Ji her demê zêdetir em bi hêvî ne
HENÎFE HISÊN
Di demên kaosê de ji ber nakokî û aloziyan di nava civakê de bêbawerî û hêvîneman tê avakirin. Kesên ku di van deman de bi rêxistinkirî bin, dikarin bibin hêviya civakê. Sîstemên desthilatdar ku bi xwe çavkaniya nakokî û aloziyan in, dixwazin di van deman de sîstema xwe pîne bikin û naxwazin tu hêzên din ji civakê re bibin hêvî û dîsa di vê kaosê de xwe wekî çareseriya tekane nîþan bidin. Li beranberî wê jî ji bo civakên têkoþer ku bi rêxistinkirî bin, demên herî jê bi hêvî, dibin demên kaosê. Ji ber ku dema sîstemê ya herî lawaz, ev dem e. Her wiha civak nebaþî û xerabiya sîstemê baþtir dibîne û di nava lêgerîna azadiyê de ye.
Di roja me ya îro de dema ku em bi giþtî li Rojhilata Navîn û Sûriyê, bi taybetî jî li bakurê Sûriyê dinihêrin li ser navê ol, etnîsîte, mezheb û zayendê civak ketine qirika hev û hev ser jêdikin. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin ji vê alozî û nakokiya heyî sûdê wergirin û gelên li Rojhilata Navîn þahidiya þerê cîhanê yê sêyemîn dikin. Bala xwe bidinê, hêzên ku îro li ser qedera Sûriyeyê xwedî bandor in, tu projeya wan ên ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan tune ye.
Em careke din dibînin ku gel û civak dema ne rêxistinkirî bin û ji aliyê polîtîk ve xwe ava nekiribin, ji ber ku bê hêvî ne, di nava revekê de ne, û dibin qurban. Dema mirov li statîstîkan dinihêre, her roj bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koç dikin. Jin, zarok, kal û pîr li ser rêkan û sînoran ji serma û birçîbûnê dimirin, derbeder dibin û ji koka xwe qut dibin. Her roj, bîlançoya mirin û kuþtinê bi hezaran e, asta birçîbûn û bêkariyê di asta herî jor de ye, rê li pêþiya pirsgirêkên civakî, aborî tenduristî û perwerdeyê nayê girtin. Hêzên desthilatdar ên cîhanê û dewletên dagirker ku sedema vê rewþê ne, dîsa jî dixwazin xwe weke hêviyekê nîþan bidin.
Lê tevî van tiþtan hemûyan di roja îro de li rojavayê Kurdistanê hêviyeke mezin li cem gel, civak û baweriyan hatiye avakirin. Hêviya ku Rojhilata Navîn ronesansa xwe ava bike, heye û çirûska vê pêketiye. Zilm û zordestî ne bê dawîn e, heqîqet wê batil têk bibe, ronahî wê tarîtiyê bifeþkilîne, tofan jî rabe wekî keþtiya Nebî Nuh, wê cihê xwe bibîne. Hemû gelên bindest, jin û kedkar wê bi coþ, heyecan û hêviyeke mezin kêliyên azadiyê hembêz bikin. Gelê kurd bi hêza xwe ya rêxistinkirî û bi projeya xwe ya ji bo gelan bûye çirûska vê hêviya mezin.
Ji ber vê jî li her çar parçeyên Kurdistanê kurdên azadîxwaz bûne hedefa hêzên tarî û desthilatdaran. Yê ku plan û projeyên desthilatdaran têk dibe û li hemberî wan li ber xwe dide, gelê kurd e. Ji ber vê jî dema mijar dibe gelê kurd hemû hiqûqa navneteweyî û qanûn têne binpêkirin. Rê li pêþiya siyasetê digirin, ji welatparêzan bigirin heta siyasetmedar û rêberên vî gelî, her kesî davêjin zindanê. Bi dorpêçkirin û bi birçîbûnê dixwazin terbiye bikin, teslîm bigirin. Lê çerxa felekê êdî ji bo desthilatdaran nagere, gelê kurd bi berxwedanê ew zivirandiye.
Çawa ku gelê kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî li Rojava bû hêviya mezin ji bo gelên bindest, çand û baweriyên cuda, di roja îro de li hemberî faþîzm û desthilatdariya li ser tê ferzkirin jî ew ê ti caran serê xwe netewîne. Roj ew roj e ku gelê kurd bi rihekî neteweyî li dijî vê zilmê serî rake, li her cihê gelê kurd lê, bi berxwedaneke radîkal hêviya azadiyê mezintir bike. Ji ber ku di roja îro de ji her demê zêdetir em bi hêvî ne û nêzî azadiyê ne.
jindasilan@gmail.com
07.11.2016, Yenî Ozgur Polîtîka