdî li dar ket

ad

Bi kurdî xizmeta tenduristiyê

ad

Bernameya Newroza Amedê amade ye

ad

Ji Weşanên JJ'yê sê pirtûkên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname