Diyarname
Kovara W'yê bi hejmara xwe ya hejmara xwe ya 30'î derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovar di vê hejmarê de li ser "Romana Kurdî" dosyayeke amade kiriye. Her wiha kovar bi alîkariya Şaredariya Batmanê CD'Ya belgefîlmê Cegerxwîn jî wekî diyarî dide xwendevanan dike.
Dosyaya "Romana Kurdî" wekî du beş hatiye plankirin. Beşa yekem di vê hejmarê hatiye weşandin û beşa diduyan jî dê di hejmara bê de bê weşandin. Di vê beşê de bi Edib Polat, Lokman Ayebe, Menaf Osman, Omer Dilsoz û Şener Ozmen re li ser romanê guftûgoyeke hatiye li darxistin. Her du nivîskar li ser romanê dîtinên xwe tînin ziman. Omer Dewran jî li ser Romanê nivîseke nivîsandiye.
Her wiha di kovarê de Elîxan Loran bi nivîskar Helîm Yûsiv re hevpeyvîneke kiriye. Dîsa kovar di hejmara xwe ya rêbendan û reşemiyê de nivîs, helbest û gotarên cihê pêşkêşî xwendevanan dike. Kovarê di vê hejmarê de ji ber rewşa aborî buhaya kovarê jî zêde kiriye, buhaya xwe kiriye 5 TL.