logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  4. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Termînolojiya kurmancî û rexneyek

Di rojên dawî de termînolojî û alfabeya kurdî bûn mijara çend civîn û nivîsan. Bi geşedana tevgera perwerdehiya bi ziman

  • Dîrok: 01/02/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Mazhar Gunbat 

Di rojên dawî de termînolojî û alfabeya kurdî bûn mijara çend civîn û nivîsan. Bi geşedana tevgera perwerdehiya bi zimanê zikmakî li bakurê welêt û li Tirkiyeyê,  pir xwezayî ye ku xemên kurdan ên têkildarî kêmasiyên bingeha perwerdehiyê jî xwe didin der.
***
Dewleta tirk vê daxwaza kurdan erê jî bike, li dij jî derkeve, bi awayek ji awayan kurd dixwazin perwerdehiya bi kurdî-kurmancî û zazakî- bidin destpêkirin. Dema ev daxwaz veguhere biryarekê, rewş wê cidîtir bibe û êdî teorî jî wê bivênevê cihê xwe bide pratîkê.
***
Eger di demeke nêz de kurd biryarê bidin bi zimanê xwe perwerdê bidin zarokên xwe, û pêşamadekarî nekin, ew ê rastî gelek zehmetiyan bên. Kurdên ku vê yekê dibînin, dikevin nava hewldana tesbîtkirina kêmasiyên bingehîn û van kêmasiyan hêdî hêdî tînin rojevê.
***
Ji bilî nebûna materyalên perwerdehiyê, û rêbazeke desnîşankirî ya perwerdehiyê, her wiha şîlobûna ternînolojiya hin warên zanistî û heta hevnegirtina rastnivîs û alfabeyên tên bikaranîn jî, wekî pirsgirêkên girîng xwe nîşan didin.
***
Bi tesîra van çalakiyên demên dawî û dîsa bi xema amadekirina zemîna perwerdehî û jiyaneke di her warî de bi kurdî, heftiya borî li Amedê civîneke 4 rojan ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Amedê, Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hin zimanzanan li ser termînolojiya kurdî-kurmancî pêk hat.
***
Piştî vê civîna girîng a bi giranî li ser termînolojiya kurdî, koma xebatê lîsteyeke têgehan di encamnameya xwe de belav kir. Desnîşankirina nêzî sê sed têgehên di warê kargeriyê de, xebateke pir hêja ye û têgehên mijara gotinê xuya ye pir bi hesasî hatine neqandin û pêşniyarkirin.
***
Ez bi xwe wekî kesekî ku bi salan e bi awayekî profesyonel bi redaksiyona nûçe û nivîsarên kurdî re mijûl dibim, min ê jî kêm zêde heman têgeh bi awayê ku koma xebatê desnîşan kirine, pêşniyar bikirana. Li gel vê yekê jî li ser rêbaza xebata van zehmetkêşên zimanê kurdî hin rexneyên min hene.
***
Xebatên li ser ziman û encamên wan ên ji bo hemû saziyan tên pêşniyarkirin an jî wekî biryar tên ferzkirin- ku ez hêvî dikim têgehên di encamnameyê de tenê wekî pêşniyarkirî hatibin weşandin- divê bi tevlîkirina zêdetir nûnerên dezgehên têkildar bên pêk anîn.
***
Her çendî kesên ev civîn pêk anî, rasterast têkildarên mijarê bin jî, bi baweriya min pêwîst bû berî civînê nêrînên xwe bi zêdetir dezgehên têkildar re parve kiribana. Ji televîzyon, radiyo, rojname, malper û kovarên bi kurdî weşanê dikin bigirin heta gelek mamosteyên li ser ziman xebatê dikin, wergirtina nêrînên hemû têkildaran rewabûna xebatên wisa dikare zeximtir û têkûztir bike.
Diyar e ku ji niha şûn ve jî wê gelek xebatên wisa pêk bên û ji bo ev xebat baştir û zûtir bigihîjin armancên xwe, ez pêşniyar dikim ku qet nebe ji niha û şûn ve ev koma xebatê rêbaza pêkanîna civînên xwe di ber çavan re derbas bike. Jixwe di encamnameyê de ew bi xwe jî dibêjin ku hinek bilezûbez ev civîn hatiye amadekirin û lidarxistin. Hûn ji min bipirsin karûbarên der barê mijareke ku bi mîlyonan kesan eleqedar dike, divê bilezûbez neyên kirin. Bila karûbarên wisa çend hefte bi derengî bin, lê baştir, têkûztir û demokratîktir bin.
***
Di vî warî de nimûneyên xebatên baş û nebaş ên li ser zimanên netewe û zaravayên din hene li ber me. Divê em ji bîr nekin ku xebatên bi rêbazên şaş bên meşandin, an tevliheviya heyî zêdetir dikin, an jî zimanekî çêkirî, sunî û ji çêja xezayî û civakî pir xalîkirî bi gewde dikin.
***
Ev zimanê ku zêdetirî sed salan dagirkeran hewl daye ji hev bixe, û ji hev belav bike, dema em parçeyên wî kom bikin, divê em wan pir baş li şûna wan bi cih bikin û gewdeyekî ucûbe jê neafirînin, ji bo vê yekê jî berî her tiştî tiştê were kirin sûdwergirtina ji ezmûnên neteweyên din e û destnîşankirina rêbaz(ên) zanistî  ye.
 
mazharroj@hotmail.com 

Ji bo bi nîqaşê re eleqedar e; Ev nivîs ji Azadiya Welat hatiye girtin

***

 

Nivîsên li ser vê NÎQAŞ'a Termolojiya Peyvên Îdarî:

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
-
Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî 

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Endamên PYD’ê berê xwe dan eniyên şer

ad

7 fîlmên vê hefteyê

ad

Mixabin: Eşq 2 sal, 6 meh û 25 roj didome

ad

Jiyana Manî pêxember

ad

Karîkaturîstê brezîlî Erdogan wisa xêz kir

ad

"Qutiya Pandorayê" vedibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname