___Dilyar Amûdî___
Min pirsek li ser X'ê kir bê ka "berî 10 salan" yan jî "10 sal berê" kurdîtir e. Sedema pirsyara min jî ew bû ku em "10 sal berê" bo min qalibeke xerîb e. 21 salan di nav kurdên Serxetê de jiyam û kesên navceyên wan nêzîkî Amûdê jî wisa digot. Helbet ligel ku li Serxetê, pişaftin û bandora tirkî gelekî xurtir e jî, ev nayê wê wateyê ku her tiştê bişibe tirkî, me ji tirkî girtiye. Her wiha gava mirov bala xwe bide ya binxetiyan jî, ya wan jî dişibe ya erebî. Ez ne behsa peyvan bixwe dikim lê awayê rêzkirina peyvan dikim. Bi tirkî "10 yıl once" ye û bi erebî "قبل عشرة اعوام".
Ji bo mirov bikare, pirseke wisa çareser bike, hinek rê hene. Ji wan kesan bipirse yên ku bandora zimanên serdestan li wan nebûye. Tiştekî wisa peyda dibe gelo? Nizanim. Her wiha li nivîsîn kurdî yên kevin vegere berî ku pêvajoya pişaftinê û her wiha li wêjeya kurdî ya devkî ya kevin vegere. Stran, kilam û helbest û nivîs. Ev rê dê gelekî baş be, ji ber dê gelek ihtîmalên din jî derxe lê karekî dijwar e.
Her wiha hinek rêyên zanistî û hêsan jî hene ku mirov fêm bike yan texmîn bike. Wekî hûn dizanin her ziman xwedî taybetiyên xweser in û mirov dikare di rêya wan re taybetiyan jî fêm bike bê divê cihê peyvekê li ku ye. Her wiha gava me ziman wekî navdêr, rengdêr, daçek, hoker û hwd dabeş kir, armanc hebû. Îca ji bo em bikarin tiştekî diyar bikin divê em li herdu xalan binêrin.
Pirsa yekem:
Berê yan berî di vê hevoka jorê de çi ye? Navdêr, lêker, hoker, daçek, an çi ye?
Da ku nivîs dirêj nebe, ez bi dirêjî nabêjim çima ne kîjan e lê ez ê tenê li ser îhtîmalên xurt rawestim; yan hoker e ya daçek e.
Çima daçek e?
Ji ber ku rewşa navdêr an cînavkan diyar dike. Li vir jî "berî/berê" rewşa salan nîşan dide. Rast e, "once" di tirkî de hoker e lê di kurdî de "berî" daçek e, lê komika daçekî anku "berî 10 salan" bixwe bi peywira hokerê radibe.
Ji bo em zelaltir bikin ew bi xwe ev peyv muhtemelen "ji beriya 10 salan" lê ji ber ku peyvên dibin daçek bi piranî revekan nagirin, ew bûye "berî 10 salan".
Îca eger em qebûl bikin ku berî daçek e. Em vegerin ser taybetiya zimanê kurdî. Di kurdî de ji bilî çend awarteyên devokî, paşdaçek tune ne. Anku daçek piştî navdêr an cînavkê nayê. Lê di mînaka "10 sal berê" de
daçek li dû navdêr hatiye û ev li kurdî nake.
Herwiha ez hinek mînakên din bidim.
Mînak:
1. Ez berî te hatim. Lê mirov nikare bibêje "Ez te berê hatim (hevok li kurdiyê nake)
2. Ez berî niha jî li vir bûm. Lê "Ez niha berê li vir bûm" (nabe û li kurdiyê nake.
Ka em zorê bidinê û em bibêjin "berê" hoker e. Kî dikare ji min re bibêje, me çima "10 sal" li pêşiya wê nivîsiye? Cihê "10 sal" ji aliyê rêzimanê ve çi ye? Bawer nakim bersiveke zelal û baş ji van pirsan re hebe. Lê hebe ez ê kêfxweş bibim.
Herwiha berê (ne berî) ji bo demên çûyî yan demên berî niha tê bikaranîn. Muhtemelen ji gotina "ji berê ve" hatiye kurtkitin. Ha ev, li gorî min, hoker e.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


