Diyarname
Saziya Global Firewoper li ser quweta artêşên dinyayê lêkolînek kiriye. Di lêkolînê de derketiye holê ku ji bo 2025'an li dinyayê artêşa herî mezin a DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ye.
Dûre Rusya û paşê Çîn tên. Tirkiye di rêza 9'an de cih girtiye. Îsraîlê di rêza 15'emîn de cih girtiye.
Di vê lêkolînê de ji zedêyî 60 faktor ber çavan hatine girtin; wekî hêza leşkerî, rewşa aborî, lojîstîk, jîrekî, erdnîgarî û hwd.
Lêkolîn li ser 145 hêzên dinyayê hatiye kirin.
Li gor lêkolînê di warê artêşên herî xurt de ev welat ketine nava rêza 20'ên mezin:
1- Amerîka
2- Rusya
3- Çîn
4- Hindistan
5- Koreya Başûr
6- Kraliyeta Yekbûyî
7- Fransa
8- Japonya
9- Tirkiye
10- Îtalya
11- Brezîlya
12- Pakistan
13- Endonezya
14- Almanya
15- Îsraîl
16- Îran
17- Spanya
18- Avustralya
19- Misir
20 Ûkrayna
Li aliyê din di nav lîsteyê de Erebistana Siûdî di rêza 24, Yewnanistan 30, Koreya Bakur di rêza 34'an, Iraqê 43, Azerbaycanê jî di rêza 60'î de cih girtiye.


