Diyarname
Ev çend roj in li Keleha Navîn a Amedê lêkolandineke pêk tê û heta niha hestiyên 19 kesî hatine derxistin. Ev cihê ku demekê navenda JÎTEM'ê bû.
Li Amedê di serî de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û saziyên din ên sivîl dixwazin der barê kesên ev yek kirine de lêpirsîn bê destpêkirin. Di van du rojên dawî de jî Wezîrên Hikumetê çûn cihê bûyerê. Ciheke wisa û rewşeke wisa ji Wezîrê Karên Hundir tê pirsîn lê heta niha Wezîrê Karên Hundir neçûye serdana wir, ji dêvla wî wezîrên wekî Wezîrê Çandê, Wezîrê Çandiniyê ku ne karê wan e çûne serdana xebata lêkolandinê. Çima?
Îro Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ertugrul Gunay çû wê derê û got: "Ezê bi Wezîrê Edaletê biaxivim, ezê bixwazim ku Tiba Edlî zê dest bavêje vê meseleyê. Lê ev der veşartineke komî ye, yan encama komkujiyek e, piştî paqijkirina vê derê dê diyar bibe, em niha nizanin. Ger bi komî mirov xistine vê derê dibe ku ne aîdê salên 90'î be, dibe aîdê bûyerek din be."
Digel ev gotina Wezîr jî baweriya gelê herêmê ew e ku di salên 90'î de JÎTEM'ê ev der bikar aniye û ev hestiyên têne derxistin aîdê wê demê ne.