Diyarname
Kongreya Neteweyi ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Zimanê Zikmakî pîroz kir û bang kir:
KNK'ê di daxuyaniyê de got, "Zimanê kurdî kevnartirîn, yek ji zengîntirîn û berxwedêrtirîn zimanê ser rûyê dinyayê ye. Ev ziman ji bo me kurdan ne tenê navgîna peywendî û veguhezîna zanyarîyan e, di heman demê de wekheviya reng û şêwe, baweriyên hevpar û mijarên din e ku zimanê me bi gel û neteweyên cîran re rûyê cudahiyê û nasnameya me ye"
KNK'ê gotina "Di mafê bikaranîna zimanê zikmakî de, bi taybetî di warê perwerdeyê de, bi demê re ziman dikeve bin bandora zimanê neteweyên serdest û lewaz dibe" û wisa domand, "Nimûneyek ji rewşa niha ya dewletên Tirkiye û Îranê li hember zimanê kurdî ew e ku çendek mamostayên zimanê kurdî bi tawana hînkirina kurdî ketine zindanan. Ev yek li dijî mafên mirovan û yasayên navneteweyî ye jî. Di vî warî de erkê saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û kurdên diasporayê ye ku li hemberî sîstema polîtîkayên her du dewletên Tirkiye û Îranê rawestin."
KNK bi gotinên, "Îro cihê kêfxweşiyê ye ku zimanê kurdî bi keda dilsozên li navxwe û derveyî welat bi pêş ketiye" pesnê kedkarên kurdî da û got, "Ji ber vê KNK spas û pêzanînên xwe pêşkeşî wan hewlên kesî û saziyên vî biyavî dike û her wiha piştgirî û hevkariya xwe jî ji bo wan diyar dike. Di heman demê de erkê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistan û rêveberîya xweser a Rojavayê Kurdistanê ye jî ku di warê siyaseta ziman û pilansaziyên zimanî de bi cidî li vî karî xwedî derkevin. Ji bo pêkanîna van armancan û parastina zar û binzaravên zimanê kurdî di rojev, plan û stratejiya karan de bin û medyayeke niştîmanî jê re bête damezrandin. KNK dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina ziman û nêzîkkirina zar û zaravayên kurdî bidomîne."
KNK'ê di dawiya daxuyaniyê de got, "Erkê me ye ku em her tim giraniyê bidin geşkirin, parastin û nêzîkkirina zaravayên kurdî û bi pêşketinên demê re zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin.”
ÇALAKIYÊN ROJA ZIMAN:
Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Tuncer Bakirhan, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyam belav kirin
- 'Dengbêj ne tenê deng didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin'
- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
- Jinan ji bo ziman vîdeoyek amade kirin (vîdeo)
- 19 saziyan ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’ daxuyanî da
- Li Peyasê bernameyeke taybet ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’
- Amed, di Roja Zimanê Zikmakî de hin çalakî
Parve Bike


