___ Rojhilat Azad___
Dema em hêdî hêdî digihîştin ciwaniyê, wî wextî di nav me kurdan de zêdetir guhdariya Îbrâhîm Tatlises, Mahsun Kirmizigul û hwd li dar bû. Di nava kurdên welatparêz de bi agirê serhildanê ala Şivan Perwer gihîştibû erşê heftan û camêrên ku hîn jî li pey rasteqînkirina kesayetî ketibûn guhê xwe bi newhirandina Cîwan Haco dîn kiribûn.
JI ŞIVAN PERWER HETA CIWAN HACO
Ji astekî şûnde êdî, guhdariya muzîkê sekneke polîtîk nîşan dida. Hin kesan kasetên ku nedidîtin an ji Roavayê welêt temîn dikirin; an jî ji welatên Rojavayî temîn dikirin. Dem dihat, li ber zordestiya dewletê milet, hemû kaset di bin axê de, di nav kayê de, di nava zeviyan de û li gor wan ku der ewle bûya di wir de vedişartin. Kurdî herî zêde bi muzîkê xurt dibû. Heta ku em dikarin bêjin bi stranan, gel hêza serhildanê bi dest dixist. Roj dihat ciwanan li her derê welêt bi strana 'Kî ne Em'ê coş digirtin; roj dihat herkes bi tevî Şivan bi strana 'Helebçe'yê digiriyan. Û yên ku zûtirê gihîştibûn hejmekariya newayên nexş-zêrîn li pey plakên Koma Wetan û li pey pêjna tembûra Ciwan diketin...
KOMÊN NÇM’Ê Û SERDMA MÎLENYÛMÊ
Dawiya salên nodî û li serê mîlenyûma nû de, di nava miletê me de hîn jî, girseya mezin di nava xefika guhdariya tirkî de bû.
Wê demê rihekî şoreşî bi taybetî li gel Koma Amed û gelek komên NÇM’ê afirîn û wan jî çend êzing avêtin ser agirê serhildanê. Belam hîn jî girseya mezin bi tirkî guhdarî dikir...
Paşê ligel gelek rexneyan muzîka Diyar, Kawa, Hemê Hacî, Şahê Bedo û hwd dest pê kir.
Em biecêbînin an neecêbînin; lê girseya mezin, dawiya sedsala borî û destpêka mîlenyûma nû, ji xefika guhdariya muzîka tirkî xelas bû û van kesan girseya mezin xelas kirin. Ev tarz di hêla qeliteyê de gelek hate rexnekirin; heta em dikarin bêjin ew stranbêj, di nava civakê de hatin reşkirin; lê rastiyek heye ku pir girîng e: van kesan, wan salên ku agir dibarî, piraniya civaka kurd, ji Muslum Gurses, Ferdi Tayfur, Îbrahim Tatlises û hwd xelas kirin û ew girse bû guhdarê muzîka kurdî.
Çima?
Ji ber ku wan kesên apolîtîk lê bi rihiyeta xwe kurd, wekî her însanî, wan jî dixwest bi zimanê xwe pêşbiriya hest û ramanên xwe di nava muzîka xwe de bibînin. Ew stranên ku wekî “super platonîk” bê bi nav kirin zêdetir tu tiştekî nikaribû hestên wê girseyê bianiyana ziman. Demekê hevalekî got: “Kurdê ku dema di hêla siyasî de bê armanc bû, wê li çi guhdarî bike? Stranên evînê. Evîna kurdan çawa ye? Zêdetir platonîk e. Ew ê bi platonîk evîna xwe bijî, li çi guhdarî dike? Ev stranên ku li ser evînê ên bê hêvî û dilreşiyê direşîne guhdarî dike...”
MUZÎK Û DÎTINA RASTIYA GEL
Hûn rastiyê bixwazin, ez ji sedî sed tev li vê fikra camêr im. Ji ber ku eger tu rastiyên gel nebînî, kêmasiyên wan nebînî eger, wan fehm nekî; derfeta ku wan rast kanalîze bike jî nabînî. Lewma muzîka kurdî ya demên modern tu wextî negihîştiye girseyeke mezin.
Lê ger modern, ger keleporî an muzîka di nava piyaseyê be, piştî vê serdema ku ez behs dikim, xeynî çend kesên dilsoz, têkiliya ‘stranbêjan’ û zimanê kurdî her wextî qels bû. Lewma piranî muzîka ku çêdibû, ne muzîka kurdî bû; bi kurdî muzîk bû. Îro li gorî min şohreta (navdariya) ku wêjekar heq dikin, muzîkjen dijîn. Lê piranî dîsa li gorî min ne bi helalî. Li ser rûbarê dinyayê, li gorî min, wekî stranbêjên kurd girseyeke ji zimanê xwe biyanî û newan e tune ye.
SERDEMA DÎJÎTAL Û MUZÎKA KURDÎ
Werhasilê kelam mebesta min ne ew e ku pesnê hinekan bidim û hinekan jî rexne bikim. Ev meseleyên ku ez behs dikim li gorî xwe çavdêriyên min ên bîst û pênc - sîh salan in. Îro êdî em ji van astan derbas bûne û hatine li serdema dîjîtal û hişê çêkirî asê bûne. Dîjîtal bûn, ji bo ku ziman jî bikeve binê qeydê li gor min gelek girîng e. Ziman, dîjîtalîze be û cîhana sanal bibe garantorê zimên û wî biparêze baş be jî xetereyeke pir mezin heye. Wekî gotina “Heyfa çavên reş belek, ketiye destên nezana.” ez ditirsim yên pispor - ne pispor herkes ji xwe re kar bigire û hem rihiyeta zimên xirab be hem jî ya muzîka kurdî.
Îro gelek kes, ez baş dizanim ku tu eleqeya wan û ziman an muzîkê nîn e lê bi hişê çêkirî stranan çêdikin. Di hêla muzîka xirab de çi sayîşa min tune ye; belam ji bo şaş bikaranîna zimên ez gelek xemgîn im. Belkî hin kes bêjin “Bi te çi?” Belê rastê ez ne peywirdar im; lê wekî kurdekî vê meseleya rast bikaranîn û pêşvebirina zimanê kurdî û zimanê ku di nava kurdî de tê bikaranîn ez xwe peywirdar dibînim.
Hêvî dikim di pêşerojê de nifşekî ku zimanê xwe biparêze bigihêje û kurdî bi rikanî dagirkeriya sedsalan bibe yek ji zimanê hûnerê yê cîhanê. Ev hevoka dawî xewna min e. Ger utopiya be jî mirov bi rastiyan zêdetir bi xewnan dijî.


