Diyarname
Nivîskar, ÅŸirovekarê kurd, ê ku li Ewropaya sînor ji nav xwe rakirî dijî rabû got ezê herim welatê xwe, bajarê xwe, bajarê zarokatiya xwe bibînim. Wî digot qey sînorê nav bajarên wî wekî sînorên li Ewropayê rabûne, lê na, serê wî li sînorên ku kurdan bi xwe li nav bajarên xwe danîbûn ket.
Em qala Husên Omer dikin. Ew ji Dêrika rojavayê Kurdistanê ye. Di zarokatiya xwe de ji Dêrikê derketiye. Gelek salan li çiyê maye. PaÅŸê çawa çêbûye bûye berê xwe daye Ewropayê û li Belçîkayê bi cih bûye. Heta niha wî li gelek malperan gotar nivîsîne, di televîzyonan de wekî ÅŸirovekar beÅŸdarî bernameyan bûye û di nav tora civakî de jî baÅŸ tê nasîn. Wî, heta niha li ser bîranîna xwe ya gerîlatiyê jî gelek çîrok nivîsîne. Ew di heman demê de Endamê Komîteya Ragihandinê ya Hevgirtina RewÅŸenbîrên Rojavayê Kurdistane (HRRK) ye.
Ev Husên Omerê ku li Belçîkayê di nav welatên sînor rakirî de bi rehetî dikare ji welatek here welatek din fikirî ku here BaÅŸûrê Kurdistanê ku qala rizgariya wê tê kirin, dê gelek bi rehetî ji wir bikaribe here Dêrika ku zarokatiya wî lê derbas bûye. Ket rê, ji mehan meha tîrmeha 2016'an bû, çû Hewlêra paytexa BaÅŸûr, bi dilxweÅŸî peya bû, lê ji wir wêdetir jêre jiyan bû jehr, lewre nehiÅŸtin ew ji wir derbasî Dêrika lê hatiye dinyayê bibîne, nehiÅŸtin ew here li Dêrikê li zarokatiya xwe bigere. PiÅŸtî ku destûr nedan ew ji ser BaÅŸûr re here rojavayê Kurdistanê bi bê hêvî, dilÅŸikestî di faceya xwe de wisa nivîsî: "Hewlêr du hefte ji temenê min birin bêyî ku karibim wê bidim bawerkirin ku Dêrika ku diya min lê dimîne, perçeyeke ji min e. Her wisa bêrîkirina wê sedema xemgîniya min e."
Husên Omer ne kesek ji rêzê ye ku neyê nasîn, neyê naskirin. Kesek ji rêzê be jî mafê wî ye ji bajarekî xwe derbasî bajarek din bibe, lê wekî nivîskarekî kurd, wekî ÅŸirovekarekî, wekî rewÅŸenbîrekî kurd jî nehiÅŸtin ji bajarekî derbasî bajarekî din bibe...
Heta Rojava di bin destê rejima Esed de bû hem Husên Omer hem rewÅŸenbîrên kurd ên din nedikarîn herin Rojava lê piÅŸtî desthilatdarî bû ya kurdan gelek ji wan berê xwe dan Rojava, çûn û hatin lê vê carê kurdan bi xwe rê neda kurdekî din ku here Rojava.
Belê ev der ne Ewropa ye, ev der Kurdistana ku kurdan bi xwe li nav xwe sînor danîne ye. Li vir gotin xilas dibin...