SÎDAR JÎR
Wêje û Bîrdozî –II-
Her çiqas dema wêje û bîrdozî bi hev re tên bilêvkirin ji bo hin “estetîkparêz” û “hunerhezan” wekî tiştekî tirsnak be jî di xwezaya xwe de û rastiya xwe de ev yek ne rast e.
Dema ku wêje yan jî huner derbasî qada “yên din” dibe, wê demê têkiliya wan a bi bîrdoziyê re dest pê dike û bi xurtî xuya dibe. Wê demê berhema wêjeyî xewn û xeyal û ramanên girseyekê digire navenda xwe. Li vir bi awayekî xeyalî yan jî bi awayekî teorîk mercên hebûnparêziyeke rasteqînî yên civakî tên payîn.
Ev têkilî ji demeke gelekî kevin de heye. Her çiqas di dema qewimînên dîrokê yên ku ji Şoreşa Fransayê dest pê kiriye heta ku xwe digihîne Şoreşa Senayîyê, dewletê bi giştî bi çavekî li hunerê û bi taybetî jî li wêjeyê nihêrîbe û kiribe wekî “amûrekî bîrdoziyê yê dewletê” jî, di xwezaya xwe de huner û wêjeyê ev yek qebûl nekiriye. Jixwe ev pêvajoya têkiliya wêje û bîrdoziyê gelekî berî Şoreşa Fransayê dest pê kiriye. Ji ber ku em dizanin ji dema Plato ve dizanin ku pratîka vê yekê bi awayekî eşkere heye. Ji Plato û şûn ve jixwe têkiliya nivîsê û utopyayê jî êdî bi xurtî xuya dike. Xwesteka pergala îdeal a civakî her dem bala mirovan kişandiye. Ji ber vê yekê jî hewl dane hêlên qels û kêm ên pergala heyî rexne bikin û pergala îdeal vebêjin. Jixwe ji vê şêweya vegotinî ya “projeyên civakî” yên xeyalî re utopya tê gotin.
Piştî berhema Plato ya bi navê “Dewlet” berhemên bi wî rengî hatine afiriandin ku ramyarê Ronesanê Thomas More ew raman û berhemên hanê wekî “utopya” bi nav kiriye. Ji rewşa malbatî heta, yên zayendî, ji pedagojiyê heta mîmariyê, ji bajarvaniyê heta rêveberiya bajaran û ji oldariyê heta ekolojî hemû qadên jiyanê bi awayên cur bi cur di utopyayê de bûne babetên sereke. “Dewlet” a Plato, “Utopya” ya Thomas More, “The Iron Heel (Pahniya Hesinî)” ya Jack London, “1984” a George Orwell, “City of Sun” (Welatê Rojê)” ya Tommaso Campanella, “Cîhana Nû” ya Aldous Leonard Huxley, “Candide, ou l'Optimism(Candide, yan jî Çakbînî)” ya Voltaire, “Jina li perê Demê (Woman On The Edge of Time)” ya Marge Piercy berhemên sereke ên utopyayê ne… her wekî ku berhemên utopyayê mîna roman hatine afirandin, mîna gotar û ceribînan jî derketine holê. Di van berheman de dijderketina pergalên heyî û xwesteka pergalên ku xeyal dikin tên zimên.
Di nava hengameya bîrdozî, utopya û huner û wêjeyê de ya ku ji bo siberoja wêjeyê girîng ew e ku pênûs li ser xîreta xwe bimîne. Ji ber ku di navber hildana dest a babetên civakî û herikîna ber bi qada bîrdoziyê ya ku gelek caran hişk ve, sînorekî gelekî hesas heye. Ji ber ku têkiliyeke xurt di navbera wêje û civakê de heye, libendemayîna dûrketina wêje û bîrdoziyê jî bêhûde ye. Heger ev dûrketin pêk were, îcar wêje ji rêgeza xwe ya rasteqîniya civakî dûr dikeve.
Ji ber ku rastiyek din a wêje û hunerê jî di heman demê de ew e ku qada dekdihevdana pevçûnên bîrdoziyên dijber e. Lewma jî ev yek ji aliyê dîroka wêjeyê ve jî qadeke gelekî girîng e ku balê dikêşe ser pêvajoyên dîrokî û civakî. Ji lew re hin berhem hene, tenê dikarin di mercên xwe yên dîrokî de werin fêmkirin.
Dema ku wêje û bîrdozî bi hev re tên bilêvkirin, bêhtir bala her kesî diçe ser wê yekê ku bîrdozî zora wêjeyê dibe û wêje dimire. Di rastiya xwe ya civakî de tiştekî wisa nîn e. Ew bi nêt û pênûsa nivîskêr ve girêdayî ye. Ji ber ku divê neyê jibîrkirin ev tesîr û têkiliya wêje û bîrdoziyê du alî ye. Yanî ji bo her du aliyan jî her wekî ku hêlên xerab û jahdayîna hev heye, berovajiya wê yekê jî xwedîbûna ji hev jî, gewrekirina hev jî heye.
Wekî encam dema ku em hay ji têkiliya jênaveger a civak û wêjeyê hebin, divê em ji bîr nekin ku mijarên wêje hil didin dêst di nava destarê bîrdoziyê de jî tê hêran û kar û mehandina wan mijaran ji bo wêjeyê hêsantir dike. Ji aliyê din ve jî, dema ku wêje ramanekî ji aliyê wê yê dîrokî û kevneşopî de hilde dest, wê demê jî bêyî ku pênûs were şikandin reh û şaxên wê bîrdoziyê bi xurtî di ser têkiliya xwe û civakê re bera nava civakê dide. Ev jî têkiliyeke gelekî xwezayî ye û hewceyî tirs û metirsiyan nîn e.
****
Nivîsa yekem a vê rêzeyê:
***
Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Wêje û Bîrdozî - I -
- WÊJE Û KODÊN CIVAKÊ