Perwîzê Cîhanî
Ezê berêkê da van têgîn û peyvên ku ji sedî heştêyê wan bi şaşî hatine wergerandinê, ji nû ve vergerînim û li cîhê pêdivî da şirove bikim. Her çend ku ridên û meqes û mûkar ketîye destên nûkaran, lê emê jî kevkîyekî bavêjin vê keloçka xiloxaro. Xudê dawîya zimanê kurdî bîne ser xêrê û evê malika helbesta Xanî bibihê û bipejirîne, ku dibêje:
Ya reb mede destê xelkê nasaz
Vî şahidê dilrubayê tennaz
Fermo ev e pêncî peyvên despêkê. Peyvên dî jî dê bere bere bên venêrrînê.
Her bijîn
Têgînên Dîwanî
Şemaya Kargêriyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Yönetim Şeması)
Nimûndeya Kargêrîya Şaredarîya Bajarê Mezin- Amedê
Balkêşî:
• Schema peyvek înglîsî ye, kurdî ya wê nimûnde ye. Nimûnde ji radera nimandin tê.
• Li hevbendîya navên jorê da pêdivî nîne ku em veqetandek yan pênaseya mêzatîyê li pêş navê Amedê da bînin. Li bara rêzimanî da peyva Amed li vê hevbendîyê da dibe (aposition) ji bo hevnbenda „bajarê mezin“ . Ji xwe berî wê peyvê, sê peyvên şema (nimûnde), kargêrî û şaredarî yê veqetandek (pênaseya) mêzatîyê vergirtine û hevbenda „bajarê mezin“ şiroveye ji bo Amedê û Amed aposition e ji bo « Bajarê mezin », êdî pêdivî nîne ku veqetandeka mêzatîyê li pêş peyva Amedê da bê.
• Li cîhê şube ya erebî/turkî da sê peyvên kurdî yên resen hene: şax, çiq, pişk. Mirov dikare ji hersêkan yekê bibijêre.
• Li cîhê Müdürlüğü ya turkî da ji mêjveye ku kurd peyva birêveberî yan jî kurtkirî rêveberî/rêvebirî bi kar dibin. Duruste ku peyva gerînendetî kurdî ye, lê ew peyveke giranrabêj e, wate telefuza wê giran e û herwisan kurd zor kêm ewê peyvê bi kar dibin. Hemû kurd peyvên rêber û rêveber û rêveberatîyê nas dikin.
1. GERÎNENDETIYA PÊŞXISTINA DERFET Û PARDARIYÊ (Kaynak Geliştirme ve İştirakler Şube Müdürlüğü
Rêvebirîya şaxê pêşxistina jêder û hevparîyê
2. ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ (DARAYÎ) (Genel Sekreter Yardımcısı (Mali)
Destiyayrê rêvebirîya giştî pişka darayî yê
3. ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ (KARGÊRÎ) (genel sekreter Yardımcısı (İdari)
Destiyayrê rêvebirîya giştî pişka dîwanî
4. ALÎKARÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ (TEKNÎK) (Genel Sekreter Yrd. (Teknik)
Destiyayrê rêvebirîya giştî, pişka teknîkê
5. CIVATA ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN (Büyükşehir Belediye Meclisi)
=
6. ENCUMENA ŞAREDARIYÊ (Belediye Encümeni)
=
7. GERÎNENDETIYA ARŞÎV Û KARÊN NIVÎSÊ (Yazı İşleri ve Arşiv Şb.Md.)
Rêvebirîya şaxê nivîsar û nivîshildankê
nivîshildank= arşîv
8 . GERÎNENDETIYA ASTENGDARAN (Engelliler Müdürlüğü)
Rêvebirîya nivîşkanan
Eger engellî bi wateya kesên ku pirsgirêkên wan yên civakî û ramiyarî hene bête gotin, peyva astengdar baş e, lê eger engellî bi wateya kesên ku pirsgirêkên wan yên bedenî hene hatibe gotinê, peyva nivîşkan baştir e.
9. GERÎNENDETIYA AVADANÎ Û BAJARSAZIYÊ (İmar ve Şehircilik Şb. Müdürlüğü)
Rêvebirîya bajarsazî û avadanîyê
10. GERÎNENDETIYA AVÊTIYÊN HIŞK Katı Atık.Şb. Müdürlüğü.
Rêvebirîya karûbarên kirs û kewalên hişk
(Rêvebirîya karûbarên bermayîyên hişk)
11. GERÎNENDETIYA BUDCE Û FÎNANSÊ (Bütçe ve Finans Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê darayî û bûdceyê/bûdcê
12. GERÎNENDETIYA BUROYA PARASTIN PÊKANÎN Û VENÊRÎNÊ KUDEB (Koruma Uygulama ve Denetim Bürosu Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê nivîsîngeha bernamerêjî û hêvişandin û venêrrînê
13. GERÎNENDETIYA CIVAT Û ENCUMENÊ (Meclis ve Encümen Müdürlüğü)
Rêvebirîya civat û encumenê
14. GERÎNENDETIYA ÇAND Û TURÎZMÊ (Kültür ve Turizm Müdürlüğü)
Rêvebirîya ferhengî û geştiyarîyê
Balkêşî:
Peyva çand, peyvek nûsazbûyî ye, ku ji wateya duwem ya peyva culture ya înglîsî hatîye wergerandinê. Lê hê ji mêjve ye, ku kurd û îranî peyva ferhng li cîhê kultura înglîsî da bi kar dibin. Peyva ferheng ya ku niha kurd û îranî bi kar dibin ji zimanê pehlevî hatîye vergirtinê. Ferheng wate hemû rê û rism û rabûn û rûniştin û ziman û toreya gel yan neteweyekê. Peyva ferheng ya ku em ji bo pirtûka peyvan jî bi kar dibin, li binêşê da navê wê ferhnga peyvan e, lê bi kurtî bûye ferheng. Niha jî fars dibêjinê ferhengê zeban yan ferhengê luxat… Peyva çand li kurdî da zortir ji çandinî û berhemên cotkarîyê û werzigarîyê ra tê gotinê. Baştir e kurdên bakûr jî peyva ferheng bi wateya kulturê bi kar bibin. Wek hate gotinê peyva çand wateya duwem ya kulturê ku kiştûkal û çandinî ye dide, ne rê û rism û tore û ziman…
Tûr jî di kurdî da tê bi wateya geşt û gerîyan û seyranê. Ew jî ji mêjveye ku kurd ji tûrîzmê ra geştiyarî dibêjin.
15. GERÎNENDETIYA ÇÊKIRIN Û SEXBÊRIYÊ
(Yapım ve Bak. Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya çêkirin û sexbêrîyê
16. GERÎNENDETIYA DABÎNKIRIN Û SEXBÊRIYA MAKÎNEYAN (Makine İkmal Bakım Onarım Şube Müd)
Rêvebirîya bidesxistin û nûjenkirina makîneyan
Balkêşî:
peyva dabîn ku soranî bi kar dibin, ji taimîn/teimîn ya erebî hatîye terişandinê û rîşeya wê li zimanê kurdî da tune ye. Kurd dibêjin me filan tişt bi dest xist, yan bi destve anî.
17.GERÎNENDETIYA DAHATAN (Gelirler Müdürlüğü)
Rêvebirîya dahatan
18. GERÎNENDETIYA DESTEKA GUHÊZBAR Û EMBARKIRINÊ (Taşınır Destek ve Stok Şb. Md.)
Rêvebirîya şaxê arîkarîya guhestin û embarkirinê
19. GERÎNENDETIYA DESTÛRDANÊ (Ruhsat Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê destûrdanê
20. GERÎNENDETIYA GIŞTÎ YA KARGÊRIYA AV Û SOLÎNAN A AMEDÊ (Diyarbakır Su Ve Kanalizasyon İşleri Genel Müdürlüğü) (DİSKİ)
Rêvebirîya karûbarên giştî ya av û kêzînên Amedê
Balkêşî:
(peyva kêzîn li kurdî da bi wateya kanalên avê ye. Li folkora kurdî da jî gelek caran hatîye. Bo nimûne:
Hesenîko qurban kanîya gundê me (bi) kêzîn e, destekî min cere yek misîn e…Hesenîk û Asê)
21. GERÎNENDETIYA GORISTANAN (Mezarlıklar Müdürlüğü.)
Rêvebirîya goristanan
22. GERÎNENDETIYA HALAN (Haller Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka meydanên mêwe û pincaran
23. GERÎNENDETIYA HÊŞÎNGEH (Yeşil Alanlar ve Fidanlık Şb. Müdürlüğü.)
Rêvebirîya karûbrên şênatî û hêşîngehan
Balkêşî:
peyva şên li kurmancî da xudanê çend wateyan e. yek ji wateyên wê xweşikî û ciwanîya keskatî û bi darûbarbûnê dide. Bo nimûne dibêjin: filan gund gundekî şên e. wate darûbar û keskatî û gul û gîyahên wê hene. Peyva şên digel şayîyê da jî tê: filankes îro pirr şên û şa dîyar dike. Şêna kurdî beranberî Xurrema farsî ye, ku hem bi wateya keskatîyê ye û hem jî bi wateya şadî û rûgeşîyê tê.
24. GERÎNENDETIYA HEVAHENGIYA VEGUHASTINÊ (Ulaşım Koordinasyon Müdürlüğü)
Rêvebirîya…
25. GERÎNENDETIYA JÊRXAN Û HEVAHENGIYÊ (Altyapı Koord. Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê hevahengîya jêrxanan
26. GERÎNENDETIYA JIMÊRYARIYÊ (Muhasebe Şb.Md.)
Rêvebirîya jimêryarîyê
27. GERÎNENDETIYA JIN Û MALBATAN (Kadın ve Aile Müdürlüğü.)
Rêvebirîya jinan û malbatê
28. GERÎNENDETIYA KARÊN DANESAZIYÊ (Bilgi İşlem ve Bilgi Yönetimi Müdürlüğü)
Peyva danesazî mirovî ji wateya wê ya binêşeyî dûr dixe. Rastîya wê sazdan e.
Rêvebirîya karûbarên zanistî û zanista kargêrîyê
Yan jî: rêvebirîya karûbarên sazdanên zanistî û kargêrîyê
29. GERÎNENDETIYA KARÊN ÎDARÎ (İdari İşler Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê karûbarên dîwanî
30. GERÎNENDETIYA KARÊN PERWERDEHIYÊ (Eğitim işleri Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya şaxê karûbarên perwerdehîyê
31. GERÎNENDETIYA KARÊN TENDURISTIYÊ (Sağlık İşleri Şb. Müdürlüğü)
Rêvebirîya…
32. GERÎNENDETIYA KARÊN VETERÎNERÎ Û VENÊRÎNA XWARDEMENIYÊ (Veteriner İşl. ve Gıda Kont. Müdürlüğü)
Rêvebirîya karûbarên sexbêrîya xarekê û terşvenêrîyê
Balkêşî 1. :
peyva xwardemenî ji bo gel peyvek nenas e. Lê peyva xarek ji radera xwarinê tê û nav e ji bo xwarinê. Xwarin rader e, hem jî nav e. Lê xarek tenê nav e û li cîhê gida ya turkî ku ew jî ji xedhaغذا ya erebî hatîye wergirtinê digre. Peyva xarek peyvek kurdî ya resen e û gelk caran li folklora kurdî da jî hatîye . Bo nimûne gotinek pêşîyan dibêje : kirik û xarek bira ne.
Peyva terşvenêrî peyvek hevbend e, ku ji çar pişkan pêk tê: treş+ve+nêr+î
Pişka yekem wate heywan bi giştî û pez bi taybetî. Pişkên dî jî dibe venêrînî, ku wateya wê dîyare. Mirov dikare vê peyvê li cîhê beytarî ya erebî da bi kar bibe. Terşvenêr wate beytar. Li gundê me da du terşvenêr hene. Ew li terş û tiwalên gundîyan vedinêrrin.
Balkêşî 2.
Li kurdî da, kesên ku bisporê hespan bin, ji wan ra „MEYTER“ dibêjin. Peyva beytara erebî û meytera kurdî bêgotin yek ji yeke din hatîye vergirtinê, lê lêkolînek berfireh pêdivê, da ku mirov bipeytîne, ka kîjan ji kîjanê hatîye vergirtinê.
33. GERÎNENDETIYA KARÊN XIZMETKIRÎNÊ (Hizmet Alımı İşlemleri Müdürlüğü)
Rêvebirîya xizmet û amadekarîyê
34. GERÎNENDETIYA KARGÊRIYA OTOBUSAN (Otobüs İşletme Şb.Müdürlüğü)
Rêvebirîya karûbrên otobûsan
35. GERÎNENDETIYA KIRÎNÊ (Satın Alma Şube Müd)
Rêvebirîya pişka karûbarên kirrîn û firotinê
36.GERÎNENDETIYA KONSERVATUARÊ (Konservatuar Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya…
37.GERÎNENDETIYA LÊGERÎN Û RIZGARKIRINÊ (Arama Kurtarma Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka lêgerîn û rizgarîyê/rizgarkirinê
38. GERÎNENDETIYA MIDAXILEYÊ YA AGIRKUJIYÊ (İtfaiye Müdahale Şb. Müd)
Midaxile peyvek erebî ye.
Rêvebirîya pişka hawarî û agirkujîyê
39. GERÎNENDETIYA NIVÎSGEHA TAYBET (Özel Kalem Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka defterdar û venivîsan
40. GERÎNENDETIYA NÎGARSAZÎ Û VESAZKIRINA BAJÊR (Kentsel Tasarım ve Dönüşüm Şube Müdürü)
Rêvebirê pişka nitilandin û ciwansazîya bajarî
41. GERÎNENDETIYA OTOGAR Û OTOPARKAN (Otogar ve Otoparklar Müdürlüğü)
=
42. GERÎNENDETIYA PAQIJIYA JÎNGEHÊ (Çevre Temizliği Şb.Md.)
Rêvebirîya pişka paqijiya jîngehê
43. GERÎNENDETIYA PARASTIN Û EWLEKARIYÊ (Koruma ve Güvenlik Şb.Md.)
Rêbebirîya …
44. GERÎNENDETIYA PARASTIN Û VENÊRÎNA JÎNGEHÊ (Çevre Koruma Kontrol Şb.Md)
Rêvebirîya…
45. GERÎNENDETIYA PERWERDEHIYA PÎŞEYÎ (Mesleki Eğitim Müdürlüğü.)
Rêvebirîya…
46. GERÎNENDETIYA PERWERDEHÎ Û ŞIYANMENDIYA MIROVÎ (İnsan Kaynakları Şb. Müdürlüğü)
Rêvebirîya perwerde û şîyanmendîya mirovî
47. GERÎNENDETIYA PÊŞXEBATA PROJE Û AVAKIRINÊ (Etüt Proje ve Yapım Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya lêhûrbûna bernama avahîsazîyê
48. GERÎNENDETIYA PÊWENDIYÊN GIŞTÎ (Halkla İlişkiler Müdürlüğü)
Rêvebirîya peywendîyên giştî
49. GERÎNENDETIYA PÊZANÎNÊN COGRAFÎ Û NEXŞESAZIYÊ (Harita ve Coğrafi Bilgiler Müdürlüğü)
Rêvebirîya agadarîyên erdnigarî û nexşekêşanê
Balkêşî:
Li zimanê kurdî da peyva nexşekêşan yan nexşekişandin heye, nexşesazî tuneye. Saz ji rîşala duwem ya saxitenê tê. Saz zortir ji bo karên saxtumanî û ramîyarî tê bi karbirnê.
50. GERÎNENDETIYA PIRTÛKXANEYAN (Kütüphaneler Şube Müdürlüğü)
Rêvebirîya pişka pirtûkxaneyan
***
Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:
- Beghyanî Shadî Sharîn: Ji bo Komîsyona Zimannasan
- Perwîzê Cîhanî: Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê
- Çiya Mazî: Ne hewceye ji bo peyvek mirov bêje “xwelî li serê me”
- Termên muzîkê li benda nirxandina we ne
- Cihan Roj: Dar barê têgehên hunerî de
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî