logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Mazî: Ji alî çap û nivîsandina pirtûkan ve pêşketin, ji alî firotinê ve têkçûn e

Nivîskar û weşanger Çiya Mazî li ser pirtûka xwe ya dawî û li ser weşangeriya kurdî axivî.

  • Dîrok: 19/06/2014
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Hozan Emîn


Çiya Mazî nivîsakarekî kurd e, jîr û zîrek e, di gelek warên wêjeyî de dinivîse nemaze; helebest, çîrok û wêjeya devkî û kelepûr û xudanê gelek berhemên giranbuha ye. Ew di sala 1960’î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Nivîskariya wî ya bi kurdî di sala 1993’yan dest pê kiriye û wî heta niha gelek berhem ji çîrok, helbest û nivîsar belav kirine ku ev xebata w3i her berdewam e. Di van demên dawî de berhemeke wî ya nû ji aliyê weşanxaneya Berbang ve bi navê “Baxek Ji Folklora Kurdî, ji derdora Mêrdîn” ve çap û belav bûye. Me delîve dît ku em bi wê helkeftê vê hevpeyvînê çêkin û wî jî bi spasî bersiva me da. 


Em di destpêkê de dixwazin, hûn behsa berhemên xwe bi giştî bikin; çend in û di çi warî de ne? 

Çar berhemên min yên çîrokan hene (Mistek Jiyan, Mijarên Mîqro, Bahol, Peyarêk), yek helbest (Palûte), yek Ferheng (Ferhenga Gotinên Pêşiyan) bi latînî û tîpên kurmanciya jêrîn hatine çapkirin. Berhemek helbestan ya Muslum Yucel û Kurdistana Sor ya Hejarê Şamîl (bi hevkariya Saih Kevirbirî) min ji tirkî wergerandiye kurmancî. Yek jî û ya dawî  xebatên folklorê ye, ew jî "Baxek Ji Folklora Kurdî-ji derdora Mêrdîn" e.

 ‘Baxek Ji Folklora Kurdî- ji derdora Mêrdîn’, berhema we ya herî dawî , bi taybetî ji me re behsa wê bike? 

Belê. Ev berhem wekî berhama min a 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan' bi domdariya gelek salan hatiye ser hev. Ango ji dema ku min dest bi nivîsandina kurdî kir ji salên 90'î de, heçî tişên ku ez lê rast dihatim û bala min dikşandin wekî, pêkenok, gotinên xweş, peyvên ku di ferhengan de cih nedigirtin, yên tewşo mewşo (absurd) û biwêj, peyvên pişeyan, stranên ku dengbêjan digotin min hemî bi qasî karîbûn berhev dikirin û li ba xwe tomar dikir. Ev berham jî ji wan berhevkirinan pêk hatiye. Bi giştî 384 rûpel e, bi taybetî yên derdora Mêrdîn in û bi taybetî jî yên derdora Çiyayê Mazî ne. Beşek jê stranên dengbêj Fadilê Kufragî ne ku li herêma Mêrdîn û Çiyayê Mazî pir navdar e. Bi taybetî jî dûrikên (Çarîn-Manî) vê herêmê ku heta niha min tu xebat di derberê wan de nedîtine jî di vê pirtûkê de min cih daye wan. Ev dûrikên aliyê Çiyayê Mazî bi taybetî ji alî jinan ve têne gotin û zilaman di şahiyên bûkan de qet negotine û nabêjin, tenê jin dibêjin û wekî rexneyan raveya rewşa civak û şahiyê dinirxînin bi wan dûrikanên xwe. Di demên berê de jinên vê herêmê bi vî awayî ramanên xwe anîne zimên û hinek ji wan jî gellekî tûj in jî, wekî dibêje:

 Bavê bûkê kûçkê sor o/

Li ser xênî bû kulor o/ 

Xwakê qurban we rê şaş kir/ 

Bûkê derxin xaniyê jor o/ 

Heke ez derfetan bibînim bawer bike hê gelek xebat û lêkolîn li ser van pêwist in û derxistin û nirxandina van ramanan hêjayî ravekirinê ne; Ji ber ku li himber civakê ku ji 30 sal berê û wê de jinan civak û kes bi vî awayî rexne kirine. Tiştekî ecêb ew bû ku min bi xwe jî dîtiye, dema ku ev dûrik di şahiya bûkê de dihat gotin wekî sincekî wekî kevneşopiyekê kesî û tu zilaman bertek nîşan nedida, berevajî wê yekê ku bertek nîşan bidana yên derdorê digotin "eyb e, dawet e, ewê bibêjin, tiştek nabe". Ev helwesta jinan ya wê demê hêjayî nirxandinê ye, ji xwe min di panelek ku Zanîngeha Stenbolê ya Bîlgiyê jî li ser van dûrikan û ramanan pêşkêşî kir, lê belê hê tu zanîngehên kurd û saziyên wan ji bo van dûrikana daxwazek semîner an panelan ji min nekirine. 

We weşanxaneyek damezirand bi navê Berbang. Kengî û li ku we ava kir û we çend pirtûk heta niha çap kirine?

Piştî ku teqawît bûm ji kargehê, min amadekariya tiştekî wisa kir. Pêşî min ji hin weşanxaneyan re werger, redaktorî, edîtorî kir û di sala 2013'an de biryar da ku ji vî karî pê ve ez dê tu karê din nikaribim bikim û di kar û barê jiyanê de jî tu sûdeya min dê negihijê kurdî. Damezrandina weşanxaneyan ji alî fermî de ne pir zahmet e lê birêvebirin, belavkirina pirtûkan, edîtorî, ked jê re divê. Her wiha peydekirina fînansmanê jî zahmet e. Min hemî bi deynê benqeyê saz kiriye û dimeşînim. Ji alî edîtoriya helbestê jî helbestkar Şivan Zeren alîkariya min dike. Heta niha 5 pirtûkên weşanxaneya 'Berbang'ê hatine çapkirin. Lê projeyên me pir in. Gelek nivîskar jî daxwaza weşanên pirtûkên xwe dikin. Projeyên min bi xwe jî hene û qediyane, lê derfetên me pir kêm in, ji ber wê yekê jî pir hêdî dimeşe. Heke derfet hebin em dê projeyên baş pêşkêş bikin.  

 

Rewşa pirtûkên kurdî li bakurê Kurdistanê di çi astê de ye? 

Bawer bike ji alî çapkirina pirtûkên kurdî li bakurê Kurdistanê pir zêde bûye. Wekî îstatistikên dewletê dibêje di sala 2013'yan de 400 û zêdetir pirtûkên kurdî çap bûne. Ev li gor dîroka kurdên bakur gelekî hêjayî pesnê ye. Lê belê dema mirov tê ser babeta xwendin û kirîna pirtûkan ji alî mirovên kurd ve, mirov şaş û metal dimîne. Tevlî hemû bêderfetiyên weşanxane û nivîskaran ew qas pirtûk tê çapkirin, lê belê  di şeş mehan de ji sedî deh jî nayên firotin. Pirtûkên herî baş û yên nivîskarên herî navdar jî ji hezar nusxeyî zêdetir çep nabe ji xwe. Van salên dawiyê hejmara nusxayan daketiye 500'î û hê kêmtir. Lê wekî me got weşanxane jî pir dibin û hejmara çapkirina pirtûkan jî. Ev nakokiyek mezin e. Ji alî çap û nivîsandinê pêşketin, lê ji alî xwendin û kirîna pirtûkan têkçûn heye.


Li gora we sedemên wê çi ne?

bHelbet sedemên wê ne tenê ku kurdên Bakur bi tirkî mijûl dibin û nizanin kurdî bixwînin. Sedem çendek heb in. Yek jê ku xwendina pirtûkên çapkirî li hemû dinyayê ji ber teknolojiyê (înternet) kêm bûye. Lê tevî li hemî dinyayê wisa ye jî mînak li tirkî hinek pirtûk hene bi sed hezar nusxeyî çap dibin. Sedema diduyan jî tunebûna dibistanên kurdî ye. Mirov êdî nikare ji tu kesî re bibêje çima tu bi kurdî naxwînî, mafê me jî tune ye êdî. Lê heke dibistan û perwerde bi kurdî be ji bêgavî dê bixwîne. Nîşana vê yekê jî ev e ku dema Zanîngeha Artuklu û çendên din dest bi vek

irina beşên kurdî kirin xwendin jî û şopandina pirtûkên kurdî jî zêde bû û her wiha nirxandinên akademîk jî dest pê kirin. Bidestxistina perwerdeyê jî karê siyasetê ye. Heta ku siyaset vê çeperê, mafê perwerdeyê bi dest nexe, çi di xweseriya demokratîk de çi di serxwebûnê de, xwendin û firotina pirtûkên kurdî dê dakeve binê sifrê li bakur.

Dewlemendên tirkan jî alîkariyê didin weşanên pirtûkan. Mînak banqe bi xwe pirtûk û berhemên hunerî çap dikin, dewlemend dibin sponsor û bi deh hezaran pirtûk dikirin. Her wiya 700 pirtûkxaneyên dewletê hene li navçeyan van pirtûkxane jî pirtûkên tirkî dikirin, lê dewlet pirtûkên kurdî nakire. Dewlemendên kurd jî qet nakirin û nabin sponsor. Dewlemendên welatparêz jî tenê berê xwe dane siyasetê, pirtûkên kurdî qet bala wan nakişîne. Heta niha bi piranî bi hewl û fedekariya nivîskaran ev kar dimeşe. Lê ew jî heta kîjan demê êdî nizanim. 

 

Çareserî wê li gora we, çi be?

Dewlemendên kurd dikarin bibin sponsor ji bo çapkirina pirtûkên lêkolînî yên nivîskaran. Hikumeta Herêma Kurdistanê ku hinekî aramî pêk bê li ser axa welêt, dikare ji her weşanxaneyê kurdî ku li Bakur û Tirkiye bi taybetî pirtûkên bi kurdî û latînî bistîne û li zanîngeh, dibistan û pirtûkxaneyên başûrê Kurdistanê belav bike. Herwiha Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ku di dest kurdan de ne jî dikarin ji hemû weşanxaneyan pirtûkên bi zimanê kurdî bikirin û li gel an jî li saziyan belav bikin. Bi vî awayî dê hinekî weşanxane bêhna xwe bistînin û projeyên hêja pêk bînin. Bila kesên kurd ne tenê bi nivîskaran, pirtûkan û weşanxaneyan xwe bipesinînin û pesnê nivîskaran bidin û bibêjin "em bi nivîskarên kurd serbilind in". Her wiha ji bo her kesê kurd ev babet derbas dibe. Bi vê yekê nivîskar ne dilxweş dibe û ne bi pêş dikeve. Bila alîkariya belavkirin, xwendin û weşanan bikin bêyî bandor û berjewendiya xwe ya siyasî û partîzanî. Kesên kurd jî heke hezkirina wan ji nivîskaran re ji zimanê kurdî re heye divê pirtûkên wan bixwînin û belav bikin, tenê  serbilindbûn û hezkirineka ji nivîskaran bi peyvên vala sûdeyê nade welêt û kurdî. Hezkirina ziman û nvîskar ew e ku pirtûkên wî bê xwendin, ew yek wî bextewar dike.  


Peyvek we ya dawî, yan hûn bixwazin balê bikşînin ser xalekê hûn azad in?  

Peyva dawî jî, tevlî ku min di jiyana xwe de pir êş ji bo vî zimanî kişandiye û tevlî ku ji bo wî xizan û birçî mame û hê jî zahmetiyên mezin dikişînim jî, wekî gelek kesên nifşên xwe, ez dê karê wêjeyê, nivîsa kurdî û lêkolînan bidomînim heta niqutek xwîn di bedena min de hebe tu hez dikî çi dibe bila bibe, ji ber ku di paşeroje xwe de, ji ber zilm û zora serdestan min ev ehd û peyman di giyanê xwe de mohr kiriye û xelas, û gelek spas.  


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Reqsa peyvan a Herdem Merwanî

ad

Fotoyê rojê: Edalet li erdê ye!

ad

Tenê fîlmekî: The Day The Earth Stood Still

ad

Fîlmên Metrajdirêj û Belgefîlmên diçin Duhokê diyar bûn

ad

'Di welatekî bêhizûr de divê wêjeyek muhteşem derê'

ad

Li ser Derbeya 12'yê Rezberê: "Celadê Dawî" hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname