Diyarname
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê peyam belav kirin.
BAKIRHAN: BIJÎ MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ
Hevserokê DEM Partî Barkirhanî bi ser hesabe xwe yê X'ê re peyam bi çend zimanan belav kir. Bakirhanî got, "Bijî mafê zimanê dayikê"
BARZANÎ: ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE
Barzanî jî bi sernavê "Zimanê me hebûna me ye" ye peyama xwe belav kir û got, "Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de, girîngiya pêşvebirina zimanê şêrînê Kurdî û zimanên hemû pêkhateyên Kurdistanê tekez dikim. Ziman bingehek sereke ya nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ya me ye, divê em bi her awayî biparêzin û girîngî û bihayê pêwîst bidin pêşxistina zimanê xwe."
MESRÛR BARZANÎ: PÊŞXISTINA ZIMAN ERKA HER KURDISTANÎ YE
"Ez Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim. Zimanê Kurdî zimanê sereke û fermî yê Herêma Kurdistanê ye û li gorî destûra Iraqê jî yek ji du zimanên fermî yên Îraqê ye, lewma bipêşxistina zimanê Kurdî erkê her Kurdistaniyî ye."
ÇALAKIYÊN ROJA ZIMAN:
Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
**
Nûçeyên Eleqedar:
-
- 'Dengbêj ne tenê deng didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin'
- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
- Jinan ji bo ziman vîdeoyek amade kirin (vîdeo)
- 19 saziyan ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’ daxuyanî da
- Li Peyasê bernameyeke taybet ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’
- Amed, di Roja Zimanê Zikmakî de hin çalakî
Parve Bike


