logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Şerê Derûnî (Psychological Warfare)

  • Dîrok: 14/07/2025
  • Beş: Serbest

___Brahîmê Alûcî___

Destpêk
Şerê derûnî yek ji mijarên herî girîng ê serdema modern e ku di warê siyaset, leşkerî û têkiliyên navneteweyî de cihekî taybet bi xwe ve girêdayî. Ev têgeh ku kampanyayek berfireh e ku tê de şêwazên propagandayê, amûrên derûnî û exlaqî û hemû rêbaz û teknîkên berdest tên bikaranîn de ku bandorê li hişmendî û hestên komeke diyarkirî bikin. Armanca sereke ya vî şerî ew e ku helwest û cihgirtinên civakê vebiguherîne û wan bi berjewendiyên aliyê rêberkeran re hevaheng bike.
Di serdema îro de, bi geşedana teknolojiyê û zêdebûna amûrên ragihandinê, girîngiya şerê derûnî gelek zêde bûye û bûye yek ji stratejiyên sereke yên dewletên modern ên ku dixwazin li ser civakên din bandorê bikin. Ev şer ne tenê di demên şer de, lê di demên aştiyê de jî tê bikaranîn û dibe sedema guherandina bandorên mezin ên derûnî, giyanî, civakî û siyasî.
Şerê derûnî di dîroka kurdî de cihekî taybet bi xwe ve girtiye û bûye yek ji amûrên sereke yên ku ji aliyê dewletên dagirker ve li dijî gelê kurd û nasnameya Kurdistanê tê bikaranîn. Ev şer ku bi rêya propagandayê, gotegot û dezenformasyonan û teknîkên derûnî tê meşandin, armanca wê ew e ku nasnameya kurdî lawaz bike, hişmendiya neteweyî ya kurdan têk bibe û wan ji îdeala xwe ya azad û serbixwe dûr bixe.
Ev şer bi rêya pergalên perwerdehiyê, medyayên fermî, siyasetên asîmîlasyonê û teknîkên çandî tê pêkanîn ku armanca wê ew e helwest û hişmendiya kurdan vebiguherîne û wan ji rêya wan a rast dûr bixe.

Çavkaniya Dîrokî ya Şerê Derûnî
Şerê derûnî dîrokeke wê ya dûr û dirêj heye ku bi şêweyên cihêcihê di nav dîroka mirovahiyê de hatiye bikaranîn. Lê wekî têgeheke zanistî û teknîkeke rêkûpêk, destpêka wê bi sedsala bîstê ve girêdayî ye. Kesê ku cara yekem ev têgeh bi awayekî zansitî bi kar anî, şîrovekarê leşkerî ya brîtanî J.F.C. Fuller bû ku di salên 1920î de dest bi lêkolînên xwe li ser vê mijarê kir.
Lêbelê, bikaranîna berfireh û sîstematîk a vê têgehê heta salên 1940î destpê nekir. Dema Şerê Duyem ê Cîhanî jî her du aliyên şer dest bi bikaranîna teknîkên şerê derûnî kirin. Piştî şer, bi taybetî di dema Şerê Sar û Şerê Koreyê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (United States) beşeke taybet ji bo şerê derûnî ava kir ku navê wê "Ofîsa Serokê Şerê Derûnî" (Office of the Chief of Psychological Warfare) danî.
Herwiha, bi demê re dibistaneke taybet ji bo perwerdekirin û rahênana karmendên leşkerî ava kir ku armanca wê ew bû ku huner û şêwazên bergirî û êrîşkirina li ser bandor, helwest û ramana kesên din bên hînkirin. Ev pêşkeftin nîşanî girîngiya ku dewletên modern didin vî kar û warî.

Bingehên Stratejîk ên Şerê Derûnî yê Serkeftî
Şerê derûnî yê bandorkaer û serkeftî li ser çend bingehên stratejîk ên girîng radiweste. Yekem û ya herî girîng jê ew e ku pêşkêşkirina fikir, raman û rastiyên nû ji bo guhdar an aliyê armanckirî û bikaranîna van rastiyan ji bo xizmeta armancên çavkaniya şerê derûnî. Di heman demê de, divê hilbijartina fikr û ramanên ku tê çaverêkirin ku ji aliyê neyar ve werin pejirandin û bikaranîna fikr û ramanên ku tê zanîn ku ji bo wî guncaw in, bi awayekî stratejîk were kirin. Her kesê ku dixwaze şerê derûnî yê serkeftî dest pê bike, divê hemû tevger, reftar, meyl, pêdivî, bawerî û hemû pirt û parçeyên çanda civaka armanckirî bi baldarî bixwîne û fêm bike.
Bingeheke din a girîng ew e ku xwegihandina dubarekirinê bi awayekî curbecur û balkêş, da ku dubarebûn nebe sedema bêzarî û paşê redkirina peyamê. Dubarekirin divê bi cihê balkêş û bikaranîna amrazên balkêşandinê were kirin da ku bandora wê zêde be.
Peydakirina perû, diyarî û xelatan ji bo wergirên amade stratejiyeke din a girîng e. Ev xelat û diyarî dikarin aborî, civakî an jî derûnî bin û armanca wan ew e ku aliyê armanckirî zêdetir were razîkirin.
Afirandina rewşeke ne zelal di nav aliyê hember de stratejiyeke wê ye ku peyam wekî razîbûn an bersiveke ji bo vê pêdiviyê xuya bike. Herwiha kêmkirina wê rewşa aloz ku ji encama bêparkirina ji zanîna rastiyan tê holê, girîng e, ji ber ku tenê di rewşeke ne zelal de ye ku gotegot û dezenformasyon belav dibin û civak wan dipejirîne ji bo têrkirina hewcedariya zanînê.
Bawerîpêdaniya çavkaniya peyamê yek ji bingehên herî girîng e. Çavkaniya peyamê divê baweriyeke wê ya bi hêz û xurt hebe, da ku aliyê armanckirî baweriya xwe pê bîne û pê ewle û bawer bin. Eger aliyê armanckirî bizane ku çavkaniya diyarkirî derewan dike û gotegot û dezenformasyonan belav dike, ew ê pişta xwe bidiyê û ev ê sedema têkçûna hemû stratejiyê bibe.
Herwiha, çêtir e ku çavkaniya peyamê balkêş û pejirandî be. Bi vê armancê, wergirtî, kesayetiyên navdar, zanayên naskirî an jî kesayetiyên ku civak pê bawer e tên bikaranîn.
Dûrketina ji wan peyam an fikirên ku li dijî giştiyên çanda civakê ne stratejiyeke din a girîng e. Ev bêje heye ku divê ji olên cîhgirtî, binpêkirina pîroziyên civakê an adet û nerîtên wê dûr bimînin, da ku neyar wan red nekin û li dijî wan helwesteke neyînî hilnegirin.

Armancên Stratejîk ên Şerê Derûnî
Şerê derûnî li gorî rewş, cih û aliyê dijmin hewl dide bigihîje çend armancên stratejîk ên diyarkirî. Armanca yekem ew e ku baweriya koma dijmin bi hemû ol, bawerî, derûnî, bingeh û nirxên wê were lawaz kirin. Ev bi zêdekirina hin xeletiyên tevger û reftariyê an nerînên fikrî yên cuda û sivikkirina hin nirxan û reşkirina wan heta radeyekê qerf û henek pê tê kirin.
Armanceke din ew e ku hêmanên dubendî û nakoktiyê di giyanê koma bêalî an dijmin de werin afirandin û tevgerandin. Ev bi veqetandina gel ji serkirdayetiyê û veqetandina endamên civakekê ji hev tê pêk anîn.
Zêdekirina nerehetiya aborî, darayî, derûnî û civakî armanceke din a girîng e. Ev bi armanca sepandina hegemonî û serdestiyê li ser koma armanckirî tê kirin, ji rêya deyn û planên rizgarkirinê li gorî şertên belgeyî ku girêdana û serîdanîna armanca zêde dike.
Gihîştina kontrolkirina li ser îradeya gelan û rêberên wan û arasteykirina wan li gorî armancên destwerdêr armanceke din a stratejîk e ku di vê warê de tê şopandin.
Piştgirîkirina tundgiriya dînî û siyasî ji bo tevlihevkirina qenaeta bawerî û ramana dînî ya rast û navîn stratejiyeke din e ku di gelek cihan de hatiye bikaranîn.
Di dawiyê de, giştîkirina hestên rageşî, bêzarî û bêhêvîtiyê di nav endamên civakê de, bi taybetî li cem koma ciwanan ji ber taybetmendiya berjewendî û tamahên wan, armanceke din a girîng e.

Armancên Stratejîk ên Şerê Derûnî li Dijî Kurdan
Armanca sereke ya şerê derûnî li dijî kurdan lawazkirina hişmendiya neteweyî ye. Hewl tê dayîn ku hişmendiya neteweyî ya kurdan were lawaz kirin û wan ji xwîna wan dûr bixin. Asîmîlasyona civakî bi teknîkên cihêcih, hewl tê dayîn ku kurdan di nav civakên dagirker de werin hêrandin da ku nasnameya xwe ji bîr bikin.
Dubendî û nakokiya navxweyî bi afirandina nakokiyên navxweyî li ser bingehên olî, siyasî û eşîrî, hewl tê dayîn ku kurdan ji hev bixin. Kontrolkirina serkirdatiya kurdî bi şêweyên cuda, hewl tê dayîn ku serkirdatiya kurdî were kontrol kirin an jî wan serkirdeyên ku li dijî berjewendiyên dewletên dagirker têdikoşin werin lawaz kirin.
Afirandina dilsoziya saxte bi pêşkêşkirina hêz û xelatan, hewl tê dayîn ku hin kurdan ji berjewendiyên dewletên dagirker re bifikirin û li dijî gelê xwe têkevin liv û tevgerê.
Şerê derûnî yê li dijî kurdan bandorên kûr li ser civaka kurdî kiriye. Qeyranên nasnameyê, gelek kurd di nav qeyraneke nasnameyê de dijîn û nizanin ka ew kî ne û ji kû tên. Veqetandina civakî, civaka kurdî ji aliyê olî, siyasî û eşîrî ve hatiye veqetandin û nebûye yek li ser armancên giştî yên neteweyî.
Windabûna ziman di gelek herêmên Kurdistanê de, zimanê kurdî di nav nifşên nû de windabûye an jî lawaz bûye. Kêmbûna zindîbûna çandî, çanda kurdî di nav nifşên nû de kêm bûye û gelek adet û nerîtên kurdî ji holê rakirin. Dubendiya siyasî, partiyên kurdî di nav dubendî û nakokiyên mezin de ne û nikarin li ser stratejiyeke giştî ya neteweî bibin yek.

Amûrên Sereke yên Şerê Derûnî
Ji bo ku şerê derûnî bikaribe bandorker û bigihîje encamên xwe yên armanckirî, pişta xwe bi çend amûrên sereke ve girê dide. Yekem û ya herî girîng jê gotegot û dezenformasyon e. Gotegot û dezenformasyon û geşkirina nûçeyên çêkirî ne ku tu bingeheke wan bi rastiyê re tune an zêdekirina wan an jî bi mebest û zanebûn çewtkirina wan di vegotina nûçeyekê de ku aliyekî biçûk ê rastiyê tê de heye. Herwiha zêdekirina agahiyên ne rast an çewt ji bo nûçeyên ku piraniya wan rast in an jî şîrovekirina nûçeyên rast û balkişandina li ser wan bi awayekî ku ji rastî û heqîqetê cuda be, hemû ev teknîkan di bin sernavê gotegot û dezenformasyonan de tên kirin.
Armanca gotegot û dezenformasyonan ew e ku bandorkirina derûnî û giyanî li ser raya giştî ya navxweyî, herêmî, cîhanî an neteweyî û navneteweyî were kirin ji bo gihîştina armancên siyasî, aborî an leşkerî li ser qewareya nijadekî, welatekî, çend welatan an li ser hemû pîvaneke cîhanî.
Gotegot û dez-enformasyon ji aliyê kesan, rojname, kovar, radyo, televîzyon, tora navneteweyî (înternet) an medyayên din ve tên belavkirin. Dibe ku saxlem bin û hêviyên baş ji bo siberojê hilgirin an jî dibe ku wêranker bin û rik û kîn tê de hebe. Bi bikaranîna guncawtirîn rewş ji bo derketina wan wekî gelek rûdanan wekî şer, karesat, bihabûna bihayan an têkiliyên siyasî an aborî, ev gotegot û dezenformasyonan dikarin bandoreke mezin li ser xelkê, koman û derûniya civakê bikin.
Amûra duyem propaganda ye. Propaganda derbirîna nerîn an kiryarên ku bi zanebûn ji aliyê kes an koman ve tên kirin e, bi sedema ku dê bandorê li ser nerîn an kiryarên kes an komên din bikin ji bo gihîştina armancên berê diyarkirî. Ev bi rêya hişkbûna derûnî tê kirin. Geşedana teknolojiyê beşdariya zêdekirina bandora propagandayê li ser cemaweran kiriye û welat dest bi weşan û şandina fikr û ramanên xwe kirine bi armanca bandorkirinê û kontrolkirina tevger û reftaran.
Ev geşedan dike ku bandorê li ser cemaweran kûrtir bibe û zêdetir bandorker be. Piraniya şerên derûnî bi propagandayê tên birêvebirin, li wê derê ku hin agahî û fikir û nerîn û heta vir û derew jî ji bo bandorkirina li ser dijmin û tevlihevkirina plan û projeyên wî tên veguheztin.
Amûra sêyem şûştina mêjî (brainwashing) ye. Şûştina mêjî herwiha jê re tê gotin; razîkirina bi zorê, di şerê derûnî de girîng e ji ber ku hewldanek sîstematîk e ji bo razîkirina bêbaweriyan ji bo qebûlkirina beyeta, rêxistin an eqîdeya taybet. Ev têgeh têgeheke giştî ye ku bi giştî ji bo her teknolojiyayek tê bikaranîn ku ji bo destkarîkirina fikr û ramanê an kiryareke mirov li dijî arezû (xwest), vîn (îrade) an zanîna takekes hatiye dariştin.
Ev bi kontrolkirina jîngeha fîzîkî û civakî tê kirin ku hewl tê dayîn dilsoziyên ji bo her komekê ji nav bibe, da ku nîşan bide ku helwest û nexşeyên takekes, ramanên wî ne rast in û divê bên guhertin. Herwiha pêşxistina dilsozî û guhdana mitleq li hemberî takekes û partiya desthilatdar armanc e.
Amûra çarem boykota aborî (economic boycott) ye. Boykot redkirina sîstematîk û xwebidûrxistineke dilxwazî ji bikaranîna berhemên kompaniyayek an welatek e an afirandina her têkiliyeke aborî bi wê re. Armanca vê ew e ku zextan li ser aliyê armanc were xistin an ew were neçarkirin ji bo bersivdana daxwazên taybet, wekî guhertina helwest an siyasetên wê li hemberî hin mijaran.
Boykota aborî çekeke bandordar a rêgirtinê ye li dijî yên din û serîdanîna îradeya wan, ji ber wan ziyanên aborî yên ku dikare li ser wan bîne, wekî daketina qebareya firotinê û hinardeyê û wan encamên siyasî û civakî yên ku di encamê de çêdibin.

Bandorên Civakî û Siyasî
Şerê derûnî bandorên mezin li ser civak û siyasetê dike. Di warê civakî de, dibe sedema dubendî û nakokiyê di nav civakê de, lawazkirina girêdanên civakî û zêdebûna bêbaweriyê di nav gelan de. Herwiha dikare bibe sedema guherandina nirx û rewşenbîriya civakê û têkçûna hevgirtina civakî.
Di warê siyasî de jî şerê derûnî dikare bibe sedema guherandina hêzên siyasî, lawazkirina dewletan û afirandina rewşên ne sekan (stable) ên siyasî. Herwiha dikare bandorê li ser hilbijartinên demokratîk bike û siyasetên navxweyî û derxweyî yên kom, nijad û dewletan vebiguherîne.

Rêgezên Bergiriyê
Li dijî şerê derûnî, çend rêgezên bergiriyê hene ku civak û dewlet dikarin bi kar bînin. Yekem û ya herî girîng jê zêdekirina hişmendiya civakî li ser vê mijarê ye. Xelk divê li ser şêwaz û teknîkên şerê derûnî hişmend bin da ku bikaribin wan nas bikin û li dijî wan berxwedan û bergiriyê bikin.
Pêşxistina medyayên serbixwe û bawerîpêdan rêgezeke din a girîng e. Medyayên ku bi profesyonelî û bêalî kar dikin dikarin rola girîng di betalkirina gotegot û dezenformasyonan û propagandayê de bilîzin.
Pêşxistina perwerdehiya eleqî û rexneyî di dibistanan û zanîngehan de jî girîng e. Xwendekar divê hîn bibin ku çawa bi rengekî rexneyî li agahiyan binêrin û çawa rastiyê ji derewan cuda bikin.
Pêkxistina qanûnên ku li dijî belavkirina gotegot û dezenformasyonan û propagandaya ziyandar in jî rêgezeke din a girîng e, lê divê ev bi awayekî ku azadiya ragihandinê nebet asteng were kirin.
Gelê kurd û rewşenbîrên kurd dikarin gelek rêgezan bikar bînin da ku li dijî şerê derûnî bergiriyê bikin. Xwîngirtin û zindîkirina zimanê kurdî, zimanê kurdî di mala, perwerdehiya zarokan û hemû cihên jiyanê de divê were bikaranîn û parastin. Hînkirina dîroka rast dîroka rast a kurdan divê ji nifşan re were hînkirin û dîroka çêkirî were red kirin.
Pêşxistina medyayên kurdî medyayên serbixwe yên kurdî divê werin geşkirin û pêşxistin da ku li dijî propagandaya dewletên dagirker bergiriyê bike. Yekîtiya kurdî, kurd divê li ser hemû cudahiyên xwe yên olî, siyasî û eşîrî serbilind bibin û li ser armancên giştî bibin yek.
Perwerdehiya rexneyî, kurd divê hînî rexnebûnê bibin û bikarîbin propagandayê ji rastiyê cuda bikin. Parastina çanda kurdî, çanda kurdî bi hemû rêgezan divê were parastin û ji nifşên nû re were veguheztin.
Pêşxistina hevkariya navneteweyî, gelê kurd divê bi gelan û rewşenbîrên cîhanê re hevkariyê pêşxe da ku rastiya hebûna xwe bigihîne wan.

Encam
Şerê derûnî di serdema me de bûye yek ji mijarên herî girîng ên ku dikare bandorên kûr û mezin li ser civak û dewletan bike. Bi geşedana teknolojiyê û zêdebûna amûrên ragihandinê, ev şer form û teşeyeke nû wergirtiye û zêdetir bandordar bûye. Lewma girîng e ku civak û kom li ser vê mijarê hişmend bin û stratejiyên guncaw ên bergiriyê pêşve bixin.
Di heman demê de, divê em ji bîr nekin ku şerê derûnî tenê amûreke teknîkî nîne, lê di bine wê de pirsên exlaqî û hiqûqî yên girîng hene. Bikaranîna van teknîkan divê li gorî prensîbên mafên mirovan û dadperweriyê be û divê armanca wan pêşkeftina aştiyê û hevgirtina navneteweyî be, ne afirandina dubendî û nakokiyê be.
Şerê derûnî li dijî gelê kurd ji sedan salan ve berdewam dike û bandorên kûr û zûr û mezin li ser civaka kurdî kiriye. Lêbelê, gelê kurd bi bergirî û berxwedana xwe ya berdewam û xwîngirtina nasnameya xwe, li dijî vê şerî ber ‘xwe’ daye û bergirî kiriye.
Di serdema nûjen de, bi pêşketin û geşedana teknolojiyê û çêbûna derfet û îmkanan kurd dikarin rêgezên nû yên berxwedan û bergiriyê bikar bînin. A girîng ew e ku gelê kurd li ser vê mijarê bi hişmend be û stratejiyên guncaw ên bergiriyê pêş ve bibin. Mafê her gelî heye ku bi nasnameya xwe bijî û zimanê xwe bikar bîne. Ev maf ne tenê mafeke exlaqî ye, lê di hiqûqa navneteweyî de jî hatiye pejirandin.
Siberoja Kurdistanê û gelê kurd biqasî ku em li dijî vî şerî derûnî berxwedêr bin û nasnameya xwe biparêzin ewqasî em ê hebin. Divê em hemû wekî gel bibin yek û li dijî van êrîşên derûnî bisekinin.
"Gelê ku zimanê xwe ji bîr bike, nasnameya xwe jî ji dest dide" - gotineke kevin e ku îro jî bi bandor e û divê em wê di hişê xwe de bi qeyd û bend bikin.

Çavkanî
1. Fuller, J.F.S. (1920). "The Foundations of the Science of War". London: Hutchinson & Co.
2. Lasswell, H.D. (1927). "Propaganda Technique in the World War". New York: Peter Smith.
3. Linebarger, P.M.A. (1954). "Psychological Warfare". Washington: Combat Forces Press.
4. Qualter, T.H. (1962). "Propaganda and Psychological Warfare". New York: Random House.
5. Taylor, P.M. (2003). "Munitions of the Mind: A History of Propaganda". Manchester: Manchester University Press.
6. https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/
7. https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view?usp=drivesdk

Termên Sereke
Şerê Derûnî (Psychological Warfare) Kampanyayeke berfireh e ku tê de şêwazên propagandayê, amûrên derûnî û exlaqî tên bikaranîn da ku bandorê li hişmendî û hestên komeke diyarkirî bikin bi armanca veguherandina helwest û tevger û reftarên wan.

Gotegot û dezenformasyon (Disinformation) Pêşxistina û belavkirina nûçeyên çêkirî, şaş an nîvrastî ku armanca wan ew e ku xelkê bi çewt rê ve bibin û biryarên şaş bidin. Ji propaganda cuda ye ji ber ku bi zanebûn vir û derewan dikin.

Propaganda Derbirîna nerîn, fikir an kiryarên ku bi zanebûn ji aliyê kes an koman ve tên kirin, bi sedema ku dê bandorê li ser nerîn an kiryarên kesên din bikin ji bo gihîştina armancên diyarkirî.

Şûştina Mêjî (Brainwashing) Hewldanek sîstematîk ji bo razîkirina kesên bêbawer ji bo qebûlkirina bawerî, rêxistin an eqîdeya taybet bi kontrolkirina jîngeha fîzîkî û derûnî.

Boykota Aborî (Economic Boycott) Redkirina sîstematîk û xwebidûrxistina ji bikaranîna berhemên kompaniyayek an welatek bi armanca xistina zextê li ser wan ji bo guhertina siyaset an helwestên wan.

Raya Giştî (Public Opinion) Helwest û ramana giştî ya civakekê li ser mijareke diyarkirî ku bi rêya lêkolîn, medya û girîngidana civakî tê pîvandin.

Aliyê Armanckirî (Target Audience) Koma an civaka ku şerê derûnî li ser wan tê kirin û ku tê xwestin helwest an tevgerên wan werin guhertin.

Çavkaniya Bawerîpêdan (Credible Source) Çavkaniyeke agahiyan a ku civak pê bawer e û ku dikare bandorê li ser ramana xelkê bike. Dikare kesayetiyeke navdar, saziyeke dewletê an medyayeke naskirî be.

Dubendî (Polarization) Dabeşkirina civakê bo du an zêdetir koman ku helwest û baweriyên cuda hene û di navbera wan de nakokî û dijberî heye.

Hişyarî û Hişmendiya Civakî (Social Awareness) Asta zanîn û têgihiştina civakê li ser mijar û pirsgirêkên ku bandorê li ser jiyana wan dikin, bi taybetî li ser şerê derûnî û teknîkên wê.

Dubarekirin (Repetition) Gotina heman peyam an agahiyê bi cûrbecûr awayan û di demên cuda de da ku di bîra xelkê de bimîne û wek rastî were qebûlkirin.

Balkêşandin (Attention Grabbing) Bikaranîna rêbaz û amûrên ku dikarin balkê xelkê bikşînin û wan bikin ku li peyamê guhdarî bikin, wek wêne, deng, reng an helbestên balkêş.

Xelatdan (Incentivization) Pêşkêşkirina xelat an berjewendiyan ji bo kesên ku peyamê dipejirînin an li gorî wê tevdigerin, da ku zêdetir kes werin razîkirin.

Afirandina Nazelalbûnê (Creating Ambiguity) Çêkirina rewşeke ne zelal ku tê de xelk nikarin rastî ji derew cuda bikin ku ev dibe sedema ku wan her agahiyê wek rastî qebûl bikin.

Îstîsmarkirina Tirs û Hêviyê (Exploiting Fear and Hope) Bikaranîna hestên tirs û hêviya xelkê ji bo wan razîkirina ku peyamê bipejirînin. Tirs ji bo rê li ber wan bigire, hêvî jî ji bo wan ber bi armancê ve bike.

Veguherîna Berpirsiyariyê (Blame Shifting) Berpirsiyariya pirsgirêk an şikestiyan li ser dijmin an aliyên din avêtin da ku xwe paqij nîşan bidin û piştgiriya xelkê bi dest bixin.

Bikaranîna Kesayetiyên Navdar (Celebrity Endorsement) Bikaranîna kesayetiyên ku xelk nas dikin û pê hezdarin ji bo peyam an helwestên diyarkirî piştgirî bikin, ji ber ku xelk pê wan bawer in.

Medyayên Civakî (Social Media) Platformên wek Facebook, Twitter, Instagram, YouTube û hwd. ku zû û bi awayekî berfireh agahiyan belav dikin û dikarin ji bo şerê derûnî werin bikaranîn.

Medyayên Kevneşopî (Traditional Media) Televîzyon, radyo, rojname û kovar ku hêj jî bandoreke mezin li ser raya giştî hene û dikarin ji bo propaganda werin bikaranîn.

Tora Navneteweyî (Internet) Cîhana dîjîtal ku hemû cure agahî û peyam bilez û bê sînor tê de belav dibin û dibe meydaneke sereke ya şerê derûnî.

Podcastên Siyasî (Political Podcasts) Bernameyen dengî yên ku li ser mijaran siyasî dipeyivin û dikarin ji bo belawkirina helwest û ramanan werin bikaranîn.

Guherandina Helwestê (Attitude Change) Guherandina fikir û helwestên xelkê li ser mijar, kes an siyasetên diyarkirî ku armanca sereke ya şerê derûnî ye.

Tevgerandina Reftarê (Behavior Modification) Guherandina awayê ku xelk tevdigere, biryar dide an kiryar dike ku di encama guherandina helwestê de çêdibe.

Lawazkirina Baweriyê (Undermining Trust) Kêmkirina baweriya xelkê bi sazî, rêber an pergalên diyarkirî da ku ew lawaz bibin an têk biçin.

Dabeşkirina Civakê (Social Division) Afirandina dubendî û nakokiyên di nav civakê de ku dibe sedema lawazkirina hevgirtina civakî û zêdebûna dijberiyê.

Kontrolkirina Raya Giştî (Public Opinion Control) Gihîştina asteke ku tê de raya giştî li gorî xwestekên aliyê ku şerê derûnî dike were arastkirin û kontrolkirin.

Perwerdehiya Medyayî (Media Literacy) Hînkirina kesên ku çawa medya û agahiyan bi awayekî rexneyî binirxînin û rastî ji derew cuda bikin.

Kontrolkirina Rastiyê (FactChecking) Kontrolkirina rastiya agahî û nûçeyan berî ku werin qebûlkirin an belawkirin da ku belawbûna derewan were astengkirin.

Cudakirina Çavkaniyan (Source Diversification) Girtin agahiyan ji çend çavkaniyên cuda da ku têgihiştineke tevahî ya mijarê were bi dest xistin û ji bandora yek çavkaniyê were xilas bûn.

Hişmendiya Eleqî (Critical Awareness) Pêşxistina şiyana ku bi awayekî eleqî li agahî û peyaman binêre û pirsgirêk û nakokiyan nas bike.

Parastina Daxuyaniyên Takekesî (Privacy Protection) Parastina agahiyên takekesî li ser medyayên civakî da ku ji bo armancên şerê derûnî newen bikaranîn.

Dewletên Dijmin (Hostile States) Dewletên ku dixwazin li ser dewletên din bandor bikin an wan lawaz bikin bi bikaranîna şerê derûnî.

Komên Terorîst (Terrorist Groups) Komên ku dixwazin bi tirs û teror armancên xwe bi cih bînin û bi şerê derûnî piştgirî bikin an dijmin lawaz bikin.

Kompaniyên Bazirganiyê (Commercial Companies) Kompaniyen ku dixwazin berhemên xwe bifroşin an bazara xwe mezin bikin bi bikaranîna teknîkên şerê derûnî.

Partiyên Siyasî (Political Parties) Partiyên ku dixwazin di hilbijartinan de serkeftin an piştgiriya zêdetir bi dest bixin bi bikaranîna propagandayê.

Kesên Takekesî (Individual Actors) Kes an komên biçûk ên ku ji bo armancên takekesî an siyasî şerê derûnî bi kar tînin.

Gihîştina Armancê (Goal Achievement) Pîvana herî girîng a serkeftina şerê derûnî ew e ku gelo armanc hatine gihîştin an na, wek guherandina helwest an reftara aliyê armanc.

Qebareya Bandorê (Scale of Impact) Jimareya kesan an qebareya civaka ku ji şerê derûnî bandor bûne û astê vê bandorê.

Domandina Bandorê (Durability of Impact) Ka bandora çêkirî demeke dirêj domî an tenê demeke kurt bû, ji ber ku bandorên domdar zêdetir girîng in.

Leza Belawbûnê (Speed of Dissemination) Ka peyam an propaganda bi lez belav bû an na, ji ber ku di şerê derûnî de dem girîng e.

Astê Pejirandinê (Acceptance Rate) Rêjeya kesên ku peyam qebûl kirin an helwestên xwe guhertin li gorî armancên şerê derûnî.

Ferhenga Derûnnasiyê (Dictionary of Psychology)
https://online.pubhtml5.com/oawgi/chnn/ 
https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view?usp=drivesdk 

 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin::
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li ser erdheja Wanê agahiyên nû

ad

DIAŞ'ê piştî Mûsilê Tikrît jî dagir kir

ad

‘Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim’ derket

ad

Hunermend Seyda Perînçek hat tewqîfkirin

ad

Li Amedê konferansa 'Çanda sporê û felsefeya sporê'

ad

Qubad Talebanî: YNK û PDK wê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartina Iraqê bibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname