Henîfe Hisên
Pirsgirêkên li Sûriyeyê bûne pirsgirêkên Rojhilata Navîn heta yên navneteweyî. Ji bo vê pir hêzên Rojhilata Navîn, nexasim Tirkiye, Îran û Erebistana Siûdî dîsa Rusya û koalîsyonên navneteweyî hema her kes bi wê re elaqedar e. Lê tu hêzên ku bi qedera Sûriyeyê re eleqedar in ji bo Sûriyeyeke nû, demokratîk, federal ne xwedî proje ne ku hemû civak û ol xwe têde bibînin, bi awayekî azad û demokratîk bi hev re têde bijîn. Tenê di van çend rojên dawî de hêdî hêdî behsa Sûriyeyeke federal tê kirin, ev jî tiştekî erênî ye.
Yên ku li ser Sûriyeya giştî xwedî proje, Sûriyeyeke demokratîk û federal dixwazin û her wiha ji bo wê têdikoşin, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, hêzên girêdayî Meclisa Sûriyeya Demokratîk QSD û Şoreşa Rojava ye. Ligel vê yekê di nava Sûriyeya giştî de herêma herî bi ewle jî Rojava ye. Ji destpêka şoreşê ve heta niha hemû civak, ol û çandên li ser Bakurê Sûriyeyê-Rojava dijîn, îspat kirin ku li ser azadî, demokrasî û biratiya gelan, ew dikarin jiyan û pergaleke nû ava bikin û ev yek mimkûn e.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelê me yên li Rojava li hemberî çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên paravan ên din, nexasim jî di van demên dawî de hemle li ser hemleyê pêk anîn. Wekî Hol, Şedadê, Tişrîn û herêmên din. Li Rojava-Bakurê Sûriyeyê axa ku hatiye rizgarkirin fireh bûye. Li ser vî esasî, koordînasyona her sê Kantonên Rojava, Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava xist rojeva hemû rêxistin, pêkhate û rêveberiya gelên me yên bi hev re dijîn. Ev lêgerîn, hewldan û pêşniyazên koordînasyana Rojava heqeten tiştekî rast û pêwîst bû. Çima ku axa hatiye rizgarkirin fireh bûye. Ji bo vê jî pêwîst e ku li ser axa fireh bûye îdareyek nû bê birêxistinkirin; ev jî federasyon e. Li ser vî esasî nîqaş têne kirin, di van nîqaşan de jî encamên derketine holê girîng in û pêwîstiya Federasyona Bakurê Sûriye-Rojava pirtir derdikeve pêş û ev rastiyek e. Esas perspektîf û projeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk jî ew ê Sûriyeyek demokratîk û federal li ser xweseriya herêman bê avakirin. Li gorî vê rastiya Bakurê Sûriyê-Rojava federasyona demokratîk pêwîst e û mewziyên wê hene. Ji bo vê hemû partî, rêxistin, eşîr û kesayetên ereb, kurd asûrî, suryanî, tirkmen, çeçen, ermen li ber biryardariya îlankirina Federasyona Bakurê Suriyê-Rojava ne. Li gorî van civîn û nîqaşên pêk tên, îhtimal heye ku di demeke nêz de heta di hundirê sê-çar rojan de jî Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava bê îlankirin.
Jixwe bingeheke federasyonê jî heye. Eger ev federasyon bê îlankirin, ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê bi giştî bêne çareserkirin, Sûriyeyeke nû ya demokratîk bê îlankirin bi rastî ew ê bibe gaveke dîrokî. Jixwe ji vir û şûn ve, Sûriye bi pergaleke wekî zêhniyeta BAAS’ê ya navendî ne mimkûn e bê birêvebirin. Pergala herî rast û hemû civak, ol û çand xwe têde bibînin, bi hev re azad û demokratîk bijîn pergala li ser esasê federasyonan bê avakirin a Sûriyeyeke federal e.
Em di wê baweriyê de ne ku bi îlankirina Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava re ji bo Sûriyeyeke nû a federal û demokratîk, ew ê bingehekî xurt bê danîn û hemû pirsgirêkên Sûriyeyê jî li ser vî esasî werin çareserkirin. Ji bo vê jî ji niha ve em dibêjin, Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava li tevahiya gelê kurd, ereb, asûrî, suryanî, tirkmen, ermen û çeçen pîroz be.
jindasilan@gmail.com
14.03.2016, Yenî Ozgur Polîtîk


