logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Panela ser ziman: ‘Gerek em di neynikê de li xwe binêrin!

  • Dîrok: 24/02/2025
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ji bo 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bi navê “perwerdehiya zimanê zikmakî, di zimanê zikmakî de derûniya zarokan û astengiyên li ser zimanê Suryaniyan” panelek li dar xist.
Panel li avahiya Odeya Mîmaran a şaxa Mêrdînê  li dar ket. Nivîskar Îrfan Amîda, Ahmed Çelîk, endamên sazî û rêxistinên li Mêrdînê û gelek hemwelatî beşdarî panelê bûn. Panel bi axaftina moderator Parêzer Dîlan Koç dest pê kir. Wê axifgerên panelê da nasîn û mafê axaftina destpêkê da nivîskar Hogir Berbir. Pişt re nûçegîhan û mamosteya ziman Dîlan Şeveşoglu û Serokê Komeleya Çand û Wêjeya Zimanê Suryaniyan nivîskar Malfono Yusuf Begtaş axivîn. Wan bal kişandin ser pêvajoya îlankirina 21’ê Reşemî wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, nirxandin û aliyê zimanî û têkoşîna zimanî pêşkêş kirin.

‘Têkoşîna ziman di salên dawî de sist bûye'
Berbir di nirxandina xwe ya roja zimanê dayikê de axaftina destpêkê kir, diyar kir ku serdema ku têdene, bi alav û amûrên nûjen dibe sedema kêm axaftina zimanên li ber pisaftinê li ber xwe didin û ev xeterî bandora li ser zimanê kurdî jî kiriye. Berbir, da zanîn ku tenê li malê bi zarokên xwe re bi kurdî axivîn têrê nake û got: “Pakistana di sala 1947an de ji bin serweriya Hindistanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihandin, zimanê Urdû wekî tenê zimanê Pakistanê hat ragihandin û hemû zimanên din ên wê erdnîgariyê hatin qedexekirin. Yek ji van zimanan zimanê bengalî bû. Gelê bengalî li hember serdestiya dewleta nû yekzimanîbûna wê qebûl nekir û daketin kolanan. Di xwepêşandana sala 1952’yan de polîsên Pakîstanî gule reşandin ser çalakiya wê demê û 11 ciwan şehîd bûn. Piştî vê çalakiyê gelê Bengalî tekoşîna xwe zêdetir kir. Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di sala 1956’an de, zimanê Urdû û Bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. Bengalî dema di sala 1971’an de serxwebûn û azadiya bidest xist û 21’ê Reşemî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê îlan kir. Di sala 1999’an de, UNESCOyê ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kir.”

Berbir wiha berdewam kir: “Di rapora UNESCO’yê de zimanê kurdî di nava zimanên di bin xetereyê de cih digire. Gere em di neynikê de li xwe binêrin. Mixabin li malên me, li ser medyaya civakî, di televîzyonan de tirkî li her derê bûye serdest. Tevî ku di têkoşîna azadiyê de têkoşîna ziman heye, lê mixabin têkoşîna ziman di salên dawî de kêm bûye û bandorê  li xebatên ziman nake. Îro dema em zarokekî 5 salî dişînin kreşê û di 5 saliya xwe de dest bi axaftina tirkî dike, şansê wan zarokan tune ku zimanê xwe hîn bibin.”

‘900 Gotinan Hîn dibe!”
Piştre nivîskar û mamoste Dîlan Şeveşoglû axivî û diyar kir ku hînbûna zimanê dayikê di zikê dê de dest pê dike û girîng e ku dayik bi taybetî bi zarokên xwe yên 5 mehî re teqez bi zimanê dayikê biaxivin û wiha berdewam kir: “Dema zarok di zikê dê de çêdibe, heta zayînê di zikê dê 900 gotinan hîn dibe. Piştî vê heta 2 saliya xwe bi zimanê dayikê axaftin gelekî girîng e û bi dan û stendinê pêk tê. Zarok gotinan hîn dibe lê nikare bîne ziman, ta ji 2 salî şûn de dest bi axaftinê dike. Dewletê ev xetere dît û demildest pêvajoya dibistanan guhert. Dibistanên navîn ji 6 saliyan dest pê dike. Beriya dibistanên navîn zarokan mecbûrî krêşan dike. Pê re bi zanebûn hin herfên kurdî ji nav alfabeyê derxist da zimanê zarok bi yek carê bi pisaftinê têk bibe. Bi vê yekê re hem ziman û hem jî dengê ji qirikê dertê ji holê radike. Zimanê tirkî û zimanê kurdî wekî ku em dizanin ne di nava komekê de ye, ev jî dibe sedem ku ziman li ber pisaftinê zêde li ber xwe nede û têk biçe. Bo vê dibêm bar dikeve ser milê malbatan da ku zarokan li hember pisaftinê biparêze.” 
Dîlan Şeveşoglu, berî gotina xwe bi dawî bike da zanîn ku wextê çêbûna zarokan ziman genetîk e û di tunekirina ziman de jî destwerdana genetîkî pêk tê. Pê re li ser perwerdehiya başûrê Kurdistanê sekinî û rewşa wir anî ziman.

'Ji bo Parastina Zimanê Suryaniyan Piştgirî Divê’
Serokê Komeleya Çand û Wêjeya Zimanê Suryaniyan Malfono Yusuf Begdaş pêşî axaftina xwe  bi zimanê suryanî kir û bal kişand ser dewlemendiya zimanê suryaniyan. Malfono Yusuf Begdaş di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku zimanê wan di bin zext û xetereyeke mezin û wiha domand: “Zimanê suryaniyan di nava xwe de xwedî ahengeke taybet û dewlemend e. Lê di rewşa heyî de zimanê suryaniyan li ser vê erdê ku kok girtiye, divê bê parastin. Ji bo siberoja zimanê suryaniyan divê avahiyeke hevpar bê avakirin û ji bo parastina zimanê Suryanî jî pêwîstî bi desteka civakî, çandî, siyasî û saziyan heye. Konjektora ku em tê dene û nêzîkbûna îradeya siyasî, bûyerên dîrokî û koçberiyê bûne sedem ku zimanê suryaniyan ji hev bela wela bibe. Qedera hemû zimanên li ser vê erdnîgariyê li ber pêlên pisaftinan ketiye û roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Zimanê suryaniyan gelek ji mekanên pîroz bê derxistin û di nava civakê de bi awayekî resen bê axaftin û parstin. Tevî hemû astengiyan hê jî ji bo parastina zimanê suryaniyan û veguhestina wê bo pêşerojê hêviyek heye.”
Malfono Yusuf Begdaş berî gotina xwe bi dawî bike destnîşan kir ku parastina zimanê suryaniyan ne tenê parastina ziman e, di heman demê de ji bo lêkirina dîwarekî saxlem pêwîstî bi perwerdehiya zimanê zikmakî heye.
Panela ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve hat amadekirin, bi pirs û bersivan domiya. Berî ku panel bi dawî bibe, gotina dawîn ji aliyê Nivîskar Ahmet Çelîk ve hate kirin, spasî û malavahiya beşdaran tevan kir. 
Dawiya panelê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê herdu romanên Hogir Berbir ku ji weşanxaneya Aramê wergirtibûn, nivîskar Hogir Berbir ji bo beşdaran îmze kir. 

 

ÇALAKIYÊN ROJA ZIMAN:
Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Konser û helbestê zazakî hamey wendişî

- Zarokan Roja Ziman pîroz kir

- 'Li hemberî nîrê pişaftinê xebat divê'

- KNK: Gere em zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin

- Tuncer Bakirhan, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyam belav kirin

- Rocê Ziwanî / Roja Ziman

- 'Dengbêj ne tenê deng didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin'

- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste

- Jinan ji bo ziman vîdeoyek amade kirin (vîdeo)

- 19 saziyan ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’ daxuyanî da

- Li Peyasê bernameyeke taybet ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’

- Amed, di Roja Zimanê Zikmakî de hin çalakî

Parve Bike

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hejmara kurdên îsal li Almanya bûne penaber diyar bû

ad

Ev roman 57 sal berê hatiye nivîsîn

ad

Helbestvan Arjen Arî wefat kir

ad

Hevserokên PEN'a Kurd guherîn

ad

Ji her demê zêdetir em bi hêvî ne

ad

Li Ûkraynayê spor ji nû ve jîndar dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname