Hewlêr
Sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistana Federe dest pê kir. Bi giştî mîlyonek û 800 hezar xwendekar li dibistanên herêmê dest bi xwendinê dikin.
Roja 14'ê mehê li seranserê Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Perwerdehî li gor şertên koronayê dest pê kirin. Zarok maste didin ber dev û pozê xwe. Wezîrê Perwerdeyê yê Hikumeta Herêma Kurdistana Federe Alan Hemesedîd li dibistanek Şeqlewayê axivî got: “Bikaranîna maskeyan ji bo mamoste û xwendekaran neçariye. Heta niha ji sedî 35’ê mamosteyan derziya koronayê li xwe dane û 2 mîlyon û 500 hezar maske û 50 hezar amûrên paqijiyê ji bo dibistanan hatine amadekirin."
Her wiha lan Hemesedîd li ser hejmara xwendekaran jî wisa got: "îsal zêdetirî mîlyonek û 800 hezar xwendevan wê bixwînin."
LI ROJAVA JÎ DEST PÊ KIR
Li aliyê din li Rojava jî dibistanan dest pê kiribû. Li Rojava 12'yê mehê dibistan vebûn. Li Rojava nêzî 900 hezar xwendekar hene.
Rojnaws - Diyarname
***
Nûçeya Eleqedar:
- Dibistanên Rojava ji bo serdema nû ya perwerdehiyê amade ne