Diyarname
Collins Dictionary demek berê peyva salê hilbijartibû, niha jî Cambridge Dictionary (Ferhenga Cambridgeê) peyva salê hilbijart: "Manifest".
Cambridge Dictionary li ser sedema hilbijartina vê peyvê wisa gotiye, "Di sala 2024'an de peyva manîfest ji bikaranîna civakê wêdetir çûye, êdî bûye pevya ku çapemenî jî piranî bikar tîne."
Peyva manifest li nav tora civakî gelek hatibû bikaranîn.
Mirovan di Cambridge Dictionary de gelek caran ev peyv lêkolaye. Li gor agahiya hatiye belavkirin tam 130 hezar car di Cambridge Dictionary de mirov li vê peyvê geriyane. Vê peyvê di TikTokê de jî eleqe dîtibû.
"Manifest" di wateya "bi hêza fikra erênî, tiştê mirov dixwaze pêk bê" hatiye bikaranîn.
Midûra Weşanê ya Cambridge Dictionary Wendalyn Nichols li ser hilbijartina vê peyvê gotiye, "Îsal manifest bi ser ket ji ber ku di lêgerînan de gelek lê geriyan, di hemû çapemenî de bikaranînan wê zêde bû û nîşan da ku di nav demê de çawa dikare biguhere. Ji bo vê yekê mînakek baş e."
Li aliyê din profesorê derûniya civakî yê Zanîngeha Cambridgeyê Sander van der Linden gotiye ku tu aliyê vê yê zanistî nîn e,
Not: Wêne ji rêzefîlmê bi navê "Manifest" hatiye girtin
***
Nûçeyên Eleqedar: