Diyarname
Li Cafe'M a ku li Mêrsînê nêzî du salan e vebûye, dixwaze bi taybetî rêzeçalakiyan kurdewar li dar bixe û wekî rêze çalakiya pêşîn helbestvan û nivîskarê malpera me Berken Bereh dike mêvanê xwe.
Café’M bi mebesta ku her meh çalakiyeke dê naveroka wê li ser "gotûbêjên wêjeyî, şêwrên helbestxwendinê, guhdêranên muzîkê, ji bo nivîskar û stranbêjên kurd rojên îmzeyê û çalakiyên têvel" be li dar bixe. Niha wê 5'ê vê mehê çalakiyeke bi vî rengî li Cafem Mêrsînê li dar bixe. Di vê bernameyê de helbestvan Berken Bereh mêvan e û çalakî bi şêwra helbetsxwendinê ya Berken Bereh bi diruşma "li êvara deryayê, dilê helbestê palgeh e ji qewmê çiyê re!" dest pê dike.
Hemû kesên hunerhez vexwendî ne.
Cih: Cafem Mêrsîn
Dîrok/Saet: 05.04.2014, 15.30
Navnîşan: Çankaya Mah. 4711 Sok. No: 3/2 Akdeniz - MÊRSÎN