Diyarname
Van rojan tabelaya Şaredariya Hîlwanê ku li ser avahiya "Şorbexane"yê daliqandibû ket rojevê û gelek kesî rexne kir. Baş e şaredariyên kurdan li ser ziman çi komxebat kirin? Li ser navan çi biryar girtin? Em lê binêrin.
Şaredariya Hîlwana (Curnê Reş) Rihayê 3'yê vê mehê avahiya "Şorbexane"yê vekir. Li wê derê dê şorbeyê bide gelê wê derê. Heta vir her tişt normal e, ne normalî di tabelaya daliqandibû de derket: Li ber tirkiya "Çorba Evî" bi kurdî "Şorbê Xanî" nivîsandibû. Ev yek li nav tora civakî bû meseleya nîqaşê. Bi sedan kesên hay ji ziman hene li ser vê tiştin belav kirin.
PÊŞNIYARA WHATSAPPA KURDÎ
Yek ji kesên di X'dê de nivîsî jî Mem Mîrxan bû ku wisa nivîsî, "Ji bo ev şaşî çênebin li Şaredariya Amedê pêşniyara xeta 'WHATSAPP A KURDÎ' dikim. Bi rêya vê xetê ji hemû cîhanê gelê me bi 3 zaravayên kurdî karibin pirsan bipirsin. Her wiha Şaredarî, dikandar û saziyên din jî dê karibin navdanîn, têgeh, pirsên kurdî bipirsin."
'EMÊ DEQÎQEYEK DE KURDIYA WÊ BÊJIN'
Edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz jî gotina Mîrxan girt û ev lê zêde kir, "Sipas ji bo pêşniyarê lê ne hewceye jî. Di tiştên wisa de bila ji me bipirsin bes e; di deqîqeyek de emê kurdiya wê ya herî xweşik ji wan re bêjin."
'GERE MIROV TINAZÊ XWE NEKE'
Ligel gelek kesên tûj ev tabela û şaredarî rexne kirin, yên bi xweşbîn nêz bûn jî çêbûn. Ji van nivîskar Zinarê Xamo wisa nivîsî, "Gava kurdek, ya jî beledîyeke kurdan tabeleyekê şaş dinivîsîne, kesên zana şaşiyê rast bikin baş e, dibê meriv bike jî. Lê dibê meriv henekê xwe bi xelkê neke. Hin kes ji ber şaşiyeke rastnivîsê tinazên xwe bi Belediya Curnê Reş(Hîlwanê)dikin. Ev ne xweş e, dibê meriv wer neke."
Di rewşeke wisa de pêdivî pê çêbû ku em li xebatên şaredariyan binêrin ka heta niha li ser navan çi komxebat kirine. Me jî serî li Mem Mîrxan (Muharrem Cebe) da. Mîrşan demek dirêj, heta sala 2016'an ku kayûm şandin ser şaredariyan jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Midûrê Beşa Çandê bû.
Mîrxan gelek komxebatên li ser ziman bibîr xistin û biryarên di van komxebatan de hatibûn girtin jî ji bo me şandin.
Di sala 2024'an de ku şaredariyên bajarên kurdan carek din ketin destên kurdan, şaredariyan dîsa dest bi xebatên kurdî kirin. Ji van Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dîsa koma ziman ava kiriye û xebatan didomîne.
Di wan salên ku ev komxebat çêdibûn jî me gelek nûçe çêkiribûn. Niha emê biryarên ku berê di komxebatên ku şaredariyan pêşengyên wan kirin de hatibûn girtin belav bikin. Yên bixwazin dikarin daxin û lê binêrin. Li jêr hem ev, hem lînkên nûçeyan hene.
Va ne ew biryar (Ji bo daxistinê lînkê bitikînin):
- Navên nav avahiyên şaredariyên kurdî-tirkî
*
- Li nav şaredarî navê peywirdaran bi kurdî-tirkî
*
Hin nûçeyên wê demê:
- Vane 269 termên îdarî yên hatine standardkirin
- Li Amedê gavek girîng: Dersên bi kurdî dest pê dikin
- Li ser van peyvan gotina we çi ye?

Wêneyê bûye meseleya nîqaşê...
Li ser gelek terman me di Diyarnameyê de NÎQAŞEK dabû dest pê kirin. Va ne hin nivîs:
- Perwîzê Cîhanî: Termên îdarî
- Beghyanî Shadî Sharîn: Ji bo Komîsyona Zimannasan
- Perwîzê Cîhanî: Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê
- Çiya Mazî: Ne hewceye ji bo peyvek mirov bêje “xwelî li serê me”
- Termên muzîkê li benda nirxandina we ne
- Cihan Roj: Dar barê têgehên hunerî de
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî


