Diyarname
Netfliks belgefîlmê stranbêja ji Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Lady Gaga kişand lê niha naweşîne. Belgefîlm pêşî dê di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de bê nîşandayîn û dûre dê bê weşandin.
Navê "Gaga: Five Foot Two" li belgefîlm kirine û derhêneriya belgefîlm Chris Moukarbel kiriye. Roja 22'yê rezberê dê di festîvalê de bê nîşandayîn û heman rojê di Netfliks de bê nîşandayîn. Derhêner Moukarbel li ser belgesel wisa gotiye: "Emê perdeyan vekin û li jina stranbêj a li pişt binêrin."


