Amed
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî hin çalakiyên cuda amade kirin. Di çarçoveya pîrozbahiya ji bo Roja Ziman de çalakiyên wekî nîşandayîna fîlman, lîstina lîstikên şaonyê, panel, konser û dîwana dengbêjan li dar dikevin.
Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Roja Zimanê Zikmakî" bi çalakiyên cuda pîroz dike.
Çalakî dê li Dêra Surp Giragos û Navenda Çandê û Kongreyan a ÇandAmedê li dar bikevin. Bernameya çalakiyan 8'ê mehê bi paneleke dest pê dike. Panela bi sernivîsê "Migirdîç Dîkranyan û Nivîsarên Kurdî bi Tîpên Ermenî" li Dêra Surp Giragosê wê li dar bikeve. Di panelê de Prof. Dr. Bulent Bilmez, Abdurrahman Yigitalp, Artun Gebenlioglu, Îrfan Çagatay, Serhat Bozkurt û Tahir Baykuşak wê wekî axifger beşdar bibin.
Va ye temamê bernameyê:
- 8 reşemî, Şemî, saet 16:00: Panel, cih: Dêra Surp Giragos
- 17'ê reşemî, Duşem, saet 19:00, Fîlm: "Keçika Reş", Cih: Navenda Çand û Kongreyan ya ÇandAmedê
- 18'ê reşemi, Sêşem, saet 19:00, Fîlm :"Neteweya Nepen", ÇandAmed
- 19'ê reşemî, Çarşem, saet 19:00, Şeva Çîrokbêjî û Dengbêjan. Beşdar: Ayhan Erkmen, Sidiqê Farqînî û Serkanê Bismilî, ÇandAmed
- 20'ê reşemî, Pêncşem, saet 19:00, Fîlm: "Her Malek Dibistanek", ÇandAmed
- 20'ê reşemî, Pêncşem, saet 20:00, Şano: "Strip-Tease", ÇandAmed
- 21'ê reşemî, În, saet 17:30 - Resepsiyona Roja Zimanê Dayikê
- 21'ê reşemi, În, saet 19:00: Şeva Kirmanckî/Zazakî. Beşdar: Ellul Nazlier, Celo Boluz, Derya Cengiz, Xoser Dayirwan, Wusar, Bedriye Topaç, Omer Barasi, Îdrîs Yazar, Mem Keleş. ÇilekÇandAmed
- 22'ê reşemî, Şemî, saet 19:00, Konser: Ayfer Duzdaş, Lawje
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Şanoya Bajêr a Amedê çalakiyên vê mehê


