Diyarname
HRRK ku kurtedemek berê kongreya xwe ya 4'emîn li dar xistibû, niha di nav rêveberên xwe de karbeşî li dar xist. Çar komîte wê li ser xebatan hûr bibe.
Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) roıja yekşemê, 16.02.2014'an, civîna xwe ya yekemîn li Belçîkayê li dar xist. Di civîna yekemîn de li ser gelek xalan nîqaş pêk hat û di dawiyê de hin biryar hatin girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya HRKK'ê wan 4 komîte ava kirine û berpirsên komîteyan jî diyar ikrine. Komîteyên hatine avakirin û berpirsên wan bi vî rengî ne:
1. Komîteya rêxistin û birêvebirina endamtiyê: Hesen Ebdela û Welîd Şêxo.
2. Komîteya ragihandinê: Helîm Yûsiv (berpisê komîteyê û berdevkê fermî yê HRRK). Husên Umer, Ehmedê Huseynî û Bavê Narîn jî wekî endamên komîteyê hatin bi cihkirin.
3. Komîteya Çalakiyan: Reşîd Hiso, Ehmedê Huseynî, Roza Husên.
4. Komîteya Mewdanî: Yûsiv Xalidî, Bavê Narîn.
Piştî diyarkirina komîteyan, her komîte dê li ser beşa xwe bixebite. Her wiha di civînê de ji bo çalakiyên ku dê di dema pêş me de bêne lidar xistin de jî hin biryar hatin girtin. Li gor van jî di dema pêşiya me de HRRK hin gavan biavêje. Li gor vê: "1. Lidarxistina mehrecaneke çandî., 2. Lidarxistina pêşangeheke hevbeş., 3. Tekûzkirina malpera Hevgirtinê., 4. Çalakkirina malpera hevgirtinê ya Facebookê., 5. Di zûtirîn wext de, lidarxistina kongireyên Bakur û Başûrê Kurdistanê., 6. Her wisa di civînê de, pêşniyazên mîna avakirina weşanxaneya Hevgirtinê û hewildana ji nû ve weşandina kovara Urkêşê bi du zimanan hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hate çespandin ku, hemî karûbarên saziyê, dê bi giyanekî gelemper û hevbeş bi rê ve biçin. Her wisa, dê hemî hewldanên komîteyê, bi tenê ji bo gurkirin û bi hêzkirina rola Hevgirtinê bin û berfirehkirina qada çand û wêje û hunera kurdî bin. Di dawiyê de, Komîteya Kargêr, banga xwe dubare dike ku, hemî rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê, li derveyî paşxane û raman û boçûnên rêxistî û siyasî, hewl bidin ku li Hevgirtinê xwedî derkevin û rola wê di dîmen û jiyana çand û culûurê de geştir bikin.
Têbiniya Diyarnameyê: Yên bixwazin bi komîteyên HRKK'ê de bikevin têkiliyên, ev e navnîşana e-mailê: hevgirtin@rojava.net
*******
Kovara Kurt Tarîhî îdîayeke gelek mezin avêt holê