AMED
Bi hevkariya Meclisa Jinan ya Peyasê û Gerînendehiya Polîtîkaya Jinan, li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya Şaredariyê Peyasê, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê gotûbêj, helbestxwendin û destnîşana pirtûkan bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê” hate lidarxistin.
Di heman Rojê de li Pirtûkxaneya Arjen Arî ya Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASED’ê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê, bi navê ‘Deng û Dîwan’ panel û dîwana dengbêjan li dar ket.
Li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan Çalakiya Yekemîn
Ji bo Roja Zimanê Zikmakî, Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê cara yekemîn li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan bernameyek li dar xist. Bernameya bi moderatoriya Dîlan Guvenç li dar ket û nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî wekî panelîst beşdar bûn. Di bernameyê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Şîncar û gelek jin amade bûn.
Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî li ser girîngiya nivîsandina bi zimanê zikmakî, wêje wekî qadeke berxwedanê çawa teşe digire û dijwariyên derdikevin ber jinên axivîn. Di bernameyê de bal li ser hêza wêje û ziman ku nasnameya gelekî çawa didin jiyîn û careke din qala girîngiya afirandina bi zimanê zikmakî hate kirin.
Eleqedariya ji bo bernameyê gelekî zêde bû. Di bernameyê de panelîst û nivîskarên jin ji dîwanên xwe helbest xwendin û ji bo beşdaran pirtûkên xwe îmze kirin.

Hêza “Deng û Dîwanê”
Gerînendetiya Çandê û Karên Civakî jî ji bo Roja Zimanê Zikmakî li Pirtûkxaneya Arjen Arî bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASED’ê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê bernameya ‘Deng û Dîwanê’ li dar xist.
Di bernameya bi moderatoriya Berîvan Matyar ve Serwet Denîz, Weysî Varlî wekî panelîst û axaftvan beşdar bûn û dengbêj Hediye û Emere Entaxî dîwan li dar xistin. Bername bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, gelek nivîskar û xwendekarên Pirtûkxaneya Arjen Arî tijî bû.
Destpêka bernameyê moderator Bêrîvan Matyar bal kişand ser girîngiya xebatê û got: “Heta niha ji derveyî saziyên civakî piştî 8 salan cara yekemîn e bernameyeke wiha têr û tijî ji aliyê saziyeke fermî ve tê li dar xistin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ez bawer im xebatên wiha giranbuha wê ji niha pê ve jî bibe yek ji xebatên gerînendehiya Şaredariyê.”
‘Xebatên ji bo ziman wê xurtir bidomin’
Nivîskar û panelîst Servet Deniz destpêkê axivî û bal kişand ser girîngiya dengbejiyê. Denîz anî ziman ku dengbejan di nava civakê de pîvanên exlaqî diyar kirine û wiha got: "Bi mûnasebeta 21’ê Reşemiyê/Sibatê îro em li hev civiyane û em pirsgirêkên zimanî tînin ziman. Gerek her roj em bikin rojên ziman û li ser pisrgirêkên zimanî bisekinin. Lê ji ber ku dîwana dengbêjan li dar dikeve, ez ê bala guhdaran û xwîneran bikişînim ser vî qalibî. Dengbêjî û aliyê dengbêjiyê ya civakî. Dengbêjan tiştên çewt û rast ji civakê re ragihandine. Ji gotinê ber bi nivîsînê ve çûne. Dengbêj ji bo dengê xwe yê xweş bidin bihîstin ne tenê guh didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin. Erk û mîsyona ku gelek sazî niha pêk tînin, ji aliyê dengbejan ve ku ji bûyer, qewmîn û pirsgirêkên civakî ên wekî şer, aştî, pirsgirêkên navxweyî ku çawa hîn bûne, bi rêya klaman ji me re anîne ziman û heta roja îro hatiye. Mînaka Evdalê Zeynikê mînakek sereke ye ku mirov baş bala xwe bidê, tê digihê ku berî Evdalê Zeynikê rastî tu dengbêjan nayê…"
'Di dema Ûrartû û Hûriyan de dengbêjên mezin jin bûn, jinên kurd bûn'
Piştre muzîkologê Weysî Varlî li ser dîrok û rihê muzîka kurdî sekinî. Varlî wiha got: "Ez jî vê bernameya we ya têr û tijî pîroz dikim û kêfxweşiya xwe tînim ziman. Dixwazim li ser pergala muzîka kurdî bisekinim ku ji sumeriyan hatiye. Her miletî navekî xwe lê kiriye û ew deng ji herêman ve pêk tê û hatiye afirandin. Qalib li gor vê hatiye rûniştandin. Muzîk dengê wêneyan û civakê ye. Di kurdî de muzîk ji klam, stran, zêmarê pêk tê. Ev jî di hundirê xwe de çar sernavan hildigire; ked, heyecan, şer û xemgînî. Bi piranî li ser van çar navan jinan rola xwe baş lîstiye. Di serdema Ûrartûyan û Hûriyan de dengbejên herî mezin jin bûn. Heta em dikarin bêjin jinên kurd bûn."
Piştî van axaftinan panel bi pirsîna pirsan û bersivdayina bersivan bi dawî bû û dewrî dîwana dengbêjan kir. Dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî bi klamên xwe coş dan temaşevanan.


Nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.
ÇALAKIYÊN ROJA ZIMAN:
Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
- Jinan ji bo ziman vîdeoyek amade kirin (vîdeo)
- 19 saziyan ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’ daxuyanî da
- Li Peyasê bernameyeke taybet ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’


