logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

2024: Hemû kovarên bi kurdî yên derketine

  • Dîrok: 16/12/2024
  • Beş: Çapemenî

___Cemil Oguz___
Erê meseleya çapê, çapkirina weşanan her diçe zehmetir dibe lê yên li ber vê zehmetiyê ber xwe didin jî hene. Min îsal jî berê xwe da wan û mêze kir ka îsal çend kovarên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur derketine û lîste amade kir.
Di sala 2022'yan de 19 kovar, di sala 2023'yan de 14 kovaran di nav lîsteya min de cih girtibûn; û îsal, yanê sala 2024'an me bi 12 kovaran sal temam kir. 
Kerem bikin em binêrin ka kîjan, çend hejmar derketine û bi peryodek çawa derketine...
*
AVESTÎCA - KURDÎCA
Kovara Avestica - Kurdica di bin banê Weşanên Na de derketiye. Hejmara xwe ya yekê wekî rezber 2024 - Adar 2025 pêşkêş kiriye. 
*
BAR HELBEST
Kovara li ser helbestê "Bar Helbest" herî dawî di sala 2022'yan de hejmara xwe ya 6'an derxistibû deng jê hatibû birin; kovarê îsal di meha adarê de hejmara xwe ya 7'an derxist. Di meha rezberê de jî hejmara xwe ya 8'an derxist. Yanê, Bar Helbetê îsal bi 2 hejmara silav da hezkiriyên helbestê.
*
DILOP
Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî her du mehan carek derdikeve îsal bi rêk û pêk derketiye. Kovarê îsal 6 hejmarên xwe derxistin. Dîlopê hejmara xwe ya dawî wekî hejmara 36'an serê meha 11'an derxist. 
*
FOLKLORA ME
Kovara Folklora Me di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de li ser folklorê weşanê dike. Kovar li ser bergê navên 3 mehan dinivîse, yanê 3 mehane ye lê wisa dernayê. Kovarê di sala 2023'yan de tenê hejmarek (hejmara 13'yan) derxistibû, îsal jî tenê hejmarek, hejmara 14'an wekî "Adar-Nîsan-Gulan 2024" derxist.
*
KURDEÇÎROK
Kovara li ser çîrokan "Kurdeçîrok" îsal kete sala xwe ya sisêyan. Kovara ku 6 mehan carek derdikeve hejmara xwe ya 6'an wekî bihar-havîn, ya 7'an jî payîz-zivistana 2024'an derxist.
*
‘KURT TARÎHÎ’
Kovara “Kurt Tarîhî” (Dîroka Kurdan) bi tirkî dest bi weşanê kir, paşê hin nivîsên kurdî jî lê zêde kirin. Kovara ku di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de derdikeve par (2023) tenê hejmarek (hejmar 51) derxistibû. Îsal du hejmar derxistin (hejmar 52, nîsan-gulan-pûşper 2023, hejmar 53 tîrmeh-gelawêj-rezber). Ev her du hejmarên ku îsal derxistin jî li ser hesabê par bûn ku bi derengî derxistin. Lê me li ser hesabê îsal xistin vê lîsteyê ji ber ku îsal derketin. Bi vî awayî wisa dixuye ku kovarê sîstematîka xwe xira kiriye. 
*
LEWERGER
Kovara LEWerger bi taybetî li ser wergera helbestê weşana xwe dike. Kovarê di sala 2022'yan de dest bi weşanê kiribû û her 4 mehan carek hejmara xwe ya nû pêşkêş dike. Kovar li gor peryoda xwe dimeşe ku îsal jî wisa kiriye. Kovarê hejmara 5'an wekî "rêbendan-reşemî-adar-avrêla 2024", hejmara 6'an wekî "gulan-pûşper-tîrmeh-gelawêj 2024'an û hejmara 7'an de jî serê meha rezberê pêşkêş kir. Bi vî awayî kovarê di peryoda xwe de 3 hejmarên xwe gihandin ber desten xwendevanan.
*
NA AKADEMÎ
Kovara akademîk Nûbihar Akademî ji aliyê Nûbiharê ve tê derxistin. Kovara ku nivîsên akademîk belav dike şeş mehan carek derdikeve. Li gor peryoda xwe, jî du hejmar derxistiye. Kovarê vê serdemê de hejmarên xwe yên 20 û 21'ê pêşkêş kirine.
*
NÛBIHAR
Kovara Nûbiharê her sê mehan carek derdikeve. Carinan hejmarên wê hinek derengî derên jî lê bi pergal her sê mehan carek derdikeve. Îsal kovarê bi hejmara 166'an dest bi salê kir û hejmara xwe ya 168'an (dike 3 hejmar) di meha rezberê de derxist. Hejmara wê ya 169'an li ber amadekirinê ye.
*
PSYCHOLOGY KURDΠ
Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnînasiyê ye çar mehan carek di bin banê Weşanên Avestayê de derdikeve. Kovarê par 3 hejmar (15, 16 û 17) derxistibûn, îsal bi du hejmaran temam kir.
Kovarê di meha "Kanûna paşîn-sibat-adar-nîsan 2024"ê de hejmara 18'an, di meha rezberê de jî hejmara wê ya 19'an derket. 
*
SÛRETGRAF
Kovara Sûretgraf di bin banê Weşanên Avestayê de wekî Kovara ku li ser fotografiyê dertê. Kovarê par (2023) dest bi weşanê kiribû û wekî peryoda ku diyar kiribû, du hejmarên xwe (her şeş mehan carek) pêşkêş kiribû, kovarê îsal tenê hejmarek derxist: Hejmara 3'yan, Zivistan 2024.
*
VATE
Kovara Vate li gor peryodê bi kirmanckî (zazakî) sê mehan carek derdikeve. Lê îsal ev peryod temam nekeriye. Kovara ku ji aliyê Grûba Vate ve tê amadekirin û dexistin, di meha avrêlê de hejmara 79'an a "Zivistan 2024" û di meha rezberê de jî hejmara 80'ê wekî "Bihar 2024" derxistiye.
*
ZAZAKÎ WORLD
Bi navê "Zazakî World" weşanek bi kirmanckî (zazakî) derket. Wan wekî "rojnameya kulturî" bi nav kir ku hejmara wê ya yekê di meha reşemiya 2024'an de, hejmara 2'yan di adara 2024'an de dertet. Li gor edîtorî gere mehê carek derketa, lê ew du hejmar derketin û paşê deng ji wan derneket.
*
Di nav lîsteya me ya 2023'yan de kovarên ku hebûn û îsal tune ne jî hene. Em wan jî bibîr xibin.
- DESTAR, par hejmarek derketibû, îsal derneket. (Kovarê sala 2022'yan de dest bi weşanê kiribû)
- GOLIK wekî kovara qerfî du hejmar derxistibû, îsal derneket.
- PHILOSOPHIA par hejmara xwe ya 5'an derxistibû derneket
- ŞEWÇILA kovareke bi kirmanckî (zazakî) par 3 hejmarên xwe derxistibûn (herî dawî hejmara 20'î), îsal qet derneket.
***
*Têbinî: 
- Me kovar li gor rêza alfabetîk rêz kirin. 
- Kovarên bi latînî yên li Bakur bi kurdî yan jî bi kurdî-tirkî derdikevin di nav vê lîsteyê de cih girtine.
- Kovarên bi kurdî yên ku me ji bîr kiribin hebin, haya me pê bixin emê lê zêde bikin.

Bi ser twetter, facebook re dikarin peyamê bo me bişînin. Dikarin bi ser van mailan re jî agahî bidin me: diyarname@diyarname.com cemilo@diyarname.com

***

Li ser 2024'an Lîste û Nûçeyên Eleqedar:

- Li Tirkiyeyê, li tora civakî çend hesab hene?

-  10 rêzefîlmê populerî hamey weçînayişî

- 2024: 104 rojnameger hatin kuştin

- 2024: Moana mohra xwe li 5 salên dawî da

- 2024: Oksfordê jî peyva salê hilbijartin 'Brain rot'

- 2024: Stranên herî zede haitne guhdarîkirin

- 2024: Cambridge Dictionary peyva salê hilbijart

- 2024: Va ye zilamê herî seksî yê salê

- 2024: Peyva salê 'Brat' e

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

'Dilop'a 43'yan

news
  • 09 07 2026

Berendamên Xelatên Emmy eşkere bûn

news
  • 08 07 2026

Kanala televîzyonê M1'ê lêborîn xwest

news
  • 06 07 2026

Rewşa rojnamegerên binçavkirî (Hat nûkirin)

news
  • 06 07 2026

Dema serîlêdana Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter didome

news
  • 02 07 2026

Malpera Ajansa Welat û Azadiya Welat hat astengkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Doktoraya Rûmetê dan Orhan Pamuk

ad

Lîga me eleqedar dike îro dest pê dike

ad

Gotina Hefteyê: Kurdên sipî û îngilîziya wan!

ad

Ji Şahiya Çand û Hunerê ya Ciwanan re hindik ma

ad

Fûtbola jinan: Du nîv fînalîst diyar bûn

ad

Bavê nivîskar Sîdar Jîr wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname