___Eyyup Guven___
Roman; Qereçî û Çîngene jî jê re tê gotin. Dema ku ew li herêma Pencap û Sind a Hindistanê dijiyan, ji ber şerên olî û siyasî di sedsalên 9 û 10’an de dest bi terkkirina vê herêmê kirin. Pêşî çûn Îranê, paşê wekî şaxekî mezin berê xwe dan bakur û derbasî Qefqasya û Deryaya Reş bûn û herî dawî berê xwe dan Balkan û Ewropaya Navîn.
Şaxa duyemîn a koçê ji Îranê berê xwe da başûr, herêmên germ. Heta başûrê Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Filistîn û Misrê dirêj bû. Şaxa ku gihîşt Kurdistanê, li Mereş, Dîlok, Edene, Mêrdîn û Amedê bi cih bû. Ji ber ku her tim gerok in, jimartina hejmara wan nayê zanîn û ji wan re nayê kirin. Mezinahiya qirkirina wan, di dema Almanyaya naziyan de jiyane û bi hezaran windahî dane.
Bi gelemperî civakek e ku jiyana koçertî dijîn û xwe li jiyana cihwarî nagirin. Ji ber vê yekê kesên ku di heman malê de dijîn, ne li cihekî li her deverê ji dayik bûne hene.
Baweriya wan a olî li gor şert û mercên welatên ku lê dijîn diguhere. Nimkûn nîn e behsa yek olekê ku hemû civakên roman qebûl kirine were kirin. Piraniya wan ên ku li welatên misilman dijîn ola misilmanî qebûl kirine. Di nav wan de kesên ku çûne Hecê jî hene. Li Stenbolê ziyaretên ku jê re dibêjin “Ewliyayê Romanan” Ethem Baba jî heye.
Di dema Împaratoriya Osmanî de “Senceqa Roman” hate damezrandin û ew hemû li bin vê senceqê hatin komkirin. Sedema ku jê re “Çîngene” tê gotin, tenê bi efsaneyeke çêkirî ye ku wan biçûk bixîne. Tê gotin ew ji yekbûna du peyvên “Çîn” û “Gene” ku di dema Hz. Îbrahîm de çêbûne pêk hatiye.
Çîngeneyên ku li herêma me dijîn, eşîreke ku li herêma Rojhilatê Anatoliyê ya ku jê re tê gotin “Herêma Serhedê” dijîn e. Piştî ku Bertewilê Dara yê ku herêma Dara ya bi ser Nisêbînê ve ku îro jê re gundê Oguz tê gotin, di bin desthilatdariya xwe de girt, ji aliyê şervanekî bi navê Abuzeyd, kurê Bînî Hîlal ku yek ji çar birayan e û ji malbata xwe veqetiyabû hate kuştin, ev eşîr heta Sûriyeyê jî li gelek herêmên Rojhilata Navîn belav bû.
Çîrok bi kuştina Bertewilê Dara ji aliyê Abuzeyd ve û bi revandina jina wî Alya û anîna wê bi dawî dibe. Lê piştî ku ketin sînorê Sûriyeyê, dûpişkekê bi Abuzeyd veda û bi wê gezandinê re mir. Ji ber vê yekê Çîngene dûpişk kirin dijmin û li her derê ku dûpişk didîtin dikuştin.
Qebileyên li Mêrdîn û derdora Mêrdînê hatine naskirin an jî malbatên li herêma Mêrdînê:
1. Hemîka 2. Hesîka 3. Çolo 4. Sofî 5. Meyro 6. Malo 7. Dealê 8. Xeto
Çend Çarinê Qereçiyan
Kazo yekî zeîf e
Dergistiyê Menîra ye
Menîra bixwe hêja ye
Bi topa eşîra ye
Ew lêvê mey reng kirî
Wa birhê qelemkirî,
Devê min ser qirikê,
Destê min ser memika
Tahtik tahtik bi çita
Mala Apê Hecîda
Tasek nokê qelandî
Ser mektebê reşandî
Bilbil hatiye, neqandî
Hemê Edulê revandî.
01.06.2026


