Diyarname
Kovara ku li ser dîroka kurdan weşanê dike ya bi navê Kurt Tarihi di hejmara xwe ya nû de li ser "Prensesên malbata Şerîf Paşa" sekiniye.
Kurt Tarihi du mehan carekê bi tirkî weşanê dike û di weşana xwe de her carê nivîsên balkêş ên li ser dîroka kurdan diweşîne. Di kovarê de ev mijara ku ji aliyê lêkolîner Rohat Alakom ve hatiye amadekirin hatiye pêşkêş kirin. Çîroka malbata Şerîf Paşa yê kurd a sedsala 20'an de bi ser keçên Şerîf Paşa re hatiye pêşkêş kirin. Alakom li ser Şerîf Paşa û malbata wî lêkolîn kiriye, li ser jiyana keçên Şerîf Paşa lêkolîna xwe pêşkêş kiriye... Di nivîsê de li ser jiyana Emîne Xanim, Şerîfe Xanim, Yazbukey û Emel Kurhan hatiye sekinîn.
Her wiha ji bilî vê nivîsê, Gerînendeyê Weşanê yê kovarê Mesut Yegen û Aysel Kazici bi Alakom re hevpeyvînek kiriye. Di hevpeyvînê de Alakom dibêje "Civaka kurd bi demê re dê arîstokrat, elît û lehengên xwe biafirîne."
Yek ji nivîsên eleqedarê Şerîf Paşa jî ya Vecdi Demir e û bi sernavê "Generalekî Kurd ê Lîberal Şerîf Paşa" hatiye weşandin. Di lêkolîna hatiye gotin ku hê gelek kes gelek aliyên Şerîf Paşa nas nake û wisa dibêje: "Kovara Şerîf Paşa 'Meşrûtiyet/Mechrouitte' hê jî edîsyona kovarê ji bo latînî nehatiye kirin. Şerîf Paşayê ku çanda Fransiz û Swêdê ecibandiye, fikrên xwe yên azadiya lîberal xurt kirine, di salên 1910'an de rê daye ber muxalefeta hemberî Osmanî lê hê jî gelek aliyên wî kes jê hay nîn e."
Her wiha mijara dosyaya meha borî ya li ser di Serdema Osmanî de Çapemeniya Kurd di vê hejmarê de hatiye temamkirin.
Ji portreyên dîrokî Tahir Baykuşak li ser "Xelîl Xeyalî", Veysel Aydeniz jî li ser sernivîskarê kovara Kurdistan "Şefik Arvasî" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Kovara Kurt Tarihi ku dike nivîsên bi kurdî jî biweşîne, di vê hejmarê de cih daye nivîsa bi kurdî ya Seîd Veroj. Veroj li ser siyasetmedar, rojnameger, zimanzan, helbestvan, rexnegir û hiqûqnas Mehmed Mîhrî Hîlav nivîseke nivîsandiye.
Kurt Tarihi ev du hejmarên diyarî dide xwendevanên xwe. Di hejmara borî de wêneyê Mîqdad Mîthed Bedirxan û berga rojnameya pêşî Kurdistan wekî diyarî dabû, di vê hejmarê de broşureke li ser jiyana dîroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî Beg diyarî xwendevanên xwe kiriye. Broşur ji aliyê Prof.Dr. Kadri Yildirim ve hatiye amadekirin.
Ji bo agahiyên berfirehtir: www.kurttarihi.org
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


