Diyarname
Berî niha Cambridge Dictionary, Collins Dictionary peyva salê hilbijartibûn, vê carê Oksfordê (Oxford) peyva salê hilbijart: "Brain rot"
Ferhenga Oxfordê ji bo hilbijartina peyva salê ligel 37 hezar kesî dengdan çêkiriye. Di dawiyê de peyva "Brain rot" wekî peyva salê hatiye hilbjartin. Ev peyv/têgep 170 sal berê hatiye bikaranîn. Henry Davit Thoreau di pirtûka xwe "Walden" de ev têgeh bikar aniye, lê niha ji ber ku di navbera salên 2023-2024'an de gelek hatiye bikaranîn, loma jî hatiye hilbijartin.
Ev peyva ku mirov dikare wekî "xurifîna mejî" bikar bîne, di wateya xurifîna rewşa fikrî yan jî entellektuelî ya mirov bi xwe de hatiye bikaranîn, bi bandora wan wateyeke din dide.
Serokê Oxford Languagesê Casper Grathwohl li ser vê gotiye, "Xirabûna mejî, bi taybetî di tora civakî de li ser bikaranîna bondora tiştên online yên qelîte kêm hatiye hilbijartin. Têgeha 'Xirabûna mejî' balê dikişîne ser talûkeyên têgehên jiyana sanal (farazî, rawêjî) û balê dikişine ser ku çawa em dema xwe ya vala derbas dikin."
Grathwohl gotiye ku Nifşê Z û Nifşê Alfa bi tiştên di kanalên tora civakî de bikar tinin nîşan dane ku ev pey çawa dibe sedema "xurifîna mejî".
***
Li ser 2024'an Nûçeyên Eleqedar:
- 2024: Stranên herî zede haitne guhdarîkirin
- 2024: Cambridge Dictionary peyva salê hilbijart


